Osman Özçelik: Min çi got rast derket

Dibêjin, “Aqilê her kesî derketiye bazarê, her kesî çûye aqile xwe kiriye.” Her kes ji aqilê xwe razî ye û her kes bi her tiştî dizane. Tu kes nabêje, welleh min bi filan tiştî nizanî, min bîr nebir, ez xelitîm. 

Mirov lixwemikurhatinê wek kemaniyekê dibîne. Mirov ne neheqin ku wisa bifikirin. Gava mirovek di pêşbîniyeke xwe de, an di tevgereke xwe de şaşiya xwe bibîne jî, newêre li xwe mikur were. Dizane ku dê kesên li hember an civak bi xweşbîni lê mêze nekin, dê henekên xwe pê bikin, dê wî bikin mijara pêkenînê, dê wî biçûk bixin.

Ji ber wê ye ku mirov di mijarekê de şaş fikirîbe an şaşiyek kiribe û paşê fikra wî an pêşbîniya wî rast derneketibe, ji xwe re li hincetekê digere, sedema şaşiya xwe li hinekên din bar dike. Çimkî ew qet şaşiyan nake û her tim ew rast difikire, rast tevdigere.

Em hevoka, “min çi got rast derket,” pirtirîn ji devê siyasetmedar û rojnamegerên ku analîz û şîroveyên polîtîk dikin, dibihîzin. Bi rastî, di siyasetê de pêşbîniyeke di cih de; dikare gelek tiştan biguhere, rêya rast nîşan bide. 

Pêşbînî dikare bi riya ferasetê derkeve holê ku ev riyeke sehekî ye, hiskirin e ku ereb jê re dibêjin “Hîssîqablelvûqû” Mirov li ser mijar û bûyerên şênber, nikare pişta xwe bispêre sehekan.

Mirov dikare bi awayekî zanistî (scientific prevision) jî bibe xwediyê pêşbîniyekê. Mirov, li gor tecrube û daneyên teorîk; li gor zagonên pêşveçûnên şênber, dikare beriya ku biqewime ji bûyerên xwezayî an ji bûyerên civakî encamekê derîne, bibe xwediyê pêşbîniyekê. 

Pêşbîniyeke rast; zanîn û zekayê dixwaze, ramaneke kûr, daneheveke entellektuelî lazim e. Ango ji tûrikê vala pêşbîniyeke rast dernayê. Heke ne wisa be, pêşbînî dibe remilavêtin, dibe kehanet.

Her çiqas pêşbînyên mirov li ser daneyên zanîstî hatibin avakirin jî, pêşbînî her car rast dernakeve. Çawa tevger û bûyerên xwezayê her dem dikare surprîzan bike, civak jî dikare pêşbiniyên herî xurt jî vala derxe.

Mirovên ku li ser her bûyerê, li ser her qewimînan pêşbîniyekê diafirînin û îdîa dikin ku pêşbîniya wan ji sedî sed rast e, hene. Psîkiyatrîst, helwestên mirovên wisa wek tevgereke narsîszmê şîrove dikin. 

Hevalekî me yê wisa hebû. Wî bi her tiştî dizanî, li ser her bûyerê pêşbîniyeke wî hebû. Gava me ji wî re digot, “tu şaşî” xwe tore dikir. Li gor wî em kêmaqil, bîrnebir bûn. Hevalekî tirk ê elewiyê ji kevneşopiya çepgiriyê dihat. Bi hestên şoreşgerî tevli siyaseta me bûbû, bi dilsozî dixebitî. Partiyê qedrê wî digirt, peywirên bilind dida wî. Çawa be tirkekî dost bû.

Meha pûşpera sala 1996an bû. Me kongreya duyemîn a HADEPê lidar dixist. Salona sergirtî tije bû, bi qasî salonê jî girseyek endaman li derve mabûn. Wek her kongreyên me coşeke mezin hebû. Salon bi sloganan dihejiya. Ji nişka ve neh deh ciwanên bi rûpoş, posterên Öcalan û alên PKKyê di destên wan de, li zemîna salonê bi sloganan dest bi meşê kirin. Coşa salonê gihîşt asta herî bilind. Serokê dîwanê Hikmet Fidan şiyarî neda ciwanan.

Serokê Partiyê Murat Bozlak li ser kursiyê bû. Çend ciwanan xwe gihandin ala dewletê ya ku ji jor ve hatibû darvekirin. Ala mezin bi ser serê dîwanê û serokê partiyê ve anîn xwarê, posterê Öcalan li şûna alê darvekirin. Provokasyonek eşkere hebû. Ne dîwanê ne jî Bozlak qet tiştek negotin, mîna ku tiştek nebûbe tevdigeriyan, rojeva kongreyê didomandin. Min Bozlak û Fidan şiyar kir ku vê provokasyonê bibînin.

Di navbera Xelîl û Celîl de, bêdeng man. Ji naçarî ez bi xwe derketim ser kursiyê, min bûyer şermezar kir. Televizyonan bûyer bi zindî diweşand, benzin li êgir dikirin, destavêtina “ala pîroz” li seranserê Tirkiyeyê dibû sedema înfialeke giran.

