Osman Özçelik: Salvegera sihemîn a HEPê (III)

Qonaxeke nû: Newroza 1991an a Stenbolê û musîbetek 

Pêwistiya partiya nû bi danasînê û bi dengvedanekê hebû. Newroz!.. Dê Newroz bi hawara me de bihata. Bi rêya Newrozê me ê hem rengê partiyê nîşan bida, hem jî hêza gel a veşartî derxista holê.

Heta wê salê li Stenbolê Newroz; bi komikên biçûk, li malan an li salonên dawetan bi pêncî şêst kesî ve dihat pîrozkirin. 

Me dizanî walî destûra mitîngekê nade. Naxwe me ê li salonekê Newroz pîroz bikira. Belê li kîjan salonê? Salonên herî mezin ên dawetan, bo hezar an du hezar kesan bûn. Qîma me bi çalakiyeke wisa teng nedihat. Pêşniyaza min, salona herî mezin a Stenbolê, “Abdi İpekçi Kapalı Spor Salonu” bû. 

Salona modern a sergirtî, du sal berê ava bûbû. 12.500 rûniştekên wê hebûn. Hevalên me digotin, “Em ê nikaribin salonê dagirin. Di vî karî de rezîlbûn jî heye, bila em nehetikin.” Li ser israra min, ji bo lêgerîna salonê û lêçûnên çalakiyê; Halit Ötün (Sekreterê Stenbolê), Serhat Bucak (Rêveber) û Tacim Demir (Rêveber) wek lijneya lêgerînê hatin peywirdarkirin.

Di kirêkirina salonê de pirsgirêk derneket. Dê bi bihayekî bilind salon bidana me. 

Li gor rapora lijneyê; heqê salonê, lêçûnên xemilandina salonê û lêçûnên din ên wek; kamera, îlan, heqê hunermendan, vexwendname, bilêt, pankart, afîş hwd. Kêm zêde, dê lêçûnên me 120 milyon TL bûya. Di qaseya me de, qirûşek jî tunebû, di ser de, 3 hezar dolar deynê me hebû. (Deynê kirêya avahiyê 1.500 dolar×2 meh) Me ê rîskekî giran hilda.

Li Salona Abdi İpekçi çalakiyeke sporê

Heke me bernameyeka qenc amade bikira, me ê bikaribûya bi peran bilêtên şahiya Newrozê bifirota. Me guh neda kesên ku digotin, “Gel newêrin belaş werin Newrozê, dê ji ku bi peran werin?” Me 15 hezar bilêt çap kirin, dê her bilêtek bi 15 hezar TL bihatina firotin. Li gor hêza her navçeyekê 10 hezar bilêt li serokên navçeyan hatin belavkirin ku wan bifiroşin.

Hesabgêrê partiyê Av. Emîne Ekercî bû. Baweriya min ji wê şikestibû ku ew ê bikaribe vî karî, bi awayekî serkeftî û durist bimeşîne. Min berpirsiyariya karê peran arasteyî rêveberê me, Av. Mehmet Can kir. Mehmet Can, şoreşgerekî berê yê hevalê Deniz Gezmiş bû. Di serdema “Site Öğrenci Yurdu” de, bi hevre gelek çalakî lidar xistibûn.

Baweriya me ya bi wî, bêsînor bû. Hesabgera me Emîne xanim xwe pir aciz kiribû, dê paşê li dijî min propaganda bikira ku ez dijberiya jinan dikim. Ji bo kesayetiya wê ya rastîn derkeve holê, diviya çendek sal derbas bibûna. (Ez ê rojekê bi berfirehî binivîsim)

Li ser navê miletwekîliyê me yê Stenbolê Kenan Sönmez, salon hat kirêkirin, ji walîtiyê destûra şahiya Newrozê hat wergirtin. 

Newroz, li ser navê Navenda Giştî ya HEP ê û şaxê Stenbolê hatibû amadekirin. Me lijneyên amadekarî û birêvebirina şahiya Newrozê wisa tesbît kiribû: Lijneya Bilind a Newrozê: Fehmi Işıklar (Serokê Giştî), Ahmet Karataş (Cîgirê Sekreterê Giştî), Osman Özçelik, Halit Ötün, Serhat Bucak û Tacim Demir.

Fehmi Işıklar serokê lijneyê yê sembolik bû. Li ser navê Navenda Giştî yekcaran Ahmet Karataş beşdarî xebatên amadekariyê dibû.

