Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Yekîtiya Netewî, na ne xêr

Mafê milletê Kurd ji bo welatekî heye? Bê guman, heye.

Ji bo vê jî yekîtiyeke bi hêz ya rêkxistinên Kurdan hewce ye? Begûman, hewce ye. 

Lê ev bûyerên dawî di nav PKK û PDKê de û li Rojava diyar e ku millet ji zû de bûye yek, lê ne xêr rêkxistinên Kurdan li ser bingehên berjewendiyên xwe, dogmatizma ramanekê kevn û ne-real, narzîzmek patolojîk, xwe ji millet û welat, ji xwîn, derd û serboriyan gelê xwe dûr xistine. 

Ez dizanim niha “zaneyê me”, “dilxwazên partiyên A û B” û “hinekî din” dê qêrîn bikin û min bi “naîf, a-politîk û nezan” tewanbar bikin. Rast e. Ji xwe hûn hertiştî dizanin.

Lewra jî hinek di nav kurdan û derveyî kurdan bi kotek dîsa “birakujî” dixwazin, tînin li ser rojevê. 

Lê ev jî bê-caretiyê wan rêkxistinan dijî dijiminê esas û hov xuya dike. Bê şerm jî hinek kom û kes her roj behsa yekîtiya yekrêz û netewa Kurd, kongra netewi, dikin. Bi wan partiyên qet yekîtiya Kurdan dikare ava bibe? An jî her yek ji wan partiyan ketine bin şemzîtiya dijminê xwe û tucar ne azad in û nikarin bibin yek?

Hêvî dikim ne wiha be!

Çima Kurd hevqas kêf û şahiyeke şîzofrên ji dijiminatiya navxweyî dikşînin? Dema partiyên Kurdan, eşîr û heta malbatên wan şerê hev dikin, der û dorê xwe, merhametiya xwe ji bîr dikin, dijminê welatê xwe ji bîr dikin û sînorê hovîtiyê nas nakin. 

Bêguman gelek sedem hene.  

Milletê Kurd ji dirokê ve heta îro ji aliyê imperatoriyan faris û osmaniyan û dewlêten ku îro li Kurdistanê deshilatdarin bi organîzekirî hemû babêtên kuştin, koçberî û di hinek deman de bi qirkirin jiyana bê hejmar ji dest birin e. Iro jî em di dema jenosida de li Kurdistan dijîn û xwîna qurbaniyan û giriyê dayik û bavan ji bîr kiriye. 

Ne tenê Kurd, herwiha Ermenî, Cihû, Yunanên Panthos, Asûrî, olên wek Elewîyan, Êzîdiyan, Yarasan û yên dinê jî hatinê qirkirin, ku îro jî ev serborî bandoreke mezin li ser civak, çand û politîka rêkxistinên Kurdan dike. 

Van tecrûbeyan li ba kesên di jiyanê de mayî û nifşên piştre ne tênê êşeke tund a giyanî anî holê, herwiha jî ev bû yek ji sedema derizandina civakê û siyasetek kurdî ku dijminê xwe û nirxên wan ji yê gelê mezintir û rûmetir dibîn e. Bandora Kemalizm, Komunizm, Baathî, Islamî-tarîqatî û hwd. şikil dayê mejûyê serkerderiyên Kurdan û di nav vê çarcofê de siyasetekê dimeşîn. 

Kengê Kurd dê politikeke kurdewarî, stratejike hişmend, billi perçekirina Kurdistanê, ji dûr an nêzîk, eşkere an jî veşartî ji bo millete xwe bimeşînin? Mafê wî milletî ku ji heyî heta îro hevqas êş û tadeyî dîtiye, ji bo azadiyê tine?  Ev ji ne berpirsyariya serkerderî û rêkxistinên Kurda ye ku millete we rojeke di welatê xwe aram, aşt û azad be?

Bi gazina û gilîyan Kurd sernakavin

Gazin û gilîyê Kurdan li ser desthilatdarên Kurdistanê bê dawî ne û millet dê heta hetayî di bin wan travmayan bijî, heta zarokê zarokên me û dîsa jî zarokên wan tucar ji bîr nakin, wek ku em jî îro bûyerên bapîrên xwe ji bîr nakin û gelek pê diêşin.

Ku Kurd wiha gazina li dewletên wek Tirkiyê, Suriyê, Iraq û Iranê dikin, ma gelo çima Kurd li li ser serboriyên travmatîk û nankokiyên navxweyî ranawestin?

Tirs, ditirisin û lewra jî înkar dikin an jî li ser naxivin. 

Birakujî êdî nema?

Têkçûna referendumê li Başûre Kurdistanê, „windakirina“ Kerkukê, vekişandina Peşmergan ji Şengalê, tinekirina tekoşîna zivîl li Tirkiyê (sedemên navxweyî jî hene), şerê rexistinên Kurdan li Rojava und Rojhilat, dijminitiya kronîk di hinek partiyên Kurdan ne şiklekî din yê birakujîyê ye?  

Ji bo min ev  jî formekî psîkolojîya birakujiyê ye.

Gengeşiya Kurdan li ser meselên navxweyî hema bêje tune û pir dereng maye. Lewra jî, dîrok dubare dibe û rêkxistinên Kurdan nabin yek. 

