Rêveberiya Xweser: 4 sal in sûcên herî hov li Efrînê tên kirin

Sibe salvegera 4’an a destpêkirina êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê ye.

Têkildarî salvegerê, Rêveberiya Xweser daxuyaniyeke nivîskî weşand u usa got:

Di destpêka daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser ev anî ziman:

“4 sal in binpkirin û sûcên herî hov li Efrînê tên kirin.

Komên tundraw û çeteyên Tirkiyê, ewlehiya herêmê têk birin.

Piştî êrişên hovane û dagirkirinê, şênî ji Efrînê dan koçberkirin.

Di dewama daxuyaniya xwe de, taybet li ser kirinên çeteyan û armancên wan Rêveberiya Xweser wiha got:

Îro û piştî 4 salan ji kirinên dagirkeran, niyetên Tirkiyê yên qirêj eşkere dibin.

Ew jî ev in;

Ewlehiya herêmê û tecrûbeya demokratîk a gel têk bibin.

Lihevkirinên Sûrî-Sûrî asteng bikin.

Dagirkeriyê bisepînin û Sûriyê tevî parçe bikin.

Rêveberiya Xweser: Bi hebûna Tirkiyeya dagirker li Sûriyê ewlehî wê pêk neyê

Li ser erk û rola dikeve ser milê her aliyekî jî, Rêveberiya Xweser wiha anî ziman:

Ji tevahî hêzên niştimanî yên Sûrî û civata navneteweyî tê xwestin ku ji van planên xeter ên ku li dijî gelê Sûriyê tên kirin hişyar bin.

Nexasim, projeyên destekdayîna terorîstan û zindîkirina DAIŞ’ê.

Rêveberiya Xweser tekez kir bêyî çareserkirina dosyaya dagirkiriya Tirk a li Sûriyê, wê ti ewlehî li Sûriyê pêk neyê.

Rêveberiya Xweser: Heta rizgarkirina herêmên dagirkirî em ê têkoşînê bidomînin

Dawiya daxuyaniyê, Rêvebriya Xweser ev bang kir:

Em bang li hemû saziyên civata Navnetewyî, Koalisyon, Rûsya û hikumeta Sûriyê dikin ku asta metirsiya siyasetên Tirkiyê yên li Sûriyê nas bikin û ji berjewendiyên bi Tirkyê re dûr bikevin.

Û soz da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê heta rizgarkirina wan herêman, ew ê têkoşînê bidomîne.

 

/ronahi.tv/

İlginizi çekebilir