Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Pêşdarazên me û Şivan Perwer

Li ser hebûn û dîroka Êzîdiyan ez bawer dikim ku xwendevanên hêja kêm zêde baş agahdar in. Lê di wan demên dawî de gengeşeyek li ser Êzîdiyan û mafên mirovan, bi taybetî ji aliyê Şivan Perwer û hinek  Êzîdiyan bi dawî nabe.

Gengeşeyek bi heste û bê zanistî li ser Êzîdayetî tê kirin û wiha tê amaje kirin, ku hemî Êzîdî paşketî, nezan, hov û kujer in. Pirsgirêkên Êzîdiyan yê navxweyî tinin? Bêguman zêdê hene. Lê pirsgirêkên Islamiyê, Xiristiyaniyan, Cihuiyan û hwd. tinin?

Pirsgirêkên Kurdan bi gelemperî li ser tund dijî jinan, sinetkirina keçan, kuştinan mirovan li ser navê namûsê û olê, talankirina Kurdan ji aliyê Kurdan, dijberiya rêxistinên Kurdan tine? Bêguman heye. 

Şivan Perwer û hinek Kurd ji Êzîdiyan çi dixwazin?

Şivan Perwer, çiqas bi niyeteke baş jî li ser Êzidiyan li ser rêya sosyal mediya diaxive jî, di encam de haqret û bê rêziyê dike. Belku bixwe jî pê nizane. Ev heste, ev qehir û erîşkarî ji kuderê tê? Herwiha jî, hinek Kurd jî beşdarî vê gengeşiyê dibin û li goriya min wiha alikariya Êzîdiyan nakin, ev Êzîdiyan ji hev cuda, perçe dikin; Êzîdiyan dikin dijminê Êzîdiyan û Kurdan

Ji xwe pirsên Êzîdiyan yên navxweyî wek olî û civakî  gihiştine asteyeke bilind û pirr tehluke.  Bi derfeta agahdarî û ragihandin, hejmareke bilind rewşenbîr û lêkolînvanen Êzîdiyan û hinek komên wan nasnameye Êzîdyatî, dîroka xwe, şert û tebaxên Êzîdayetî ji dema Şêx Adî heta îro û siberoja Êzîdiyan li ser maseyeke operasyonê rêz kirin e. Tu kes nizane ka ev operasyon bi seqetbûn, mirin an jî jiyanmayin dawî bibe. Şivan Perwer çima dikeve nav  wê operayona mirin û mayinê ku jê fehm nake?  

Ez eşkere bêjim:  

Çi dibe bila bibe, tenê Êzîdî dê li ser dîrok û siberojiya xwe biryar bidin. Ev ne karê Şivan Perwer û kesên din e.  

Rêxistin û hizbên kurdan jî li Şengalê û Ewropa li goriya xwe dikevin nav vê gengesiyê. Ji şûna alîkariya Êzidyan bikin, li pişta wan bin, ev ji bo perjewendiyên xwe yên hizbî û îdeolojî bi destê xwe kêrê tûj dikin.  

Mijara me herwiha pêşdarazê ne, ango dîtin û baweriyên ne rast li ser kesan û koman. Lewra ez ji  we re behsa çirokekê bikim: 

Mêrekî kalepîr li xwaringehekê runiştiye û şorbek xwestiye. Ev radibe ser xwe diçe destê xwe bişo. Wexta wedigere li ser masa xwe dibîne ku jineke ciwan û biyanî li ser maseya wî runiştiye û bi kefcîyê xwe şorbê vê vedixu. Ev mêrê kelepîr jî rûdinê û bi kefçiyêxwe eynî şorbê di yek teyfikê de vedixu. Dawiyê ev jina biyanî radibe û du çay an tîne û bi hev re vedixwin. Lê herdu bi hev re neaxivin. Ev bi zimanê hev nedizanin! Ev jina biyanî û ciwan dawî radibe û diçe. Merê kalepîr li ser masê dinêrê û dibîne ku kîsê wî yê peran winda ye. Ev kalepîr ji xwe re dibêje: „Min dizanî bû ku ev biyanî ne ji bo xêrê li ser masa min rûnişt bû, şorba min vexwar û dawiyê jî perê min dizî. Ev biyanî hemû diz û xirab in!“

Ev kalepîr xemgîn bû rabû ser xwe û berê xwe vegerand li ser masa din. Wî dît ku kîsên wî yên diravan li ser masa din e û şorba wî jî li ser masê wî ya rast sar bûye. Kalepîr bi şaşitî li ser maseya wî biyanî rûnişt bû.

Ev çîrok behsa mirovperwerî û pêşdarazan dike. Çiqas xemgînî ye ku em bi pêşdarazên xwe dikarin civakekê ji hev perçe bikin û bê-vîjdan em erîşî hev bikin. 

Ka tene rojekê li sosyal mediya kurdan temaşe bikin: Nefret, bê-tahmul, rexneyê dervayê mijaran, êrîşî şexsan û koman! Kî cephek, ramanek, olek an jî tariqatek ji xwe re bijarti bê, ev kor û kerr dibe ji nêrînên din. Rast e, kurmê dare ji dare ye…

Bêguman mafê tu kesî tine ku gotinên bê tahmul li Şivan Perwer bikin. Kî tiştekî wiha bike, nezan e, cahil e, provaktor e. Di vê meselê de ez bê dawî li benda Şivan Perwer im. Lê dîsa jî gotinên wî tijî pêsdareze ne himberî Êzîdiyan. 

