Prof.Dr.İlhan Kızılhan: Raperîna û reberiya dîn di polîtîk û civakê de

Ev ji demeke dirêj ve, bi taybetî li Rojhilata Navîn, dîn wek baweriyekê nema ye, ev bûye perçeyekî polîtîka rojan e. Desthilatperest bi ol û polîtîk sintezeke gelek tehluke afirandin e. 

Ku tenê em wêneyên beriya 30 heta 40 sal an li arşîvan binêrin, tê diyar kirin, ku jin û jiyan liberalizm, serbestiya jiyanê û hizir li goriya îro gelek pêşketî bû.

Berê tu kesî li kesên din li ser baweriya wî, ola wî pirs nedikir û kesî cînar û der û dorê xwe kontrol nedikir, ka ev ji çi bawer dike, diçê mizgeftê, rojiyan digere an jî endamê parityeke dinî ye an na.

Li ser navê dîn û xwedê dewlet û rêxistin ketine li ser şopa perjwendiyên xwe. Li ser navê xwedê û dîn mirovan talan dikin, dikujîn, birçî dihêlin, mirovatiyê tine dikin. Bi taybetî dewletên wek Tirkiyê, Iran, Iraq û Suriyê siyaset û dîn bi hev re dimeşînin. Herkes li goriya xwe ol wek lastîkekê li aliyê xwe ve dikşîn e.

Wexta ev dewlet û hizb li hev nekin, herdem yên din wek kafiran sucdar dikin. Kî kafir e? 

Bi vê re jî, ku dewlet û rêxistin li ser navê îslamiyetê  desthilatdariya xwe zexm dikin, an jî li ser nave îslametiyê îdolojiyên radîkal ava dikin, herwiha komên dînî yên mîna Elewîyên Xirîstîyanên, Yarsanî, Bahaîyên, Sabahî, Êzîdî û gelek komên din jî,  ol kirine rojeva siyaseta xwe ya seranser.

Ev ne tenê ji bo mafên xwe yên rewa yên tetbîqa azad a ola xwe û qebûla bi awayekî fermî ji alîyê dewletê ve di têkoşin, belê, ew herwiha jî, ji bo bandora sîyasî û xwedîparbûna di dewletê û heremê de jî ditekoşin. 

Eger ol ne bi tenê weke bawerîyê, lê belê weke nasnameyêke û rêberiyekê polîtîk were dîtin, hingê alozî dê di nav olan bi xwe û bi dewletê re mezintir bibin. 

Hinek dewlet jî, destpêkirin e ku li ser nave ol wek aletekî hemî babetên jiyanê wek dîktatoriyekê kontrol dikin. Êdî bi navê dîn azadî, merhemtî, wekhevî tê qutkirin. Bi nexweşiya dualism, ya xêr û nexêr, kesên baş û nebaş, civakê du alî dikin.

Bêguman ev “polîtikperestên-dîndarî  herdem baş in“ û yê ne wek wan dihizirin bê xêr, xirab û divê werin tinekirin. 

Bêguman olên kêm jî, êdî destpêkirin e ku nasnameya olî li pêşiya nasnameya netewî an jî etnîkî dibînin. Ev pêvajoyeke metirisiyê ye û dê gelek nagokiyan di nav civakê de peyda bike. 

Bila şaş neyê fêmkirin: Her ol xwedî maf û rêz e û dive were qebûlkirin û bibe xwedîpar di nav gel û di nav dewletê de. 

Lê çiqas dewlet û partî li ser yek oleke desthilatdarî bimeşîn, bila Sunnî an jî Şîi be, û oposisyonêneke lîberal tine be, olên kêm dê ji dewleta îslamiyeta desthilatdar dûr bikevn.

Ev jî tê wateyê ku nagokî heta herîş û kuştin dê li ser navê dînî zêdetir bibin û civakê perçe bikin.  Ji ber komên îslamî ango sunnî û şîî bi sazumanî û hewldanên xwe bandoreke mezin li ser gel û siyasetê dikin, îro olên weke elewîyan, xirîstîyanan, sabahî, yarasanî û êzdîyan jî dixwazin xwe nû-organîze û çêbikin.

