Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Bavê Şêx – Mirovekî humanist û şexsetiyeke vê sedsalê 

Bavê Şêx li Lalişê li meclisê rûniştiyê. Em bi 30 keçên êzidî ku ji destê DAIŞê rizgarbûnê dikevin nav meclîsê û silav li Bavê Şêx dikin. Bavê Şêx rabû ser xwe û wexta ev keçan dîtin, dilgrî bû û bangî min kir “were li gel min rûnê, ka em çi bikin?”,  destê min girt û berneda. 

Her keçek hat gel wî. Wî jî, silav kir û enya wan maç kir, destê xwe danî li ser serê wan, wek hemû zarokên ber dilê wî bin û duha kir. Duhayên alîkarî, insanî, bê nefret û hers. “Hûn şaneziya hemû êzidiyan e, hûn helal in ji herkesî zêdetir, hûn bi xêr hatin nav milletê xwe, keçên min! Xwedê bi were be, Tausi Melek li pişta we be….” Hemû keç giriyan, meclîs ket hav hêstiran wek rûbarek, hinek ji hij ketin erdê û hev hembez kirin. 

Tiştek ji destê Bavê Şêx nedihat ku êzidiyan ji ber ve karesata 2014 an biparêze. Heta ev û cenabê Mesut Berzanî ligel hevruniştin û herdu serok wek zarokan li ser hev de giriyan, hêstir barandin. Bê çare bûn! Lê mirov bûn, dilşikestî, neçar bûn dijî fermana êzidiyan. 

Ev bû Bavê Şêx! 

Piştî 25 salan reberê ruhanî yê êzidiyan, şêxê mezin çû ser dilovaniyan xwe. Walayekê mezin li pişt xwe hîşt. Bi jiyana xwe, bi karîzma û şexesetiya xwe him li nav milletê xwe û dinyayê bi bandor bû. Lihevhatin dixwest daku rojekê millet wî ji wek her milletekî azad be û bi çand û ola xwe bijîn. Ev ne xwestineke mezin bû, lê rojhilata navin ev xwestinêke mezin e, xwestineke ku êzidî zêdeyi 1400 salan dixwazin, bê encam û herdem ferman li ser fermanan dijîn, heta îro.

Bi mirina Bavê Şêx demeke nû, ya nediyar ji bo êzidiyan destpêdike. Paşeroja êzdiyan ne diyar e. Di roja mirina Bavê Şêx de hêjî êzidî bê mal û war in, di nav cadiran, bê hêvî ne, nezanin sibê heye an tine. Mixabîn, bi mirina Bavê Şêx ev jenosîda dijî êzidiyan ku  ji kokê ve hejand, dîsa nû bû û hertişt anî ber cavê me.

Êzidî çiqas bixwazin jî, ev êdî nabin wek beriya fermana 2014 an. Ev travama, ev bûyer jiyana wan ser û ber kir. Ev bûye  birîneke reş û xedar, birîneke derûnî ya herdem, her roj, her kat li ber cavê mirov wek filmekî derbas dibe. Ev bûyer di nav mejûyê mirov  de bi cih bûye û tucar jî winda nabe. 

Ji ber ber ku ev jenosîd xwest mirovatiyê bi xwe bikuje. Yê ku hinekî di vê dema zehment û tarî de hêvî dida êzidyan, Bavê Şêx bû, lê ev jî û, çû, çu û nema wedigere. 

Lê dîsa jî, Bavê Şêx mîraseke mezin, ya teolojî, ramanî, humanistî ji bo millet xwe hiştiye, ku divê êzidî lê xwedî derkevin. Bavê Şêx her dem tifaq, lihevhatin, merhametî, mirovatî û bextewarî dixwest.  

Mirina Bavê Şêx gellek ferq û bi wate ye. Iro şînê, lê sibê dê bibe hêviyeke bi şahî û ronî ji bo siberojeke aşitî û azadî. Bila ev şîn bibe sedemên şirovekirin û ne-jibîrkirinê.

Roja koça dawî ya Bavê Şêx, 1ê cotmehê, bila bibe roja bîranîn û bibe îlham ji bo nasîna paşerojê û bibe derfetek ji bo dermankirina wan birînê salên dawî. 

Lewra jî ev mirin çiqas bi êş û tadeyî be jî, divê Bavê Şêx neyê ji bîrkirin, nifş bi nifş. 

Bavê Şêx êdî bû stêrkek li gerdûna bê dawî. 

Êzdî divê di nav wî agir û dojeh de destê xwe ji jiyanê qet qût nekin. Divê bijîn!  Ev jî mîrasa Bavê Şêx, serokê rûhanî yê êzidiyan e. 

Her dilê Bavê Şêx şad û bextewar, di nav nûr de be û giyanê wî herdem li gel me be.

İlginizi çekebilir