Lijneya Malî: Mehmet Can, Halit Ötün, İbrahim Barut (Rêveberê Stenbolê) 

Lijneya Ewlehiyê û Amadekirina Salonê: Kenan Sönmez (M.Vekili yê Stenbolê), Mustafa Aksakal (Bakırköy), Ali İncesu (Bakırköy), Hikmetcan Özdemir (Fatih), Sedat Çelik (B. Çekmece), M.Ali Sarıçimen (Kâğıthane), Aydın Biçerman (Bakırköy) 

Lijneya Çapbariyê (matbuat): Latif Özdemir (Eminönü), Kahraman Yılmaz (K. Çekmece), Tekin Fırat (K.Çekmece) 

Lijneya Hunermendan: Arif Sağ (M.Vekili yê Stenbolê), Serhat Bucak, Dilaver Eren (Şişli) 

Lijneya Pêşwaziya Protokolê: Ali Tutal, Uğur Olcay, Hikmetcan Özdemir, Yalçın û Özcan. 

Pêşkêşkarên Şahiyê: Osman Özçelik, Tülay Geyik (MYK)

Bernameya Hunermendan jî wisa bû: Folklor, Koma Şîrvan, Rahmi Saltuk, Besê, Koma Dengê Azadî, Arif Sağ, Ferhat Tunç, Şêrîn 

Şahiyê bi coşeke mezin dest pê kir. Di demeke kurt de rûniştekên salonê tije bûn. Me rê da ku mêvanên me yên ku cihê rûniştinê bi dest wan neketibûn, dakevin zemîna salonê. Zemîn jî tije bû. Hemû korîdorên salona sê qat jî mişt bûbû. Li derve, li baxçeyê salonê bi hezaran kesan hewl didan ku bikevin hundir. 

Gel; bi jin û mêr, bi keç û kur û zarokan ve, bi cilên neteweyî, bi rengên xwe, bi sloganên xwe her derên avahiyê dagirtibûn. Hejmara girseyê gihîştibû nêzî bîst hezaran. Bi rastî em ne li hêviya girseyeke wisa bûn. Tecrubeyeke me ya wisa girseyî tune bû, dest û lingên me li hev digeriyan.

Ji bo ewlehiya çalakiyê sê sed endam hatibûn peywirdarkirin. Belê ew nehatibûn perwerdekirin, nizanîn dê çi kar bikirana. Pirtirên pêywirdarên ewlehiyê, li hember girseya bi coş, ji ser xwe ve çûbûn, di halê transê de bûn. Kom bi kom dest pê kiribûn govend digerandin, slogan diqîriyan, êrîşî hunermendan dikirin ku wan himêz bikin, wan maç bikin. 

Tülay Geyik, bi tirkî anons dikir, navê mêvanan, peyamên pîrozbahiyê û di nav re helbestên tirkî dixwend. Min jî heman anons bi kurdî digot û min helbestên Cegerxwîn dixwend. Gava min helbesta “Leyla Kî ye” ya ku Cegerxwîn li ser Leyla Qasim nivîsîbû xwend, bi çepikan qiyamet rabû.

Axaftina Fehmi Işıklar, stranên hunermendan bi coşeke nedîtî, bi çepik, tilîlî û sloganan dihat destekkirin. Di nav listeya mêvanan de, ku lijneya peywirdar dabû destê me, navê Kürt İdris û Behcet Cantürk jî hebû, me ew jî anons kiribûn. (Dê paşê endamên me yên çepgir, ji ber vê helwestê em bi tundî rexne bikirana)

Xortekî, “Ala Tirk” ku ji aliyê îdareya salonê ve hatibû daliqandin, anî xwarê. Çepikên piştgiriya vê çalakiyê û dengên “yûûh!” tevlihev bûbû. Beşdaran AlaTirk ji destê wî xortî girtin, pêçan û teslîmî berpirsiyarên me yên ewlehiyê kirin. Ew xort, ji salonê hat derxistin. 

Min Ferhat Tunç anons dikir, bi carekê Mehmet Can, ji milê min ez hejandim. Vegeriyam ser wî, min destê xwe da ser mîkrofonê. 

“Xêr e?”

“Başqan, çente wenda ye!”

“Çentê çi?”

“Çentê peran”

Ferhat dest bi bernameya xwe kir, ez çûm cem maseya rêveberiyê. Mehmet Can pir bi telaş digot, “Min çente teslîmî we kir, hûn lê xwedî derneketin!” 

Li ser masê du sê çente hebûn, li erdê jî du sê. Hemû ji nû ve hatin kontrolkirin, çenteyê mehmet Can ê pera tunebû.

Serokên navçeyan li nav wê qerebalixiyê, perê bilêtên ku firotibûn û bilêtên mayî teslîmî Mehmet Can dikirin, wî jî diavêt çenteyê xwe yê “bond”. Di alîkî de jî diçû pereyên ku li gîşeyan kom dibûn, berhev dikir. Kesên ku bilêt bi dest wan neketibûn, ji gîşeyan bilêt dikirîn. Gelek kes bê bilêt derbasî hundir dibûn.