Beriya ku kongre biqede, polisan salon dorpêç kirin. Em nêzî şêst rêvebirên Partiyê hatin kelepçekirin, berê me dan hucreyên polisxanê. Em ê wek rêveberên rêxistineke “terorîst” bihatina darizandin. 

Em vegerin ser mijara xwe. 

Ew hevalê me yê ku bi pêşbîniyên xwe navdar, di nav me girtiyan de bû. Fersenda ravekirina pêşbîniyê bi dest ketibû. Ji xwe ewle, rihet bû.  Got: “Hevalino, qet meraq mekin, dê polis îfadeya me bigirin û me berdin.” Li gor wî dewlet hebû, hiqûq û edalet hebû. Em deh rojan man di hucreyên tarî de. Hevalê me pêşbîniyeke nû pêşkêş kir, vêca got: “Dê dozger îfadeya me bigire û me berde. Ma çi sûcê me heye?” Dozger, em hemî sewqî dadgeha sûcên gian kirin. Hevalê me pêşbîniyeke nû derpêş kir: “Meraq mekin dê dadger me serbest berde.”

Dadger, berê me da hepsxaneya “Elmadağ” ê, ji me hinek jî şandibûn hepsxaneya “Ulucanlar” Me ji hevalê xwe pirsî: “Ka te digot em ê bêne berdan?” Bersîva wî maqûl bû: “Rojname û televîzyonan raya giştî ajîte kiriye, ji bo kerba gel danîje dadger biryara girtina me, da. Dê parêzerên me îtiraz bikin. Va ye ji we re dibêjim, dê me berdin.” Îtiraza parêzeran feyde nekir.

Di hepsê de me bihîstibû ku, dema em di hucreyên polîsxanê de bûn, li Kayseriyê rêya endamên me yên ku bi erebeya xwe vedigeriyan bajarê xwe, hatiye birrîn, sê endamên me hatine kuştin. Bi alên sor û spî tevahiya bajaran hatiye xemilandin. Televîzyon ajîtasyona nijadperestî didomînin.

Polîsan ew xortikê 17-18 salî yê ku ala dewletê anîbû xwarê, girtibûn. Ne me, ne jî ciwanên partiyê, tu kesî ew xortika nas nedikir. Paşê çi bi serê wî de hat, hîna jî em nizanin.

Hevalê me kêfxweş bû. Pêşbîniyeke wî ya nû hebû: “Waye sûcdar hat girtin, dê di rûniştina yekemîn de dadger me serbest berde,” digot. Piştî sê mehan “dozname” ya dozger derket û hat ber destê me. Doznameyeke giran hatibû amadekirin. Diviya me jî parêznameyeka siyasî amade bikira.

Hevalê me, “Doznameyeke vala ye. Dê dadger guh nedê, dê me serbest berdin. Pêwistî bi parêznameya siyasî tune,”digot. Mixabin Serokê Partiyê jî di heman fikrê de bû. “Em ê bêne berdan. Heke em parastineke siyasî bikin, dê me bernedin,” digot. Me guh neda wan. Min û hevalekî parêzer, me dest bi nivîsîna parêznameya giştî kir.

Di rûniştina yekemîn a dozê de, em nehatin berdan. Hevalê me bi dehan sedem diafirand ku em ê di rûniştina duyemîn de werin berdan. Wî qet baweriya xwe ya bi edaleta dewletê wenda nedikir. Li gor wî em kurd, bi pêşdarazî nêzî dewletê dibûn. Edalet hebû, hiqûq hebû. “Çima hûn wisa reşbîn tevdigerin, fam nakim,” digot.

Beriya rûniştina sêyemîn, heta rûniştina şeşemîn jî, wî her pêşbîniya xwe ya ku em ê bêne berdan domand û ji bo em qanih bibin ku pêşbîniya wî rast e, hezar delîl dida pêş. Beriya her rûniştina mahkemê wî çenteyê xwe amade dikir ku em ê herin malê. Belê her car em diman di hepsê de. Hêdî hêdî hêviyên wî yên ku em ê bêne berdan dişikest.

Ji rûniştina heftemîn re rojek mabû. Hevalê me çenteyê xwe amade nedikir. “Çi bû heval? Çima tu çenteyê xwe amade nake, em ê vê carê werin berdan,” me gotê. “Na! Vana me bernadin,” got. 

Em piştî sê sed rojan, di rûniştina heftemîn de hatin berdan.

Di sohbetan de hevalê me digot: “Ev hevalên me yên siyasetmedarên kurd di afirandina pêşbîniyên siyasî de pirr lawaz in. Min digot em ê bêne berdan, wan jî digotin, ‘Na!’ Min çi got rast derket, em hatin berdan.”

Em hatibûn berdan, lê dadgehê 223 sal ceza li me barand. Ên beraat kiribûn jî hebûn. Dadgeha bilind bi hinceta ku Partî bûye rêxistineke îllegal doz vekir. Dema HADEP hat girtin (2003) Me DEHAP vekiribû jî.

Hevalê me yê ku wî çi digot rast derdiket (!) Bi hinceta ku em siyasetmedarên kurd bi kêrî siyasetê nayên, îstifa kiribû, çûbû CHPyê…

İlginizi çekebilir