Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Rewşa rewşenbîrê kurd

Ev belangaz, bê care an jî nezan in?

Di wan rojan de gengeşiyeke ne maqul li ser lêkolînvanê Tirk Dr. Ismail Beşikçi tê kirin. Bêguman maf heye ku nivîs û ramanê Dr. Beşikçi bi zanistî werin rexne kirin. Lê nivîsên erîşkarî şerm û basît e.

Ez niha jî eşkere bêjim: gelek nivîsên Dr. Beşikçi yên ji deh salan heta îro parve nakim û teoriyên wî yên sosyolojî û polîtîk kevnar û ne li goriya globalizma vê sed salê ne. Lê dîsa jî, Dr. Beşikçi bi kar û xebatê xwe ji sedan rewşenbîrên kurd baştir û erenî lêkolîn û analîz li ser kurdan kiriye. Cihê wî di nav rewşenbîrîtiye de nayê gengeşe kirin.

Li ji şûna em li ser rewşenbîrekî hêja û dîrokî, Dr. Ismail Beşikçi, birawestin, em li ser rewşa rewşenbîrên kurd niqaş bikin ne baştir e? 

Rewşenbîrên kurdan heta niha çi kirine?

Mebesta min jî ne eve ku ez rewşenbîrên kurdan rexne bikim an jî wan biparêz im.  Rewşenbîrên kurd ji xwe bi aqil, hîşmend û gellek zane ne û dikarin ji min sed car çêtir xwe biparêzin.

Pir deng û axaftin li ser rewşenbîrîtiyê tê kirin û herkes jî li goriya xwe fêm dike!

Wexta em behsa rewşenbîrîtiyê dikin, gelo em hinek peyva wek „xwende, akademîk, zanyar, nivîskar, hunermend, lêkolînvan û rewşenbîr“ tevlîhev dikin? 

Mirovek dikare xwende be, zanko bi dawî kiribê û xwedî pîşeyekî bilind be, lê ev nayê vê wateyê ku rewşenbîrek e. Professorek di mijara xwe de pîspor û zane ye, lê ne şerte ku rewşenbîrek be.

Bê guman ji ber hinbûna metoda xwendinê ev ji bo ku bibe rewşenbîrek maqul e, lê herdem têr nake. Li aliyê din, mirovekî ‚nexwende‘ be, lê di afirandina, raman û fikir de jîr be, dikaribe analîz û şiroveyên baş bike, li gori min ev rewşenbîrek e.  

Ji xwe heta sedsala 18 an de tu kesî peyva „rewşenbîr“ (intellectual) bi kar ne diannî. Di vê demê de zêde peyva “fîlozof [philosophe]” dihat bi karanîn. “Fîlozofek” jî ew kes bû ku pirs û kêşeyên çaresernekirî yên civakê didan ber xwe, ew analîz û dawî û çareser dikir. Ango mesele qabîlîyeta naskirin, analîzkirin û hewldana guhertinan ji bo civakê ye û di dawîyê de mesele “mentiq” û “hêza hizirînê” ye.

Rewşenbîrên kurd di civakeka rêûresmî, dîndar û feodal de ya ku heta niha azadîya civakî, sîyasî, aborî, dînî û cografî nejîyaye, peyda bûye. 

Ji ber vê yekê divê meriv rewşenbîrê kurd li gorî terîfa Sartre bi cih bike, rewşenbîrê kurd ew kes e ku li dijî sîstemên zilmê yên gelê xwe bi rengên cihê, lê bi piranî hîn gelekî edebî û nivîskarî, dixebitin. Di vê de şert û mercên civakî, şerê li dijî zilmê, êşkencê, şîdetê û koçberîyê bi roleka girîng radibin, ku meriv dikare di edeba kurdî de ji 1400 salan û vir ve tesbît bike.

Rewşenbîrên dînî yên ku dikarîn binivîsin û bixwînin, di nava xelkê de û bi xelkê re dijîyan, di rabihurîya vî gelî de ji bo azadîya wî bi dewreka taybet rabûn. Kêm arîstokratan û bûrjûwayan ber bi dawîya sedsala 19em fikrên neteweparêzîyeka kurdî bi pêş xistin, ew jî sereqet di bin bandora sîstemên serdest ên li Rojhilatê Nêzîk û Navîn de bûn.

Paşê hewl dan fikrên şoreşger û civakî yên ji bûrjûwazîya ewropî ya ji Fransayê, Almanyayê û Yekîtîya Sovyeta berê di civaka Rojhilatê Navîn, ji rêûresmê û feodal bi rengekî bi cih bikin, ev yek heta roja me ya îro bi ser neketîye.

Ji bo vê yekê tevgerên bi awayên demokratîk û pir tundrew pêk hatin, ên ku rahiştin desthilata sîyasî li ser gelê kurd û bi vê yekê rewşenbîrên kurd di pratîkê de bi tu rolê ranebûn. Ji ber gefxwarina misêwa û bi rastî ya rewşenbîran, nîqaşeka vekirî û demokratîk di biwara îdeolojîyan û sîyasetên wan de pir zehmet bû.

Lê îro, di dema globalizmê de û hinek destkeftiyên kurdan divê em ji xeyna Satre guh bidin dîtinên Foucault. Li gori Foucault demên borî de rewşenbîrê “vîjdanê” civakê bû, rexnegirekî bi aqil û hêza hizirînê bala merivan dikişand ser pirsgirêkên cihêreng û ew hişyar dikirin. Li gorî adetê berê yên ku xwedîyê fonksîyoneka bi vî rengî zêde nivîskar bûn.

Li goriya min jî, rewşenbîrên kurd niha ketine vê asteyê divê gellek tiştan biafrînin û bidin naskirin, bixwe bibin qewetek duyemin ligel partiyên siyasî. 

