Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Ziman û Hebûn

Beriya 2500 salan qiralê Misrê Psametîç lêkolînek li ser afirandina ziman çêkir. Ev lêkolînek pir hov bû. Wî dixwest zanîbe ka zimanê esîl û yekemîn yê mirovan kijan e.

Lewra wî du zarokên nû ku sisê an jî car rojî bûn da şivanekî û wan li colê berda. Zimanê şivan ji jêkir, daku ev nikaribe bi wan herdu zarokan re biaxife. 

Ev şivan tenê xwarina wan çêdikir û wan di nav pez de mezin dikir. 

Ma gelo wan herdu zarokan dikaribû bi xwe zimanêkî çêbikin û bi hev re biaxifin? Pirsa giring ev bû!

Piştî hinek salan ev zarok ji colê li gel şivan û kerriya pez anîn qesra qiralê Misrê. Herdu zarokan tenê „bek bek“ dikaribûn bibêjin.  Bê guman ev jî ji kerriya pez girtibûn. 

Lê qiralê Misir bangî lêkolînvan û wezîrên xwe kir û dixwest dizanibe, ka gelo wateya „bek bek“ çiye. Herodot di nivîsên xwe de behsa  milletê Pîriger (Phryger) dike.

Di zimanê Pîrîgeran de „ bek“ an jî „bekos“ te maneya „nan“. Wiha lêkolînvanên ziman-nas, yê qiralê misrê biryar dan ku zimanê yekemîn yê mirovan zimanê Pîrîgeran e. Li goriya vê demê ji qiralê misrê bawer dikir ku milletê Pîrîgeran milletê dinyayê yê herî kevn e.

Beriya heştsed û beriya pêncsed salan du desthilatdarên din, Qeyserê alman Friedrichê II. û qiral Jakobê IV. ji Skoçya cardin dest avêtin vê ramanê: wan jî pitik wergirtin û xistin şaneyên takekes. Xwarin û vexwarin didan wan, lê di dawiya vê ceribandinê de zarok mirin. Wan jî nikaribû kevnezimanekî yekemîn derxin holê.

Gava zarokên mirovan bê têkiliya bûnewerên din ên mirovan mezin bibin, diçilmisin, têk diçin. Ji bo fêrbûna ziman hewcedarî bi mirovan heye ku mirov bi wan re bipeyive. Bi alîkariya axaftinê mirov dikare daxwaz û pêdiviyên xwe ji kesên din re bibêje.

Wê demê ziman, hem ji bo fêhmkirinê hem jî, ji bo mirov xwe bide fêhmkirin, girîng e. 

Ziman girîng e, daku mirov di jiyanê de bimîne.

Nexwe  ziman hebûn e?

Mirov êdî dizane ku ziman ne ji esmanan tê, ziman di mejiyê mirov de tê afirandin û bandoreke mezin li ser hemû rêkûpêka mejû dike. Û mirov dizane ku zarok di zikê diya xwe de bi awazên ziman dihese.

Herçiqas hîn bêjeyan fêr nebe jî, dersên destpêkê yên zimanê dayikê fêr dibe. Pitik di heşt mehiya xwe de zêdeyi çend hezar peyvan fêr dibe. Dîsa jî gelek dem dixwaze heta ku zarok dikaribe raste rast bêjeyan li hev girêde. 

Zarok di heft saliya xwe de dikare çîrokekê bihunîne: bi destpêk, mijara sereke û encam. Dikare bûyeran bi hev re girê bide û ji hev cuda bike. Li ba zarokên neh salî hunera çîrokbêjî hîn negihîştiye tekamuliyê, lê vegotin dest pê kiriye.

Di vî temenî de piranî ji wan dikarin çîrokên bi keleporî û heyecan vebibêjin. Dikarin bala guhdarvanan bikşînin, wan bikenînin.

Pêwistiya her zarokekî bi axavtinê heye!

Pêwîstiya hemû zarokên vê dinyayê gelek zêde bi axavtinê heye, xwe bi peyv û danberhevên şekilane bidin fêhmkirin, li kîjan parzemînê bijîn û xwediyê çanda ewropî, asyayî, amerîkî yan afrîkî, kîjanî dibin bila bibin.