Li ser mebest û armanca dijminan ne heweceyî gotinekê ye. Lê çima hinek Kurd û Şivan Perwer hevqas erîşî dikin; derd û kulên birakujî hêjî  derman nebû ye? 

Lê beriya ez li ser vê pirsê biraswestim, dixwazim çirokeke din ya pîsporê ragihandinê Watzlawîk bi hingek guhartinan ji we re parve bikim:

Husen weneyekî ciwan ji xwe re sitandiye û dixwaze li dîwarê xwe darve bike. Lê çakuçê Husen tine. Ev dixwaze here ligel cînarê xwe Memo û jê çakûç bixwaze. Beriya ku biçe, dikeve nav fikir û ramanan „Ya, ev Memo ecêb e. Ev çi cinar e, herdem dilsar e û zor silavekê dide. Rast e, duh min wî li derva dît û silavek qut da û li halê min qet nepirsî.  Çima? Ji xwe tukes ji Memo his nake, mirovekî genî ye. Kesek silavê lê nake. Xwedê dizane tiştên wî yê veşartî çi ne.  Ma gelo min çi kiriye ji wî cînarî? Rojekê nehatiye û çayeke min venexwariye.

Çima wiha ye? Xêrnexwaz qet ji min his nake! Lê ev çima dijminitiya min dike? Ji xwe di çavê Memo de diyar e ku ev dijî min û malabata min e. Min dizanîbû Memo mirovekî gellek xirab e. Ey Memo, tu bibînî xirabî çi ye! Memo bisekine, ez hatim. Ji xwe ev sêgbav çakûçê xwe nade min. Husen bi hers diçe ber deriyê Memo û him li zengil dixe em jî bi destê xwe li derî dixe û bangî Husen dike: “Kuro derî veke!” Wexta Memo bi rûyekî kên û xweşhal derî vedike, Husen bang dike:”Kurê nizanim çi, ez çakûçê te naxwazin. Cakûçê xwe bike nizanim kuderê…” Hûn domandina axaftina Husen dikarin texmîn bikin.

Kurd, civak, ol û partiyên siyasî, çima hevqas himberî hev bi pêşderaze ne? Çi gotin li ser serkerderiyên Kurdan, li ser rewşenbîran, ol û mezeban, partî û civakê tên gotin?  Car caran di sosyal mediya de xeber û gotin ku hevqas bê ehlaq tên nivîsandin ku nayên gotin. Hinek nivîskar, rojnamevan û ji xwe siyasetvan maşala eynî li vê defê dixin, “xwe ji tu kesî kêm nakin”.  Axaftin û nivîsên tijî pêşdaraze û gelek dûr in ji hevgirtin û zimanekî aştîyane. 

Herkes dizane ku ev pêşdaraze yê ne rast, tijî agresyon tenê yek armanca wan heye: 

Êşandin e! 

Ev jî tehlukeyeke mezin e. 

Wexta Şivan Perwer li gor bawerî û îdeolojiya xwe li ser dinyayê Êzîdiyan şirove dike, bila baş zanî be ku wan diêşînê.  Ji ber îdeolojî an jî kategoriyên riziyayî di nav halekî amok de wiha êrîşî dike, êdî dijmin qet ne hewece ye. Ev psîkolojiya “ne ji hev-hiskirin”, hev ne-tahmulkirin û pêşdaraze divê rabe, eger em nexwazin di nav behra nefretê de dilê xwe yê şikestî winda bikin. 

Ji bona ku ev pêşderaze kêm bibin, divê em hemû çi bikin?

Pêşî hêja ye were zanîn ku ev nefret ji bêcareyê tê.  Belkû jî ev bêcaretiya me ji bêcaretiya himberî dijiminê millet me tê. Em jî, ji ber vê bêçaretiyê “çavê hev derdixin? 

Beriya hertiştî divê em dikaribin hinekî hev nas bikin. Em siyasetê û olan bidin aliyek e. Wexta em bi hinek meraq û empatî xewn û xeyalê hev dizanîbin, emê têbigihîjin, ku em hevqas ji hev ne cuda ne. Çawa di wan salên dawî de her neferekî kurd êş û tadeyên gelê xwe li Şingalê û Afrînê parve kir, wiha jî hewceye ku em raman û çand, mejû û dîroka her hizbekê, her olekê û her kurdekî nasbikin, cudayî qebûl bikin, ji bo perjewendiyên gelê xwe em hev temam bikin.

Êzîdayetî olek serbixwe ye, pirs hene û dive ji aliyê Êzidiyan werin careserkirin. Piştî karaseta Şengalê Êzidî li dinyayê belav bûn e û hejmarek ku her roj kêm dibe li başûre Kurdistan di rewşeke gelek xirab de maye. Piştî karesetê herdem karesata herî mezîn piştre destpêdike û ne diyare ku Êzîdî dê di nav 40 heta 60 salî li vê dinyayê wek komek, wek olek bimîn an jî wek li Tirkiyê tamamî tine bibin. Di vê dema zehmet û berxwedana jiyanmayinê de Êzîdî ne hewceyî “aqilmend û rewsenbîran” in ku bi nizmî û pêşdareza li ser Êzidiyan diaxivin. Êzîdiyan kêm nekin, li benda wan bin wek xuşk û bira. Ku ev jî nabe, Êzîdyan rihet bihêlin.

İlginizi çekebilir