NY wê 5 mîlyar dolar alîkarî bişîne Afganistanê

Sekreterê Giştî Antonio Guterres got ku Neteweyên Yekbûyî wê nehêle ku bi mîlyonan Afganî bikevin krîzek kûrtir ya aborî û mirovahîyê.

“Li seranserê welatî debara jîyanê hinda bûye. Zêdetirî nîvê nifûsa Afganîstanê niha girêdayî alîkarîyên jîyanê ne. Bê hewildaneke hevpar ya civaka navnetewî, hema hema hemû mêr, jin û zarok li Afganîstanê dikarin rûbirûyê xizanîyeke dijwar bibin,” Guterres li naveda giştî ya NY got.

Wî bal kişand ku rewş ewqas bê hêvî bûye ku dayîk û bav zarokên xwe difroşin da ku xwarinê bo zarokên xwe yên mayîn peyda bikin û dezgehên saxlemîyê bi zarokên kêmxwarî û birçî tiji bûne.

Hêjayê gotinê ye ku NY alîkarîya xwe ya mirovahî ya herî mezin heta niha ya zêdetirî 5 mîlyar dolaran îsal bo alîkarîya 28 mîlyon mirovên li nav Afganistanê û li pênc welatên cîran peyda kiriye.

/voa-kurdish/

İlginizi çekebilir