Nuşîrevan Elçî: Dema li Tirkiyê demokrasî paşve diçe Kurdan dikin hincet

Parêzer Nuşîrevan Elçî, Şêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got “Heger CHPa 20 sal berê bûya dev ji tevlîbûnê berde, min di serê xwe de jî nedibir. Lê niha zîhniyeta birêz Kemal Kiliçdaroglu û hevalên wî cuda ye. Zêdeyî salekê ye xwe rexne jî dikin. Dibêjin heta ku helaliyê ji civakê nexwazin, di serî de ji Kurdan, li Tirkiyê ne CHP dikare bibe desthilatdar û ne jî rê li ber Tirkiyê vedibe. Ji ber ku îro mirovên aqilmend ev yek fêm kirine. ü

Dibînin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, pêşiya Tirkiyê venabe û demokrasî jî nayê. Dema li Tirkiyê demokrasî paşve diçe jî me Kurdan dikin hincet. Dibêjin wê Kurd Tirkiyê parçe bikin, veqetin û wê fobî û tirsê dixine serê mirovan û demokrasî bi vî rengî pêş nakeve. Em di wê baweriyê de ne ku dema pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye jî wê nefeseke rehet bistîne û demokrasî jî wê pêş bikeve. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasiya Tirkiyê pêş nakeve.”

Derbarê rola CHPê ya di komkijiyên wêk Dêrsim, Zîlan û yên din de ku li dijî Kurdan hatine kirin de Elçi amaje bi yekê kir ku di dema pirpartîtiyê de rola endamên partiya demokrat û muhafazakar jî hebûye ku wê demê di nav CHPê de bûne û wiha dibêje “CHP partiya yekem a Tirkiyê ye. Beriya ku partiyên din ava bibin, hemû CHPyî bûn. Ew tiştên ku we gotin, Komkujiya Dêrsimê jî û ya Zîlanê jî mixabin bûne, wê demê CHP li ser desthilatdariyê bû lê tiştekî wiha heye: Dema ku pirpartîtî hat, ew endamên partiya demokrat û muhafazakar her du jî ew bûn ku ji nava CHPê derketin, yanî hemû jî şirîkê vê gunehê ne. Heger CHPê wê demê bûya, îro ez jî tevlî nedibûm.”

Nuşîrevan Elçî ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku CHP dixwaze Pirsgirêka Kurd çareser bike, ew tevlî vê partiyê bûye.

Hevkarê me Şewket Herkî li Enqerê bi Parêzer Nuşîrevan Elçî re ku niha Şêwirmendê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ye, di derbarê siyaseta CHPê ya li hember Pirsa Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, tevlibûna xwe ya CHPê, têkiliyên xwe yên bi HDPê û partiyên Kurdî re û gelek mijarên din re hevpeyvîneke taybet kiriye.

Şêwirmendê Serokê CHPê Nuşîrevan Elçî derbarê berbijêrkirina Kemal Kiliçdaroglu ji bo posta Serokkomariyê de dibêje, kesekî herî li pêş e û Kurd û neteweyên din jî baweriya wan bi Kiliçdaroglu heye.

Nuşîrevan Elçî herwiha dibêje, siyaseta CHPê li hemberî kurdan hatiye guhertin û tekez dike, eger CHP ya berê ba, ez qet tevlî wê nedibûm. Bi gotina Elçî, niha hişmendî û zêhniyeta Kiliçdaroglu û hevalên wî hatiye guhertin.

Şêwirmendê Serokê CHPê Nuşîrevan Elçî derbarê Herêma Kurdistanê de jî ragihand, Kurd hemû bi damezrandin û dirustbûna Herêma Kurdistanê dilxweşin û dibêje, divê rêyek bê dîtin ku li Tirkiyê hemû miletên lê dijîn azad bin.

Derbarê wê yekê de jî ku tê gotin, ‘Kemal Kiliçdaroglu gotibû ez ji bihîstina gotina peyva Kurdistanê acizim’, Nuşîrevan Elçî dibêje, bêbextî li Kiliçdaroglu hatiye kirin.

Şêwermindê Serokê CHPê di vê hevpeyvînê de bersiva pirsên hevkarê me Şewket Herkî dide.