Aloziyek, tevliheviyek, karekî bê ser û ber dihat meşandin. Mehmet Can, çentê peran di dest de, ji maseya rêveberiyê ya li sahnê, heta gîşeyan qelebalix diqelaşt, diçû dihat. 

Ji bo kontrolkirina girseya mezin min nikarî sahne biterikanda. Bi sedan ciwanan êrîşî sahnê dikirin ku hunermendan maç bikin, himêz bikin. Ji sloganên ku bi hezaran kesan bi hevre diqîriyan hunermendan nikarîn bi aramî stranên xwe bigotina.

Axirê bi silametî şev qediya, mêvanên me kêfxweş vegeriyan malên xwe. Her kes kêfxweş bûbûn, belê skandaleke giran, kerasetek, musîbetek bi serê me de hatibû, em hetikî bûn. Me nikarî xwedîtî li çenteyekî bikira, me yê çawa bikaribûya xwedîtî li gelê xwe bikira. Heta sibê xew neket çavên min.

Di civîna roja din de, nehat famkirin ku bûyer çawa qewimiye. Her kesekî tiştek digot û gotinên wan li hev nedihat. Di serî de Mehmet Can, baweriya me bi hevalên me hemûyan dihat, mixabin bûyer zelal nedibû.

Ji ber ku lîsteya hesabê peran jî bi çente re çûbû, kîjan navçeyê çiqas pere teslîm kiriye, ji gîşeyan çiqas pere hatiye, me nizanîbû. Li gor texmîna Mehmet Can, di çentê wenda de, 50-51 milyon TL hebûye.

Di civîna 25ê Adarê ya rêveberiyê de, di serokatiya min de, bi navê “Lijneya Lêgerînê ya Newrozê” lijneyek hat amade kirin. Serhat Bucak û Tacim Demir endamên lijneyê bûn. Hasan Bulut (MYK) dê çavdêriya xebatên lijneyê bikira. Armanc, zelalkirina bûyera wendabûna çenteyê peran û bi tevahî zelalkirina hesabê Newrozê bû.

Lijneyê, di civîna bi rêveberên navçeyan de, yek bi yek dîtinên navçeyan girt. Paşê me dest bi îfadegirtina kesên di şevê de peywirdar bûn, kirin. Nîşeyên xebatên Lijneya Lêgerînê,  ku min di defterekê de nivîsîne, niha hemû li ber destê min in. 

Xebatên Lijneyê didomiya. Hatibû bîra min ku beriya şevê yekî nenas telefonî me kiribû, bi dengekî kelecan, “Hûn şerm nakin, hûn cejna gel bi peran difiroşin! Ma Partî ticaretxane ye?” gotibû û telefon li rûyê me girtibû. Me zêde guh nedabû wê telefonê.

Bi carekê Navenda Giştî xebatên Lijneya me betal kir. 

Navenda Giştî ji sê kesan (Ali Taş, Salih Şahin û Ali Göçmen) lijneyeke navendî peywirdar kiribû. Min bi nivîseke fermî serokên navçeyan şiyar kirin ku ew bi her awayî, bi Lijneya Navendî re bibin alîkar. Mixabin Lijneya Navendî, tenê civînek pêk anî û belav bû. 

Min çend caran berpirsiyarê peran Mehmet Can, xewle kir ku rastiyê ji min re bibêje. Min bawer dikir ku tenê ew bi rastiya bûyerê dizane. Mehmet Can, her xemgîn, bi kelecan, rûzer bû, tenê digot, “Nizanim” Mîna ku ditirse tevdigeriya. Rojekê ji zerfeke spî karteke vexwendnameyan a duqat anî der, şanî min da. Got, “Ev zerf hatiye adresa min.” Pemboyekî bi xwîn di nava kartê de hatibû zeliqandin. Ango Mehmet Can dihat tehdîtkirin. Xemgîn bûbûm. 

Mehmet Can nema beşdarî xebatên partiyê dibû. Ji ber ku wî partî terikand û ev serê sih salan çavên me bi wî nebûye, rastî çi bû, nebû, nehat famkirin. 

A baş ew bû ku perên gihîştibûn ber destê me, têra lêçûnan kiribû.

Bi vî awayî bûyer hat jibîrkirin. Bûyer hat jibîrkirin lê, wek kulekê di ser dilê min de ma. Piştî sih salan be jî, min xwest nîşeyekê li dîroka me ya siyaseta legal, zêde bikim. Dibe ku li ser vê nivîsê hinek rabin li xwe mikur werin an rastiya bûyerê zelal bikin. 

Bi wendabûna peran, wek rêveberiya Stenbolê me derbeke giran xwaribû. 

Belê bi çalakiya Newrozê re, Partî gihîştibû qonaxeke nû…

İlginizi çekebilir