Rewşenbîr û siyaset bi hev re çê dibe?

Bêguman rewşenbîr divê bi qada sîyasî re jî pirr elaqedar bibe. Bi vî awayî rewşenbîr xwedîyê mandaya gel e, bêyî ku li parlamentoyekî rûne an jî berdevkê îdeolojîke siyasî be. Ew bêhtir bi naverokên îdeolojîk ên sîstemên hêzê re mijûl dibe û alternatîfên wan pêşnîyaz dike. 

Lê dewra rewşenbîrên kurd gelekî zehmet e, lewra civaka kurdî bi dîroka xwe û bi geşedana îro pir tevlîhev e. 

Ew tevneka ji daxwaz, hest û reaksîyonan e, lê belê berîya her tiştî du daxwazên reng didin civakê derdikevin pêş: azadîya gelê kurd û qebûlkirina nasnameya kurdî. Li ji tunderewiya desthilatdarên Kurdistanê û bindesxistina wan di nav partiyên kurdan de nîqaşeka vekirî û demokratîk di biwara îdeolojîyan û sîyasetên wan de pir zehmet bû, îro jî zehmet e. 

Milletê kurd jî herdem ji rewşenbîran his nake!

Rewşenbîrê kurd di şerekî misêwa de ye bi civakê, nakokîyên wê yên ew derxistî holê re. Bi vê jî herkes kefxweş nabe. Lê dîsa jî, di heman demê de divê ew van nakokîyan nas bike û bi gelî bide zanîn, ev yek jî di pêkanîna pratîk de hema hema ne mimkin e. ji bo vê jî zanîn, nêzîkbûna gel û metodên maqul pêwist in.

Forumeka bi rastî, an jî toreyeke ya rewşenbîrê kurd nîne, lewra yekdestdarî di destê partîyên sîyasî de ye û bi tenê ew rewşenbîrên xwe li gorî van îdeolojîyan eyar dikin û dev ji fikr, têgihiştin û xwe-îfadekirina azad berdidin. Lewra jî rewşenbîrê kurd di nava civaka kurd de ne xwedî cihekî baş e, meriv bawerîyê pê naînin û xwe jê dûr dixin.

Dîsa jî rewşenbîrê kurd timî pir çalak e, hinekî tecrîdkirî be jî, dîsa jî her bêwestan çalak e, li derfetan digere ji bo guhertinên civakî û sîyasî di nava gel de û di nava sîstemên zordest de.

Mînak di wan 70 salên borî de berhemên kurdan wek pîrtûk, kovar, rojname û berhemên medya rekor li ser rekoran şikandin. Ticar di dîroka Kurdistanê de wek îro hevqas pirtûk, rojname, kovar deneketin e. Mijara televizyon, sosyal medya, dokumentatsyonan, şanogerî, dengbêjî, rêzefilm û hwd. qet behs nakim. Ev jî bandoreke mezin li ser fikir û raman dike. Bêguman qalîte ne gellek baş e, lê yê baş jî hene û dê hêdî hêdî baştir bin!

Kêm sedsalên din hene ku wekî vê sedsala borî ya îroj bi awayekî evqasî bi lez rê li ber guhertinên civakî û sîyasî li nav kurdan vekirin. Serhildanên kurdan, pêkhatina nîvdewletî heta dewletî li başûrê Kurdistanê, serkeftinê kurda li Rojava, berxwedana gelê kurd dijî terorizma navnetewi gellek paradigmên kevn guhertin û birrînê kevn nû kirin, wek li Roboskî, Şengalê û Efrînê.  

Billî hertiştî, li goriya min, rewşenbîrê kurd dikar bibe ev kes e ku dibe xwedîyê zanînê û vê li gori demê kar bîne û di heman demê de bi neheqîyên heyî û nakokîyan bihise û wan eşkere bike. 

Problem tin in, bê guman gelek in. 

Mînak forumeka bi rastî, think tank ya rewşenbîrê kurd heta îro nîne, lewra yekdestdarî di destê partîyên sîyasî de ye û bi tenê ew „rewşenbîrên xwe“ li gorî van îdeolojîyan eyar dikin û dest ji fikr, têgihiştin û xwe-îfadekirina azad berdidin. Ev dest ji rewşenbîriyê berdidin, mejû û destura hizirandinê heps dikin. Ji xwe bi xêra wan „rewşenbîrên partiyan“ û desthilatdariya partiyan rewşenbîrên kurd di nava civaka kurd de ne xwedî cihekî baş e. 

Dîsa: Rewşenbîrê kurd herdem gellek çalak e, hinekî tecrîdkirî be jî, dîsa jî her bêwestan çalak e, li derfetan digere ji bo guhertinên civakî û sîyasî di nava gel de û di nava sîstemên zordest de. Ev di bûyerên Şengalê û Rojava de de xuya bû. 

Lê heta rewşenbîrê kurd bi kar, fikir, raman, nivîs û lêkolînên xwe nebin quwetek di nav milletê xwe de, evê nayên qebulkirin. Ji xwe partiyên siyasî tiştekî wiha naxwazin û ev eşkere an jî veşartî rewşenbîrê kurd yê serbixwe tecrîd dikin.

Tevî sîyaseta reel û şerê gelê kurd yê dirêj, hiskirin û evîn an jî hev tehmulkirin bi sempatîya merivan ji bo hevdu dikare bibe beşeka girîng ya çandeka nû. Bi guhertina hinek paradigman û bi fikrên nû û bi dîyalogê têgihandin ji bo azadiya milletekî mimkin e. Ev gaveka pêşî û girîng e ber bi mentiqekî nû û global yê sîstematîk ve, ji mentiqekî nû yê çandî yê ku kurd pir pê hewce ne.

İlginizi çekebilir