Osman Aytar: Pêşnîyarek ji bo dadrêsîya ICCê li Kurdistana Başûr û Rojava

Hiqûqzanên me yên hêja,

Wekî ku hûn dizanîn, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (International Criminal Court – ICC) roj berê di 5ê Sibata 2021an de bi piranîya dengan biryar da ku dadrêsîya erdî ya dadgehê di herêmên Filistînê de ku Israîlî ji 1967an pêve dagir kiriye (Qudisa Rojhilat de, Gaza û Şerîya Rojava) derbas bibe.

Di biryarê de yek ji argûmanên balkêş ev e ku ICC aşkerayî dibêje ku biryara wan li ser dadrêsîya erdî ye û pirsên bi dewletbûnê û nakokîyên nuha û yên pêşerojê yên li ser sînoran ne di nava şarezayîya wan a destûrî ne (*).

Biryar ji alîyê desthilatdarîya Filistî bi memnûnîyet hate pêşwazîkirin û hikûmeta Israîlî rexneyên tund li biryarê girtin. Herweha Amerîka biryar rexne kir. Di serî de Tirkîye, Iran, Iraq û Surîye, dewletên herêmê û yên din ên dijî Israîlê bi biryarê kêfxweş bûn. Li Tirkîyeyê hema hema hemû kanalên televîzyonî ev biryar wekî nûçeya yekemîn dan. Reaksîyon û şirove hîn dewam in û wusa diyar e di berdewamîyê de munaqeşe bidomin.

Xuşk û birayên hêja,

Em dizanin ku di biryarên weha de alîyên sîyasî hene û di konjuktora îroyin de rewşa Filistî û Kurdistanê ji hev cuda ye ji ber alîyên pirsê û têkilîyên wan ên navneteweyî. pêşnîyar û daxwaza min ku dixwazim wekî pirseke dostana bi we bişêwirim ev e:

Gelo ew biryara ICCê ya li ser Filistînê di şertên îroyin de nikare ji bo Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava ku li herêmê û navneteweyî xwedîyên hin statûyên naskirî ne bibeemsal”?

Em dizanin ku zextên taybetî yên Tirkîyeyê û Îranê li ser we hiqûqzanên Kurd û dostên Kurdan ku nuha di nava van dewletan de dijîn pir in û piralî ne. Ji ber van sebeban astengên li pêşîya we divê em Kurdên din fêm bikin. Ji ber yekê banga min nuha taybetî ji bo we hiqûqzanên me yên li diasporayê re ye.

Hiqûqzanên me yên li Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat dikarin hevkar bin û yên li Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojholat li gorî îmkanên xwe bi hin awayan alîkar bibin.

Hiqûqzanên me yên birêz,

Bawer dikim ku hewldaneke weha ji alîyê we û me bi hev re ji bo Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava ne tenê ji alîyê me zanyar û lêkolînerên warên din ên li diaporayê, her weha ji alîyê damûdezgehên diasporaya Kurdî û Kurdistanê û ji alîyê dostên Kurd û Kurdistanê parastin û xurtkirin. Destkeftinên weha ji bo Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojavayê re dikarin ji bo Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojhilat bibin tecrûbe och gavênemsal ku dikarin bi serê xwe bibin mekanîzmayên girîng ên li hember zilm û zordestîyên dewletên herêmê.

Destpêkirina hewldaneke weha ya girîng ji bo Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojavayê bi piştgirîya biryara dawîn a ICC û hin beşên hiqûqa navneteweyî, him li ber hin tehdît, zilm û zordestîyên dewletan li van du beşên Kurdistanê bigre, him doza rewa ya Kurd û Kurdistanê bigihîjîne merheleyeke di warên navneteweyî de.

Ez bi xwe bi her alî amade me bi we hiqûqzanên me yên hêja re di warî de kar bikim. Bi hêvîya destpêkirina helwdaneke weha bi hev re ji we hemûyan re pir silav û serkeftin, em bi hev re xurttir in, li xwe baş binêrin

Osman Aytar
Doç. Dr., Sosyolog
Stockholm, 8.2.2021

(*) Ji bo zêdetir agahdarî li ser biryara ICCê: https://www.icc-cpi.int/Pages/item.aspx?name=pr1566

İlginizi çekebilir