Pirtûka nivîskar Mihyedîn Nahrin: Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan derket

Pirtûka nivîskar Mihyedîn Nahrin bi navê Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan derket. Pirtûk aliyê weşanxaneya nûbihar hatiye çap kirin.

Weşanxaneye nûbihar ji bo pirtûka Mihyedîn Nahrin ev agahiyên dide:

Çîrok, tenê tiştên xeyalî nînin. Di eslê xwe de û bi peyama xwe alavake perwerdeyê ne. Perwerdekarên zarokan dikarin ji bo her rewşê ji wan re çirokan bibêjin yan jî bixwinin.
Em hin caran ji zarokan re çîrokan dibêjin yan dixwinin, lê bêyî ku em hay ji peyam û tesîra wan hebin. Çîrok rê nîşanî zarokan didin û wan perwerde dikin.
Bandora çîrokan li ser zarokan pir e, lewma divê em mezin hay ji çîrokên xwe hebin.
Çîrokên me ji zarokan re gotî, bi awayekî pozîtîf yan negatîf tesîre li wan dikin. Ji ber vê sedemê divê em çîrokên xwe baş hilbijêrin.
Çîrok dê hertim ji zarokan re rêbertiyê bikin. Emanet, hay ji rêberê zarokên xwe hebin!

İlginizi çekebilir