Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî

Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî yê yek ji pêşengê helbesta kurdî ya nûjen, ku di 30ê Kewçêrê de çû ser dilovaniya xwe, dê îsal cara 10. pêşbirka helbestê bê lidarxistin.

Ciwanên ku heya îro ji pêşbirkê xelat wergirtine, her hewl dane li ser helbesta kurdî xwe bi pêş bixin. Yek ji wan jî(Yehya Omerî) ku sala parîn dîwana xwe ya duyem çap kir, bi mebesta sala 10. di lijneya juriyê de cî digire. Ev, yek ji wan nîşaneyan e ku pêşbirk xizmeteke baş dike ji bo helbesta kurdî.

Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina Zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye. Pêşbirka 10. ji hêla malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin.

Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin ê xwîneran bike ev in; 

  • Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.

 

  • Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.  

 

  • Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.

 

  • Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.      

   

  • Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.

 

  • Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.

 

  • Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.

 

  • Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.

 

  • Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin. 

 

  • Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin. 

 

  • Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û USByek pêve nekirî wê neyên nirxandin.

 

  • Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe. 

 

  • Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin. 

 

  • Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2023an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin.
  • Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin:

 

          Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî 

Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 1. Sk. Nuyap Plaza, Kat: 7, No: 46, Yenişehir/Diyarbakır

(li ser navê Songül Argünağa)

 

  • Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin. 
  • Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin. 
  • Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
  • Kesên xwedî berheman divê di navbera heya 1ê Nîsana 2023an dosyeyên xwe bişînin.

 

  • Pêwendî 

(05434886996)

 

 

Lijneya Pêşbirkê:

 

Îrfan Amîda

Necla Arî

Lal Laleş

Zahir Kayan

Yehya Omerî

 

 

 

 

 

 

İlginizi çekebilir