Belê, bêguman ev rêxistin hîna di pêvajoya xwe ya destpêkê de ne. Ew di heman demê de reaksîyonek e li dijî îslamîzma li Rojhilatê Navîn de ye û her diçe xurt dibe. Weha dîyar e ku ew di heman demê de şûna bereyên sîyasî yên heta niha heyî ango “rast û çepê” digirin.   

Olên kêm dizanin ku nikarin bi şer serkevin. Ku ev mafên xwe yên siyasî negirin, dê hêdî an jî lez ji wan dewletan birevin. Belku jî ev e ku olperestên radîkal û dewlet vê dixwazin? 

Ol di siyaseta dinyayê de jî bûye hêzeke herî bi bandor. Heta îdeolojiyên netewmendî, nijadperest, sosyalist û demokrat ser nav û naverokên dînî dinya û siyasta xwe êdî şirovê dikin. Heta ateîst, angnosit, zanist û hwd. di bin zayinî de di axaftinên xwe de zêde gotinên dînî bi kar tînin. 

Heke em li dînî weke hêmaneke xweser û ji hêmanên din ên çandê qut binêrin, hingê em dikarin li Rojhilatê Navîn behsa “clash of religions and statesystems” bikin. 

Olên Rojhilatê Navîn wiha dîyar e ne bi tenê nêzîkatîyên bawerîyê bi pêş dixin, ew herwiha awayekî nû yê îdeolojîyan jî bi pêş dixin. Ev wiha jî, rêxistinên taybet, waqif, dibistan zanîngeh heta nexweşxan û hotelên li goriya hewcetiyên xwe didamezrînin û jiyaneke paralel dimeşînin, heta hemî sistema aborî û dewletî bikve bin destên wan.

Ev îdeolojîyên dînî nêrîneke li dinyayê ya îdealîst û jîyana piştre pêşkêş dikin. Piştre ev bi awayekî pirr zelal û berçav bi qaîdeyan tê dîyarkirin ku herkes li gorî şertên wan bijî. 

Ev zêdeyî bîst sal e mirov dibîne ku pir caran ev îdeolojîya dînî dibe sedemên alozîyê di nav gel û di nav dewletan de bi şîddeteke hovan wek li Rojhilata Navîn, Afganistan, Pakîstan, hinek dewletên Afrîkayê ku li ser nav Xwedê her roj li ser kolanan hev serjêr dikin. DAIŞ jî, minakeke ku çi anî serên Êzîdiyan, Kakiyan û Şîîyan. 

Ev saziyên olî hewl didin, wek DAIŞ lê bi maskeyeke din, ku ol bikin îdeolojî. Wiha jî dixwazin ser rastîya pêkhatina dîrokî û civakî ya nirxên modern û hesasîyeta bipêşketina şaristanîyê birawestînin. 

“Relîjîyonîzm”, ango ku ol bi aliyê ideolojîkirinê ve diçin, bûn e û dê bibin krîza bingehîn û veguherînên civakî yên sereke li Rojhilatê Navîn.  

Ew nexasim jî, bersivê dide krîza siyasî ya dewletên netewe li Rojhilata Navîn û dûrmayîna wan ji demokrasiyê û mafdayîna azadiyê.  Sedema vê krîzê jî, herwiha guherîna civakî-aborî ya bi lez a dehsalên bihurî û tepisandina komên dînî û etnîk ji bêhtirî 500 salan û vir ve ye. 

Dewletên wek Surîyê, Iraq û Tirkiyê heta Misrê soza xwe ya serxwebûna azadîya her ferd, komên dînî û etnîk û demokrasiyê bi cih neanîn.  Ev niha hesabî giran didin, daku gel ji azadiyê û demokrasiyê dûr hîştin. 

Ev fenomenya relîjîyonîzm êdî di nav milletê Kurd û partiyên wan de jî belav bûye. Kurd û partiyên wan çiqas bixwazin an jî nexwazin dikevn bin bandora vê pêvajoyê. Milletê Kurd jî, ol û şikildana jiyana xwe bi girêdaniya ol ve ji berê pêwisttir dibîne.

Bi taybetî kurd divê dîrok û hebûna xwe ji bîr nekin, ku herdem ev welat cihê pir rengan, pir-ol û pir-çandan bû, ku ev jî bingehên mirovatî , demokrasî û azadiyê ne…

 

İlginizi çekebilir