Osman Aytar: Dilşêrekî doza rewa; M. Şehmus Cibran 

Di jîyana me de hin heval hene, di sîyaseta doza me ya rewa de, di îşkence û hepsan de, di xebatên civakî û warên din de, di jîyana xwe ya şexsî de bi dehsalan barên giran  hilgirtine… 

Di jîyana me de hin heval  hene,  ew dikarin şev û rojên xwe bidin,  ew dikarin hebûna  xwe bidin, ew dikarin fedekarîyên mezin bikin… 

Di jîyana me de hin heval hene, pêwist be wekî bayê gur in, pêwist be destê aligir in,  pêwist be mutewazîyên mala xwe ne, pêwist be sebra mezin in… 

Di jîyana me  de hin heval hene, xwedîyên gellek xusûsîyetên weha ne beyî ku pozbilîndî  bikin,  beyî ku hêjayiyên xwe qurbanê pere û pûl bikin, beyî ku hêjayîyên xwe qurbanê  şan û şohret bikin…  

Dibe ku carnan deng ji wan dernekeve jî, dibe ku carnan xwe dabin alîyekî jî dibe ku carnan wekî cavdêrên bêdeng û bisebir bin jî, lê ew her û her çi bi başî û çi bi  kil  û  kêmasîyên xwe, ew her germayîyek in di dilên me de, di dilên wan naskirî de… 

Hevalê min ê hêja yê nêzî çil û sê salan, yanê Marangoz Şêxêyê Sêwrega me ya ku  demekî navenda şoreşgerî û welatperwerîya welatê rojê û agir bû, yanê Kek Xalitê jîyana sîyaset û hevaltîya sînornenas û diasporayê, yanê Mehmet Şehmus Cibranê zîndana Diyarbekirê ya ku bi berxwedanên xwe jî, bi êş û hêsirên xwe jî xwedî cihê taybetî ye, yek ji hevalên weha ye… 

Ji bo min, ji bo hinekên wekî min ew Şêxê Abê ye, Xalid Abê ye jî. Hevaltîya me ji gellek  merheleyan derbas bûye; çi rêxistinî, çi kesayetî, çi meslekî, lê tu carî formalîte û burokrasî sîya xwe nexistîye ser hevaltîya me.

 

Wext bûye ji bo doza rewa ya Kurd  û Kurdistanê bi  seetan û bi rojan bi minaqeşeyên germ derbas bûye , wext bûye bi henek û kêf, ken û kêfxweşîya me bûye dermanê  hin êş û  hêsirên me… 

Havelên din ku bi Şêxê Abê re kar kirine jî dizanin.

Li ba wî wexta gotin li ser kar be, peyva “Na” tûnebû û tûneye, wexta karek dê bibe, berê herkesî ew amade ye; amade bûye. Wexta talûkeyên mezin jî hebin ji bo ku moral bide hevalên xwe hin gotinên wî pirr meşhûr in. 

Nuha jî wexta em bi hin hevalan bi wî re henek dikin, an jî rewşên berê tînin bîra xwe  kenên  xweş  bi me digrin… 

Bi rastî jî hevaltîya qedim a bi Şêxê Abê re, reng û dengeke xweş a li jîyana min e, li jîyana kesên wekî min e, jiber ku dizanim ku gellek hevalên ku wekî min difikirin hene. 

Ji ber vê yekê di van rojên Koronayê de ku tevayîya  dinyayê beramberê pirs û pirsgirêkên  nû ye bi heq û huqûqa me ya zêdetirê çil salan ku bû ahdîwefa xemilandî ye jidil dibêjim: 

Bi kesayetîya xwe ya mutewazî,

Bi xebata xwe ya piralî,

Bi hevaltîya xwe ya rojên baş û xerab,

Bi fedekarîya xwe ya sînornenas, 

Bi dilsozîya xwe ya xweragir,

Tu dilşêrekî doza rewa yî.

Tu hevalekî hêja û qedîm î, 

Ez bi te gellek serbilind im,

Em bi te gellek serbilind in,

Baş e ku tu heyî Xalit Abê,

Her şad û bextewar bî Şêxê Abê…

 

İlginizi çekebilir