Rûdaw: Weke pirsa yekem, belkî ji bo gelek kesan bibe surprîz beşdarbûna we di CHPê de. Sedem çi bû ku hûn tevlî CHPê bûn? Di demeke bi HDPê re jî, bi partiyên din ên Kurdistanî re jî peywendiyên we baş bûn lê we tercîha xwe ji bo CHPê kir. Sedema vê yekê çi ye?

Nuşîrevan Elçî: Têkiliyên min bi hemû partiyên Kurdistanî re baş in. Danûstandinên me xweş in. Sedema ku me gotî CHP ya yekem Pirsa Kurd bê çareserkirin. Îro hem Birêz Kiliçdaroglu û hevalên wî jî di nuqteya hatine de wê sozê didin ku dema hatin ser desthilatê dê pirsgirêka me ya Kurdan yekemîn û pirsgirêkên mezin ên Tirkiyê bêne çareserkirin. Sedema duyemîn jî ew siyaseta berê me dîtî ya xizmetê, alîkariya însanan bikî, bi pirsgirêkên wan re mijûl bibî em dixwazin wê vegerînin. Çanda siyasî ya Tirkiyê îro hema bêje li erdê vedigevize. Ji ber ku siyaset ne cihê rantê û berjewendiyan e. Mixabin îro li Tirkiyê siyaset hatiye wê astê.

Rûdaw: Lê di bîra Kurdan de CHP ne xwedî îmajeke gelekî baş e. Yanî gelek Kurd di wê baweriyê de ne ku taybet di serdema damezrandina Komara Tirkiyê de wek mînak meseleya Dêrsimê, Zîlanê de gelek karesatên ku bi serê Kurdan de hatine rola CHPê hebûye. Hûn li ser vê çi difikirin?

Nuşîrevan Elçî: CHP partiya yekem a Tirkiyê ye. Beriya ku partiyên din ava bibin, hemû CHPyî bûn. Ew tiştên ku we gotin, Komkujiya Dêrsimê jî û ya Zîlanê jî mixabin bûne, wê demê CHP li ser desthilatdariyê bû lê tiştekî wiha heye: Dema ku pirpartîtî hat, ew endamên partiya demokrat û muhafazakar her du jî ew bûn ku ji nava CHPê derketin, yanî hemû jî şirîkê vê gunehê ne. Heger CHPê wê demê bûya, îro ez jî tevlî nedibûm.

Rûdaw: Hûn ferqeke mezin di navbera CHPa îro û CHPa salên 1930an de dibînin, bi taybetî di warê nêzîkatî û hişmendiya li hemberî Kurdan de?

Nuşîrevan Elçî: Belê, ez ferq kiriye. Ez li ser navê xwe dikarim vê bibêjim; heger CHPa 20 sal berê bûya dev ji tevlîbûnê berde, min di serê xwe de jî nedibir. Lê niha zîhniyeta birêz Kemal Kiliçdaroglu û hevalên wî cuda ye. Zêdeyî salekê ye xwe rexne jî dikin. Dibêjin heta ku helaliyê ji civakê nexwazin, di serî de ji Kurdan, li Tirkiyê ne CHP dikare bibe desthilatdar û ne jî rê li ber Tirkiyê vedibe. Ji ber ku îro mirovên aqilmend ev yek fêm kirine. Dibînin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, pêşiya Tirkiyê venabe û demokrasî jî nayê. Dema li Tirkiyê demokrasî paşve diçe jî me Kurdan dikin hincet. Dibêjin wê Kurd Tirkiyê parçe bikin, veqetin û wê fobî û tirsê dixine serê mirovan û demokrasî bi vî rengî pêş nakeve. Em di wê baweriyê de ne ku dema pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye jî wê nefeseke rehet bistîne û demokrasî jî wê pêş bikeve. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasiya Tirkiyê pêş nakeve.

Rûdaw: Niha çi projeyeke CHPê ji bo mafên neteweyî Kurdan heye? Yanî li ber CHP çi heye ku mafên Kurdan ên neteweyî zêdetir bibin?

