Osman Özçelik: Kenê min bi wê twittê hatibû

Nivîskarê mîzahê yê mezin ê li dinyayê navdar Aziz Nesin, di sohbeteke me de gotibû: “Dema hêza gel têra şerê dîktatoran nake û nikaribin dîktatoran ji ser text bînin xwarê, gel ‘çekekî ’ din bikar tîne… Ew jî mîzah e, mîzaha reş… ”

Di wê sohbetê de Aziz Nesin, di derbarê darbeya faşîst a 1980yî de, gelek mînakên mîzaha reş dabû. 

Min ê jî sala 1994an li Moskovayê gelek pêkenokên mîzahî yên li dijî pergala sosyalîzma Sovyetê bibihîsta. Gelê Sovyetê digotin me pergal ji cih leqandiye, em ê pergalê hilweşînin. 

… Û biser ketin. Qenc kirin an xerab kirin ew mijara nîqaşeke din e. 

Di nivîsa xwe ya bi sernavê “Mîzaha Reş” ya ku di Nûpelê de hatibû weşandin de min çend mînakên mîzaha reş ya li ser pergala sosyalîzma soviyetîk dabû û min gotibû ez ê mînakên din jî binivîsim. 

Vaye çend mînak ji Sovyetê û çend mînak jî ji vir. 

Li Sovyetê du rojnameyên rojane dihatin weşandin. Navê yekê “ Îzwestiya” ango “Xeber/Nûçe” bû. Navê ya din jî “Pravda” ango “Rastî ” bû. 

Rûsan digotin: “Di Pravdayê de xeber, di Îzvestiyayê de rastî nayên dîtin.”

. . .

Li ser tunebûna azadiya ramanê jî pêkenokeke wisa afirandibûn.

Şandeyeke Amerîkî tên Moskovayê, bi teknîsyenên Rûsan re hevdîtinan dikin. Amerîkî pesnê pergala xwe ya demokratîk didin. Dibêjin: “Li ba me, em ewqasî azad in ku em dikarin bi her awayî serokkomarê xwe Reagen bi tundî rexne bikin… Li ba we jî azadiya ramanê wisa fireh e?”

“Erê,” dibêje yê Rûs. Dibêje: “rast e, hûn dikarin Reagen bi tundî rexne bikin; tew em dikarin dê û jina wî bêjin, dîsa jî hikûmeta me dengê xwe nake.”

. . .

Xebat, kar, tunebûna pêdiviyan, sûka reş, hasilî li ser kaosa civakê jî rûsan tiştekî wisa digotin:

Giregirek, xilbexilbek ji fabrîqeyan tê, belê kes naxebite.

Kes naxebite, belê meaşê her kesî heye. 

Meaşê her kesî heye, belê tu kes nikare tiştekî bikire.

Tu kes nikare tiştekî bikire, belê her tiştên her kesî heye.

Her tiştên her kesî heye, belê tu kes ji halê xwe ne razî ye.

Tu kes ji halê xwe ne razî ye, belê her kes Partiyê destek dike.

. . .

Li vir jî gel pêkenokan diafirînin.

Serok Komar, li salona mezin a navenda partiya xwe, bi gel re rêzecivîna çaremîn lidar dixe. Navê vê çalakiyê, “Bi Gel re Têkiliyên Germ” e. Avahî û salona partiyê mîna qesra qralan e, ji îtîbarê tesarûf nekirine.

Salon mişt tije ye. Gel bi coş e. Hem ew ê S.K ê dirêj bibînin, hem dê pirsên xwe bikin. S.K bi îhtîşam dikeve hundir. Hemî radibin ser piyan, li çepikan didin. S.K ê dirêj nîv saetê behsa serdema kevn ya “yekpartîtiyê” dike ku di wê serdemê de, kevir li ser kevir nehatiye danîn. Em di serdema demokratiya pêşketî de bûne. “Ew kesê bêkesan” bûne. 

S.K ê dirêj: “Dora we ye. Hûn dikarin pirsên xwe bikin,” got.

Ji cemaetê yekî hûrik rabû: “Serok Komarê min ê birêz. Ez yekî bêkar im, sê salin ku li kar digerim, birçî me. Tê gotin ku we di van 18 salên xwe yên desthilatdariyê de; bi qasî 60 milyar ₺  hebûnên gel firotiye nas û dostên xwe. We li ser navê ‘Baca Erdhejê’ jî 50 milyar ₺ berhev kir. We çi kir bi van pereyan?” got.