Belkî Kurd ji ber ne azadbûna Kurdistanê ne amadene li ser şikestinên heyî yên dîroka şexsî û objektîf birawestin?

Belkî ev erkekî nifşeya îro yan hîn siberojê ye ku ev hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin. 

Li gor qaîdeyê pêwîst e ku du nifşe pey hev wan şikestinan hilgirin dest, li ser bixebitin daku bi vê dîroka bargiran re girêdaneke rasterast û nerasterast hebe. Ji ber ku ev niha li Kurdistanê çênabe, divê bê zanîn ku ev bûyerên girîng ên bargirane tenê ji aliyê hin kesan ve, mînak nivîskar, ronakbîr, hunermend ûwd. dibin behsa mijarê, lê nagihîjin hemû gel.

Wiha jî partiyên kurdan bi gotin behsa „Yekîtiyê“ dikin, lê bi rastî hewce nabînin. Ji bo yekîtî û nêzîkbûna mînîmal ya partiyên kurdan fedekarî, xizmet, dirustî, lehengî û şexsetiyeke mezin hewce û car caran ji zarardayin partiya xwe divêt. Ev jî ne wiha hesan e!

Ku ez azadiya fikir û ramana yek mirovekî bixwazim, divê çiqas ne bi dilê min be jî, dive ez azadiya fikir û ramanê hemû mirovan bixwazim. Mesele hevqas rihet e. Lewra jî, divê ez rêz ji her rexistinêke Kurd re bikim ku zarar nede millet xwe, bila li başûr, bakûr, rojhilat, rojava an cihekî din be. Lê dîsa jî qet ne “mecbur im” ji wan rêkxistinan his bikim. 

Bê guman divê neye ji bîr kirin, ku daxwaza gelê Kurd ya axiftinê li ser van mijaran zêde bûye. Ev jî tiştekî gelek baş e. Millet hişyar, zane û welatperwer e û êdi wek pez pişt tu gavanan naçe, ku ne ji bo berjewendiyên welatî be. Ev jî diyar dike kû êdî milletê Kurd birewar û ji siyaseta navxweyî û dervayî baş têghiştiye.

Pirs êdî ev e, rêkxistinên Kurd dikarin şiklekî nû bidin xwe û ji bo Kurdistaneke mezin bitekoşin, an jî evê li ser navê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û rêkxistinî karê xwe wek her car dom bikin?

Partiyên Kurdan (hinek bi taybetî!) amade ne bi hinek empatî guh bidin hev û diyalogeke aşt û wekhev, bilî nankokiyên polîtik, ideolojî û sosiyalizayonên cuda nêzîkî hev bibin? 

Ku rêkxistinên Kurdan li Kurdistanê û herwiha jî Hikumeta Federal li Kurdistanê bixwazin Kurd nêzîk hev bibin, divê tirsa serboriyên navxweyî kêm bikin û li ser dîroka reş û bêguman ya sipî jî rawestin. 

Lewra jî mekanizmeke dîyalag û nêzîkbûnêk hewceye, daku ev hersa û dijminatî dijî hev rakin. 

Ku rêkxistin û partiyên Kurdan, bi taybetî PDK û PKK bixwazin nêzîki hev bibin, divê bi têkilîyên insanî û hem jî stratejîk ji bo çareserîya ve alozîyê birawestin.  Ji bo ve jî hinek faktor pêwist in:

 Rastî (truth), ya ku divê bi xwe jî rûbirûbûneka bi rabihurîyê re bihewîne;

 Rehma (mercy) û insanî girêdayî lêbihurîn û qebûlkirinê;

 Edalet (justice) tevî tezmînkirin û jinûveavakirina civatî;

 Aştîya (peace) girêdayî siberojeka hevpar û halxweşî û ewlekarîya ji bo tevahîya komên civatê.

Piştî ve “lihevhelalkirinê” an jî “lihevhatin” êdî mirov dikare li ser gavên ji bo nêzikbûn Yekîtiya Netewî û avakrina hinek mekaniziman behs bike. Heke ne wiha be, Yekitiya Netewî tenê gotineke wale ye û her partî ji bo xwe kar tine û millet eşkere dixapînin. 

Ji bo ku civatekê ava bikin divê Kurd di nav hev de tevî xweserîyên xwe yên çandî, politik, daxwazên xwe û hêvîyên yen wekhev û cuda nas bikin.

Di dawîyê de bila were gotin ku têgeha yekîtiya netewî û yekrezî di devê herkesî de ye, lê belê serwextbûna li wan ya teorîk û di pratîkê de pêkanîna wan ji alîyê hemû alîyan ve bi qasî ku pêwîst be, nîne.

Bi ser de jî kêmbûna agahî û zanînên bi awayekî empîrîk misogerkirî heye li ser wê yekê, ka kîjan çerx û rêbaz pêvajoyên nêzîkbûn, lihevhelalkirinê teşwîq dikin, yan jî di bin kîjan şert û mercan de û kengî kîjan rêkxistin ber bi armanca yekitiya netewî serketî bin û dilê milletê hinekî aram bikin.

İlginizi çekebilir