Nuşîrevan Elçî: Heta ku CHP nebe desthilatdar nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Helbet proje hene. Wek ku tê gotin bihêzkirina rêveberiyên herêmî, êdî dikare navê xweserî bibe yan jî tiştekî din be. Ji xwe divê ev bê guhertin. Komkirina hemû hêz û derfetan li cihekî ji destpêkê ve xelet bû. Hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelên din divê ev hêz werin belavkirin. Wekî din jî zimanê Kurdî, zimanê zikmakî û wergirtina perwerdeyê û gelek mijarên din de jî gavên berketî bên avêtin. Tirkiye îro dikare van bike jî. Berê belkî kadroyên wan nebûn, derfetên wan nebûn, sedemên aborî û hwd. lê îro Tirkiye ji wir bihuriye, dikarin di serê xwe de zelal bikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî pir hêsan e, çima? Îro li Kurdistana Bakur di nav wan de yên herî tund jî kesên serxwebûnê dixwazin gelekî kêm in. Heta ku veqetîn û serxwebûn nebe, di nava sîstemê de dayîna mafên Kurdan jî pir hêsan e. Îro li Tirkiye li Rojhilata Navîn jî dema ji Edîrneyê derbas bibî, heger em qala mijarên wiha bikin dê bi me bikenin. Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî weke mijareke ku ne hewceyî axaftinê ye jî ye. Mirovên me, hevşariyên me dema em diçin Ewropayê, diçin Swêdê, ne welatiyên wê derê ne. Heger di dibistanekê de zarokekî Kurd jî hebe, di wî bajarî de kesekî wê dersê didin nebin diçin ji dewletên din mamosteyan tînin û dibêjin tu yê dersê bidî kurikî. Cîhan jî îro ji vê yekê bihuriye. Wek min gotî îro ji Edîrneyê xwar ve ev heye, dema em ji Edîrneyê biborin sohbeta vê jî, nîqaş jî bêwate ye.

Rûdaw: Ez ê vegerim li ser meseleya ziman lê behsa xweseriyê kir. Hûn dizanin li Iraqê, li Başûrê Kurdistanê modelek heye. Hebûna Herêma Kurdistanê di Destûra Bingehîn a Iraqê de hatiye qebûlkirin. Li seranserî Iraqê ne peyva Kurdistanê û ne jî Kurd qedexe ye. Gelo dibe ku CHP destpêşxwe be û li Tirkiyê jî modeleke bi rengî hebe heger em sibe behsa Kurdistanekê bikin CHP dê li dij derkeve yan?

Nuşîrevan Elçî: Niha Başûrê Kurdistanê hatiye çêkirin û hemû Kurd jî pê kêfxweş in. Ya Tirkiyê jî divê di destpêkê de jîngehek çê bibe ku her kes bikare her tiştî biaxive. Di jîngeheke ku hinek bikarin biaxivin û hinek nikaribin biaxivin de ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Li Tirkiyê divê ev hewa siyasî were guhertin. Ne ku aliyek tenê bikaribe biaxive, Kurd jî bikaribin biaxivin, ji xeynî Kurdan jî, gelên din ên Tirkiyê jî. Daxwaza Kurdan çi ye, ya partiyan çi ye, divê derdoreke wisa bê çêkirin. Heger ev derdor neyê çêkirin, di derdoreke wek îro de, aliyeke tenê bikaribe biaxive û yên nikaribin de pirsgirêkên mezin nayên çareserkirin. Piştî ku CHP hat ser desthilatdariyê û ev derdor hat çêkirin, wê Kurd jî li gorî vîna xwe daxwazên xwe bêjin û yên din jî bêjin, li ser nîqaş werin kirin, tez, antîtez û sentez werin çêkirin, ka kîjan model ji bo Tirkiyê tê qebûlkirin. Ev hemû jî dê projeyên werin çêkirin lê heta nîqaşkirina vê nebe, heger aliyek bikaribe biaxive û yê din nikaribe, di derdoreke wiha de ev pirsgirêk nayên çareser kirin an jî çareseriyek saxlem çênabe.

Rûdaw: Serokê CHPê Birêz Kemal Kiliçdaroglu demekê gotibû, “Dema ez peyva Kurdistanê dibihîsim pê aciz im”. Hûn bawer dikin ku helwesteke bi vî rengî van projeyên ku hûn behs dikin çareser bikin?

Nuşirevan Elçî: Piştî bihîstina van gotinan min ji wî jî pirsî û got “Min tiştekî wiha negotiye.” Min li vê yekê li cîhên din ên li ser googleê jî nihêrî. Tiştekî wiha negotiye. Tiştê em zanin bêbextî lê hatiye kirin.