Mirovên bajarên mezin, gund an di daristanê de hewcedariya axaftinê ne. Ya girîng ew e ku zarok ji zayînê ve deng û peyvên zimanê dayika xwe guhdarî dikin, ji bo ku wê yekê zû lasayî bikin û piştre serbest bi kar bînin.

Û ev gişt divê beriya temenê deh dozdeh saliyê pêk bê. Ji ber ku li gor gotinê, paşê “pencereya ziman” xwe digire û piştre bi rastî jî dijwartir dibe ku mejî avahiya zimanê dayikê werbigire.

Lewra jî fêrbûna zimanê dayikê, rewşa serbest bi pircûriyeke gelek mezin bi peyv û têgehan re, diyariyeke herî bi rûmet e ku dêbav di jiyanê de dikarin bidin zarokên xwe. 

Herwiha ziman dikare jiyan û mejû mirovan teng bike.

Kî zimann kontrol bike, dikare bi wî jî li ser pêvajoyên raman û fikirînê tesîrê bike. Birêvebiriya îdeolojiyê bi birêvebiriya ziman ve dibe. 

Peyvên aparata desthilatdariyên totalîter û polîtîkaya wan ya li dijî mirovahiyê dibe sedema bandoreke totalîter û guherîna raman, helwêst û tevgerê. Ev bûyer li ser civak û nifşên ku tên (ji aliyê psîkolojîk ve jî) tesîrê dike.

Hin gotin ji ferhengê tên avêtin, qedexekirin yan jî bikaranîna wan tê cezakirin. Ji ber wê, îroj li Turkiyeyê, di raya giştî de têgeha Kurdistanê û bikaranîna wê pirsgirêkeke mezin e. Ji bo li Kurdistanê, bi taybetî li Tirkiyê desthilatdariya xwe bi îdeolojiyeke totalitär, bila li ser nave Kemalizm an jî netewperestiya-olî be jî, zimanê Kurdî asteng dikin û zimanê Tirkî yê totaliter li ser Kurdan mecbûr dikin.

Mirovekî ne zimanê dayika xwe baş dizanî be û bi zimanê deshilatdarî yê totaliter di raman û hestêyê xwe de were tengkirin, dê çawa dikaribê baş û tendurist bijî û bibe xwedî nasnameye şanezî?

Bi ziman em şikil didin nasnameya xwe

Bi gelemperî ziman û bi taybetî jî zimanê dayikê tê maneya têgihîştina dinyayê, tê maneya firehkirina raman û bîreweriya xwe bi xwe, tê maneya têkilî bi kesên din re. Ziman dibe bingeha nasnameya zarokekî û şexsetiya wî.

Bi zimanê dayikê zarok fer dibe ku jiyana xwe û cihanê nasbike û têbigihîje, bi mirovên din re têkeve nav ragihandin û pêwendiyan, binîrxîne û biafrîne. Ziman rê diyarî dike, daku zarokek karibe li ser piyên xwe di pêşerojê de biraweste.

Ziman aramî û tenderustiyê tîn e. 

Lê ziman divê ji alîye gel were bikaranîn, divê bibe zimanê bazarê, civakê û medyayê. Ku ziman tenê ji aliyê hinek rewşenbîran ve were axaftin û nivîsandin, ev ziman li jiyanê namîn e.

Ziman, dive hemû babetên jiyanê dorperçe bike, têkeve hûnderê dilê herkesî, bibe refleks kû ji ber xwe ve bi kurdî were axaftin. 

Eger ev nebe, netewa kurd û di nav de hemî pir-rengîna milet nabe yek.  

Kû hûn baş bi kurdî nizanîbin ji,  nebin asteng ku zarokên we ferî kurdî bibin. Alîkarî bikin, motîve bikin, daku dinya, dîrok û çanda we û bav û kalên we  bibe perçeyek ji jiyana zarokên we. Wiha miletek dîmîn, dijî û gavekî siberojeke baştir û û aram. 

Hûn dixwazin ku zarokê ve xwedî bawer û hişyar bin? Xwedî nasname û şexsiyke serbilind û hêz bin?

Ev pir hesan e. 

Bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. 

Ev jî ji bo gelekan ne hesan e.

***

Hinek perçe ji vê nivîsa  min ji  Le Mond Kurdi (2014) hatiye girtin, ku min li ser vê babetê nivîsî bû

İlginizi çekebilir