Pfizer: Vaksîna COVID-19 jibo zarokan ji % 90 bi bandor e

Kompanîya Pfizer ku vaksînên dijî nexweşîya COVID-19 çê dike, dibêje ku vaksîna wê ya jibo zarokên 5 heta 11 salî ewle ye û dora 91% jî bi bandor e jibo pêşîgirtina nîşanên vîrûsa koronayê.

Vekolîna Pfizer, ku îro Înê belav bû, di demekê de tê ku Amerîka destûra wergirtina vaksînê jibo zarokên nav van temenan dide ber çavan.

Eger hikûmeta Amerîkî bikaranîna vaksînê erê kir, dibe ku derzîyên vaksîna Pfizer destpêka Mijdarê berdest bibin. Plan ew e ku heta cejna Krismisê hinek zarok bi temamî bên vaksîn kirin.

Benzer haberler

SOHR: Di êrîşa Dêrezorê de fermanderekê Pasdaran û nêzî 50…

Mazlum Kobani: Newroz sembola vejîn û azadîyê ye; Bijî…

Hûrgirîlyên vekolîna Pfizer li ser înternetê belav bû. Tê çaverê kirin ku Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Amerîkayê (FDA) jî vekolîneke xwe ya serbixwe derbarê ewlehîya vaksîna Pfizer jibo zarokan îro belav bike.

Şîretvanên FDA’yê di hefteya bê bi awayekî vekirî encamên vekolîna xwe gengeşe bikin. Eger FDA di dawîyê de bikaranîna vaksînê erê kir, hingê dê Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) biryara dawî bide ka kî dikare vaksînê werbigire.

/voa-kurdish/

İlginizi çekebilir