Rûdaw: Ez ê vegerime ser mijara xwendina bi Kurdî û vegerandina navên bajar û navçeyên Kurdan. Ev du mijarên gelekî girîng in. Yek di mijara xwendina bi Kurdî, perwerdeya ziman de CHP dikare çi bike, projeyek ber destê wê heye? Her wiha CHP amade ye ku bibe desthilat navên bajar û navçeyên Kurdî ku her dîsa di desthilata CHPê de hatin guhertin, careke din vegerînin?

Nuşîrevan Elçî: Eger pirsgirêka Kurdan bê çareserkirin divê ev hemû werin kirin. Yanî hem perwerdeya bi zimanê Kurdî hem vegerandina navên hatine guhertin jî. Îro her çiqas hatibine guhertin jî em dîsa jî navên wan ên resen dibêjin. Îca çi heye? Divê ev xeletî bê rastkirin û di qanûnê de jî bên danîn. Heger ev her du tiştên te gotî neyên gotin ji xwe pirsgirêka Kurdan jî nayê çareserkirin. Ev tiştên hêsan in û divê bên kirin.

Rûdaw: CHP dikare projeyekê ji bo perwerdeya Kurdî ku bi dilê Kurdan be amade bike?

Nuşîrevan Elçî: Ez di wê baweriyê de me ku dê bikaribe. Îca baweriya min ji sedî çend be ez nikarim garantiyê bidim.

Rûdaw: CHPê di sala 2022an de du belgeyên girîng ragihandin. Yek ji wan reşnivîsa destûrê bû, weke tê zanîn 6 partiyan bi hev re ragihandin. Ya din belgeya Vîzyona Sedsala Nû bû. Rexne hene ku dibêjin di van her du belgeyan de jî amajeyên cidî ji bo Pirsa Kurdî nehatine kirin. Hûn li ser van rexneyan çi difikirin?

Nuşîrevan Elçî: Ew rexne jî ne neheq in lê îro rewşa Birêz Kemal Kiliçdaroglu jî zehmet e. Li aliyekî Ulkucu
(Tevgera Nijadperest) hene, li aliyekî muhefezakar hene, rastgirên navendî, em Kurd hene û hwd. ji xeynî wê jî hinek tişt hene heta xebatên wê berçav nekevin nabe. Ez bawer im ranegihandibin jî li ser van tiştên me gotî yên ser mafên Kurdan xebatên partiyê hene lê hîn eşkere nebûne.

Rûdaw: CHP an jî her şeş partiyên ku di nava tifaqekê de ne, dikarin berbijêrekî wisa derbixin ku HDP jî, Kurd dengên xwe bidinê?

Nuşîrevan Elçî: Ya girîng jî ew e. Divê berbijêrekî wisa be ku sibe li Tirkiyê her kes xwe tê de bibîne û baweriyê pê bîne. Ji ber ku ez her tim vê dibêjim; rêzikname û bername ne ewqas girîng in. Hûn dikarin du akademîsyenan bînin û rêzikname û bernameya herî demokratîk a cîhanê çêbikin lê ya girîng meşa wê ye. Îro jî di nav wan kesên ku navên wan derbas dibin de dîsa jî yê herî berketî Birêz Kemal Kiliçdaroglu ye. Ji ber ku Kurd jî baweriya xwe bi hêz, raman, kesayet û demokratbûna wî tînin, yên Ulkucu jî tînin, yên muhefazakar jî tînin. Îro yên ku di opozîsyonê de ne ez di wê baweriyê de me hemû alî jî dê baweriya xwe bi Kemal Beg bînin.

Rûdaw: Berî hilbijartinê îhtimal heye ku CHP, tevî ku ne di nava tifaqê de ye jî ji bo piştgiriya berbijêrê xwe daxwazê ji HDPê bike?

Nuşîrevan Elçî: Çawa yanî?

Rûdaw: Piştî ku em bêjin Kemal Kiliçdaroglu bû berbijêr, îhtimal heye ku CHP rasterast danûstandinan bi HDPê re jî bike?

