Osman Aytar: Çima ne ”biratî”, her ”xuşkûbiratî”ya nav Kurdan?

Di sosyolojîya netewe, gel, grupp û kesan de perspektîf dikarin di sewîyeyên cuda de bên bikaranîn, ji mîkro heta mezo û makro. Lê girîngîya hin bûyer û metaforan dikare tesîra we li ser van hemû sewîyeyan bike.

Di vê nivîsa xwe de dixwazim li ser metaforeke rojane, ”xuşkûbiratî” ku di sewîyeyên cuda de xwedî girîngîyeke taybet e. 

Wexta mirov li piranîya daxuyanî, mesaj, name û her wekî din ku yên muxatab ne tenê mêr in her weha jin û tevahîya civatê ne jî, gotina ”biratî” di şîar, silav û hin hevokên din de beyî hin îstisnayan tê bikaranîn, wekî mînak ”biratîya Kurdan”, ”silavên biratîyê” û hwd. tê bikaranîn. Tiştên weha di gelek netewe, gel û grûbên din de jî bi awa û sevîyeyên cuda bin jî hene.

Bêşik hin sebebên vê yekê yên tarîxî, kulturî, dînî, civakî û her wekî din hene ku di têkiliyan de patrîarkalîzm di giranîyê de bûye, hin gotin li gorî wê şikil girtine. Dû re jî ew tişt bi awayekî ”normalîzê” bûne ku mirovên ku li hember tiştên weha yên patrîarkalîzmê ne jî carnan beyî ku ferq bikin bikar anîne û bikar tîn in. 

Benzer haberler

Wexta em vegerin bikaranîna li ba me Kurdan di eslî xwe de gotina me ya Kurdî heye ku dikare di van warên ku min li jor jî behs kirin de zêdetir bê bikaranîn. Ew jî gotina ”xuşkûbira” ye. Di sohbetên li ser hejmara zarokan di malbatekê de ew gotin tê bikaranîn, wekî mînak ”Hûn çend xuşkûbira ne?” û wekî bersiv jî ”Em … xuşkûbira ne”, yan jî ”Em … bira ne” yan ”Em … xuşk in” wexta li malbatê tenê yek ji zayendan (cins) heye.

Wekî warên din di vî warê girîng de jî ji bo geşkirina wekhevî, edalet û harmonîya civakî divê hesasîyeteke mezin bê nîşandan. Kesên ku di vî warî de heta nuha hesasîyeteke taybet nîşan dane hene û ji bo min ew helwesteke pir birûmet e. Min bixwe jî di van dehsalên dawîn de di axaftin, nivîsandin û warên din de hewl daye ku di vî warî de jî gotinan li gorî bawerîya wekhevî, edalet û harmonîya civakî bikar bînim.

Lê wexta mirov dinêre ku hîn jî bi giranî ew helwestên berê didomin, li gorî bawerîya min, ji partî, rêxistin û komeleyên me heta grûb û yekbi yek kes, divê em hemû bi hev re zêdetir hewl bidin ku wexta ji civata Kurdan muxatab ne tenê mêr in her weha jin in jî, ne gotina ”biratî” her gotina ”xuşkûbiratî” bê bikaranîn. Bêşik wexta muxatab û ya ku bikartîne tenê jin bin ”xuşkîtî”, wexta muxatab û yê ku bikartîne tenê mêr bin ”biratî” dê di cihên xwe de bin û herî rastin. 

Bi hêvîya di vî warî de jî geşkirina wekhevî, edalet û harmonîya civakî di nav me Kurdan de dem dema zêdetir şîyarbûn û hesasîyet ji bo gotinên wekî ”xuşkûbiratî”, ”xuşkîtî” û ”biratî”yê ye.

 

İlginizi çekebilir