Bêhna S.K teng bû, di gwînê xwe de dernexist, reng neda. “Baş ê. Wekî din?” got. Jinek servekirî destê xwe hilda, rabû: ” Ez yeka emeklî me, min bîst û pênc salan li mektebekê xedemetî kir, halê emekliyan perîşanî ye. Ezbenî, di 18 salan de we ji nava gel bi qasî 15 trîlyonan ango 15 hezar milyaran, bac berhev kir. We çi kir bi van pereyan,” got û rûnişt.

Qirçe qirça diranên S.K ê dirêj heta, rêza dawî ya salonê dihat bihîstin, belê tiştekî bi qehr negot.

“Baş e, wekî din?” 

Yekî din rabû. Pirr kubar dixuya. Belê pirsa wî ji kubariyê dûr bû:

“Efendim, ez çîrojnûs im. Karê min nivîsîna çîrokên mîzahî ye. Maşale bi xêra we ez kêmaniya mijaran nakişînim. Pirsa min ev e: Gava desthilatdarî ket destê we, deynê welêt, 130 milyar dolar bû. Niha 445 milyar dolar deynê me heye. Hûn salê 14 milyar dolarî wek faiz didin selefkarên (tefecî) Ewropa. We çi kir bi van pereyan?”

Ji hêrsan lêvên S.K diricifî, got: “Niha em ê navberekê bidin civînê. Îkramên me yên xweş hene. Piştî xwarinê em ê dîsa bicivin, ji niha de afiyet be.” 

Cemaeta mêvanê S.K ê dirêj, li ser xwarinê bûn. Spîkerên televîzyonan nûçeya “Ajansa Dewletê” dixwendin: “Îro di rêzecivîna çaremîn a ‘Bi Gel re Têkiliyên Germ’  de, Serok Komarê birêz axaftineke hêja ya watedar a têr û tijî kir. Mixabin hat dîtin ku sê ajan bi dizî beşdarî civînê bûne û xwestine civînê provoke bikin. Tê texmîn kirin ku ev her sê provokator, ji aliyê dewletên ku ji demokrasiya me ya pêşketî dihesidin ve hatine kirrîn. Niha hêzên me yên ewlekariyê îfadeya wan provokatoran digrin. Tê famkirin ku têkiliya van sê provokatoran bi muxalefeta hundirîn re jî heye.”

Piştî nîvro cemaet, sê kes ji wan kêm, ji nû ve li heman salonê kom bûbûn. 

Her yek darikekî miswakê di destê wan de, mîna koroya kemankêşan, pirtikên goştê kebabên di nav diranên wan de asê bûye, dikolan û digotin “pirç”  tif dikirin, diavêtin ber lingên xwe.

Serok Komar ket hundir. Hemî bi hevre rabûn ser piyan bi yek dengî. “Ya Ellah Bismîllah Ellahû Ekber,” gotin û sê caran qîriyan, “Bijî S.K ê me… Bijî S.K ê me… Bijî S.K ê me,” gotin.

Serok Komar axifî: “We jî bi çavên serê xwe dît û bi guhên xwe bihîst. Hesûd ranawestin û muxalefeta me ya kêrnehatî jî bûye hevalbendên wan. Bi îzna Xwedayê Alemê em ê ji heq wan bêne der. Niha rapor hat, her sê provokator li xwe mikur hatine ku ew ajanên dewletên dilnexwazên me ne…” 

Cemaet qîriya: “Allahû Ekber! Allahû Ekber! Allahû Ekber!”

Civînê bi nîşandana vîdeoya ku S.K bi hevjîna xwe re çûbû umrê, dewam kir.

. . .

Sê kesan tînin hepsa Silivri. Mehkûmê berpirsê qawîşa siyasiyan yek bi yek ji mehkûmên nû, dipirse:

“Te çend sal ceza xwar?”

“Çar sal û şeş meh”

“Sûcê te çi bû?”

“Min li ser S.K (Serok Komar) pêkenokeke kurt nivîsî û di twîtterê de belav kir.”

Berpirsê qawîşê ji yê din jî pirsî. 

“Ji ber ku min pêkenoka vî camêrî retweet (ji nûve belav) kir, min jî sê sal û şeş meh xwar.”

Ji yê sêyemîn re jî heman pirs.

“Pêkenoka ku vî camêrî li ser S.K ê me nivîsîbû û vî camêrê hanê jî retweet kiribû, pirr kenê min pê hatibû, hema min jî got tik û eciband. Bila tiliya min bişikesta û…”

“Baş ê te çend sal xwar?”

“Şeş sal û şeş meh dan min.”

“Çima ceza tegirantir kirin?”

“Nizanim… Ez Şernexî me.”

 

İlginizi çekebilir