Nuşîrevan Elçî: Heger mijar hilbijartina serokkomariyê be, divê bi her kesî re danûstandinê bikî. Divê HDP jî hebe, partiyên din jî hebe û hemûyan re danûstandinê bike. Weke tu bêjî ez berbijêrê hemû Tirkiyê me, divê ji her kesî, ji her etnîsîteyê, her bawerî, her fikrê daxwaza dengan bike, divê em bi hemûyan re di danûstandinê de bin. Îro Kurd ji sê yeka Tirkiyê ne. Ti feraseteke siyasî nikare Kurdan li derve bihêle. Divê Kurd tê de hebin. Ez di wê baweriyê de me Birêz Kemal Kiliçdaroglu dê bibe berbijêrekî berketî.

Rûdaw: Di nava şeş partiyên Bereya Milet de em dizanin hinek mijaran nakok jî hene. Her wiha gelek îdia hene ku dibêjin Meral Akşener dê beriya hilbijartinê bigihêje desthilatê. Hûn li ser wê çi difikirin, îhtimal heye ku ew şeş partî, ji hev belav bibe?

Nuşirevan Elçî: Niha tişta em dibînin divê belav nebe lê ev der Rojhilata Navîn e. Ji xwe di siyasetê de garantiya ti tiştî nîne. Lê tiştê li ber çavan dixuye ew e ku Maseya Şeş Partiyan ji hev belav nabe. Bi qasî ku em dibînin, hem çîmento û hem jî hesinên ku maseyê li hev digrin, zanîn û baweriya Birêz Kemal Kiliçdaroglu ye.

Rûdaw: Ji bo parlamenteriyê hûn ê bibin berbijêr an na?

Nuşîrevan Elçî: Niha ez tevlî partiyê bûme, heger bibe qismet ez ê bibim berbijêr lê ez ne ji bo ku bibime berbijêr çûme CHPê. Hinek dibêjin soza filan derê dane lê tiştekî wisa nîne. Lê ez bibim berbijêr nebim berbijêr jî aciziya wê jî nîne. Heger bibe qismet ji bo xizmeta gelê xwe bikim ez dikarim bibim berbijêr. Îca li gor şert û mercan em ê binêrin.

Rûdaw: Pirsa min a dawî îsal gelek kesayetên girîng ên Bakurê Kurdistanê tevlî CHPê bûn. Cenabê te yek ji wan e. Ya ku tê bîra min Iskender Ertoş, Rustem Zeydan in… Ev yek dê di hilbijartinê de bandoreke çawa li dengên CHPê bike? Ji ber ku bi salan CHP tenê wek partiya tabela dihat zanîn. Armanca we li Bakurê Kurdistanê çi ye?

Nuşîrevan Elçî: Em di wê hêviyê de ne ku li Bakurê Kurdistanê dengên CHPê zêde bibin. Em di wê baweriyê de ne ku kesên berê dengên xwe didan AKPê dê vê carê dengê xwe bidin CHPê. Wekî din jî di hilbijartinan de kesên bibin berbijêr jî girîng in. Di hilbijartinên berê de berbijêrên ku dengan bînin nedihatin peydakirin. Partî jî ne di rewşa xwe ya niha de bû; wek ku em bêjin helalî û femkirina xetayên xwe, paşde gav avêtin, tiştên li ser navê demokrasiyê bin. Ne di wê nuqteyê de bû. Di xala ku îro gihîştiye de, em di wê baweriyê de ne ku gel jî dê CHPê tercîh bike, wê dengê xwe bide. Em wisa difikirin ku gelek dengên ku berê çûne partiyên din, wek AK Partiyê û cihên din dê bizivirin. Ji ber ku îro kesekî ji desthilatê razî nemane.

Nuşîrevan Elçî kî ye?

Di sala 1968an de li Cizîrê ji dayik bûye. Nuşîrevan Elçî ku Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedand, beşdarî platforma Kurdên Azad bû.

Di heman demê de di Partiya Komkujiya Demokratîk de cih girt. Di sala 1999an de bû parêzer. Di heman demê de Serokatiya Baroya Şirnexê jî kir.

Nuşîrevan zewicî ye û 4 zarokên wî hene.

Nuşîrevan Elçî yê ku tevlî Partiya Komarî ya Gel (CHP) bû û nîşana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû li xwe kiribû, weke şêwirmendê sereke hat tayînkirin.

 

/rd/

İlginizi çekebilir