Osman Aytar: Leyla Qasim, tu pinpinîkeke nazdar a welatê rojê û agir î…

Leyla Qasima şêrejin, jinxasa welatê rojê û agir, di dema zaroktî û xortaniya me de, ji bo me, wekî xeyalek, xewnek û hêvîyek bû.

Ji biçûkan heya mezinan, navê wê nuha jî her tim germayî dide dilan, kulan dîsa har dike, êşan zêde dike.

Li bakur, başûr, rojava yan jî rojhilatê welatê me ferq nake, dagirker her tim li du îmhayên psîkolojîk û fizîkî yên welatperwerên Kurd û Kurdistanê bûye.

Di enîyên şerê germ de her babetên şerê qirêj bikaranîne, wexta girtinan jî li îşkence ve zîndanan jî her dû teslîmgirtin, biçûkxistin û ji bo armancên qirêj bikaranîn bûne. 

Leyla Qasima me, keçeke Kurd a 22 salî jî marûzê van dek û dolaban hat. Mahkeme û hemû celladên BAASîyên Îraqê hewl dan ku ew ‘poşmaniya’ xwe nîşan bide, û wê di nava milyonan Kurd û Kurdistanîyan de biçûk bixînin.

Lê Leylaya med ya jinxasa doza rewa wekî neviyeke qehremanên me yên dîrokî, yên wekî Ebdulselam Barzanî, Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed û bi sedan dapîr û bapîrên xwe serê xwe dananî û got:

“Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min dê bi hezaran Kurd şiyar bibin. Min ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir, ez ji vê serbilind im.”

Hemû plan, dek û dolabên dagirkerên BAASî wela derxistin, dudulîyek nîşan neda û wekî keçeka jinxas a welatê rojê û agir wexta tu çû ser sêdarê jî te sirûda netewa Kurd ‘Ey Reqîb’ xwend:

Ey raqîb her mawe qewmî Kurd ziman,
Nayşikên daneri topî zeman
Kes nelê Kurd mirduwe
Kurd zîn duwe,
Zîn duwe qet nanewê alakeman

Ême roley rengî sûr û şoriş în,
Seyrîke xuênawiya raburdûman
Kes nelê Kurd mirduwe
Kurd zîn duwe,
Zîn duwe qet nanewê alakeman…

Leylaya me ya jinxas,

Bawer dikim, ew helwesta te xewên BAASiyan rewandiye. Çawa ku helwestên dapîr û kalên te yên ku bi jiyana xwe be jî doza Kurd û Kurdistanê parastine, ji dagirkerên Ereb, Faris û Tirkan re her tim bûye derd û kul, helwesta te ya bi serbilindî û xwebawer li hember celladan sekinîn jî bêşik bûye derd û kul ji bo BAASiyên xwînrij

Ma ji xwe ne ev derd û kul bûye ku dagirkerên me di dîrokê de gellek caran hatine ba hev û peyivîne ka dê çawa bikin ku Kurdên serbilind tawîzan  bidin.

Lê bi sedan sal be jî dagirker li gorî planên xwe negihiştin armancên xwe, di gel ku ‘hinek ji me’  ji bo pere, ‘şan û sohret’ û tiştên weha, gotin, qelem, vujdan û kesayetîya xwe firotin wan an jî ‘bêdeng’ man.

Li ser te gellek tişt hatine gotin û nivisîn, Leylaya dildara doza rewa û dê bên gotin û nivisîn jî.

Di jîyanên me de jî ciheke taybet a te heye. Herweha ew çar hevalên te, Azad Sleman Miran, Hassan Hama Rashid, Jawad Hamawandi û Nariman Fuad Masti, ku carnan hin ciyan de tên jibîrkirin di himbêza welatê rojê û agir de, şehîdên me yên nemir in. 

Leyla Qasima delal, tu şêrejineke dema xwe bû, piştî te li Rojhilatê Kurdistanê, û nuha jî li çar aliyên Kurdistanê şêrejinên me, jinxasên me zêde bûne, deng û behsê wan li tevayiya dinyayê belav bûye:

Di warên cuda yên jiyanê de,
Bi helwestên jinxasî,
Bi seknên serbilind,
Hûn jinxasên me ne…
Şerefa mirovayetîyê,
Dê tarîtîyê têk bibe,
Dê tirsê têk bibe,
Dê zilmê têk bibe…

Tu baş bizanibe ku, tu hîn jî serdiliyeke jinxasên me yî, serdiliya me hemûyan î, pinpinîkeke nazdar a dilên neslê me yî, pinpinîkeke nazdar a welatê rojê û agir î.

Ez him bi te, him jî bi şêrejin û jinxasên me yên wekî te pirr pirr serbilind im. Ez ne tenê wekî Kurdekî wekî bavekî jî têm ew çavên te yên xweşik.

Ev xatir xwestina vê carê ye, lê tu her di dilê me de yî; bimîne di xweşîyê de Leyla can… 

 

 

İlginizi çekebilir