Muzîk, Şano, Sînema, Lîstikvanî û Sîdar Ferîd

Sîdar Ferîd mirovekî multîdisîplîner e. Destê xwe bavêje çi bi rehetî wê zeft dike. bikeve bin kîjan barî bi rehetî ji bin bar derdikeve. Mîna Mîdas destê xwe bavêje çi di destê wî de ew tişt dibe zêr û bi hunera wî ew tişt dikemile.

Mela Mihyedîn

Sîdar hem bi muzîkê, hem bi şanoyê û hem jî bi sînemayê re eleqedar e. Di van beşan de xebatên hêja dike.

Me xwest em cenabê wî ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe jê kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikarî hebekî qala jîyana xwe bikî? Sîdar Ferîd kî ye?

Ez li Stenbolê hatim ser rûyê erdê. 25 salî me. Bi muzîk û lîstikvanîyê re mijûl im.  Dema biçûk bûm tê bîra min di mala me de gelek pirtûk û qaset hebûn. Zarokatîya min di nava dengbêjîyê derbas bû û bandora xwişka min li ser min pir bû. 

Niha li Zanîngeha Bahçeşehîrê beşa Lîstikvanîya Muzîkal dixwînim. Beşek multîdisîpîlner e. Beşa dixwînim ji muzîk, ji dans û ji lîstikvanîyê pêk tê.

Li ser tangoya çar salan xebitîm. Di tangoya Arjantînê de hosta me. Hemû tevgerên min ji bo lîstikvanîyê ne. Ji bo lîstikvanîyê min xwe hînî gîtarê, dansê û şixulandina deng kir. 

Muzîk û şano ji bo te çi îfade dikin?

Pirsek zehmet e. Her du jî ji bo min gelek tişt îfade dikin. Jîyana min ev her du tişt in.

Dema te biryar da tu yê karê hunerê bikî ji malbat û ji derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di vê rê de kî ji te re bûne alîkar?

Ev pirsgirêk ne tenê ya me ye. Li cîhan tev wisa ye. Dema yek dixwaze bi hunerê re eleqedar bibe civak û malbat li hember disekinin û naxwazin ew kes karê hunerê bike. 

Berê li nexweşxaneyê karmend bûm û ji bo karê hunerê min dev ji karê karmendîyê berda. Di 22 salîya xwe de min dest bi karmendîyê kiribû. Min karê laborantîyê dikir. Di 23 salîya xwe de min biryar da dev ji kar berdim û min dev jê berda. Ji bo ku min dev ji kar berda malbat û derdor ez rexne kirim. Her kes jî  pişta xwe da min. Ez tenê me û bi tena serê xwe hereket dikim.

 

Dema tu kîjan karî dikî bêhtir kêfxweş dibî? Lîstikvanî an muzîk?

Armanca ew e, ez dixwazim bibim hunermendek multîdisîplîner. Ne tenê lîstikvanî, ne tenê muzîkjen, di heman demê de ez dinivîsim jî. Min neyt e di pêşerojê de fîlm jî bikşînim. Lê wisa dixwîye li dinê însan bi karekî tê naskirin. Di kîjan beşê (Lîstikvanî, muzîkjenî, nivîskarî, derhênerî) de ez ê bi ser bikevin nizanim. Ew ê dem nîşan bide. Naxwazim kar û xeyal di dilê min de bimînin lewma çi ji dilê min û ji qeweta min tê ez dikim.

Dema tu li stranê dibêjî û hunera xwe tîne ziman tu xwe çawa hîs dikî?

Ma tê gotin? Qet meriv nikare wê kêfxweşîyê û wê dilxweşîyê bîne ziman. Li ser dikê tenê ez û karê min heye. Her tiştê mayî dûrî min dibin ez û hunera xwe dimînin.

Heger cara dawî wextê te hebe tu dixwazî kîjan stranê bêjî an jî guhdarî bikî?

Strana ez ê bêjim û dixwazim lê guhdarî bikim “Talano Ezo” ye.

Bandora kîjan lîstikvan û muzîkjenan bêtir li ser te heye?

Lîstikvanên wekî Anthony Hopkins, Morgan Freeman, Şener Şen, Haluk Bilginer û Ercan Kesal bandor li min kirine. Lîstikvanîya van kesan bala min dikşîne.

Di nava muzîkjenan de bêhtir keyfa min ji Şehram Nazirî, Elî Qasimov, Ciwan Haco, Mohsen Namjoo û Homayoun Shajarîan re tê. Di alîyê muzîkê de gelekî bandor li min kirine.

Favorî fîlmên te kîjan in? 

Sê favorî fîlmên min ev in:

The Shawshank Redempation,

Green Mile,

Apocalypto.

Favorî albumên tu jê hez dikî kîjan in?

Ez li albuman pir guhdarî nakim lewma nikarim bersivê bidim. Bi piranî li sîngilan guhdarî dikim. Ji stranên Şehram Nazirî, Mohsen Namjoo, Fadil Cizîrî, Îsivê Evdirehman, Şukrî Rêkanî û Şakiro pir hez dikim. Bê navber dikarim li stranên wan guhdarî bikim.

Di demên berê û niha jî muzîk ji bo tenduristîya mirovan dihat bi kar anîn. Di rewşên wekî niha de (dewra koronayê) muzîk dikare rolek çawa bilîze?

Muzîk hertim terapî ye. Çiqasî tendurîstî û zanist pêş bikeve jî ev yek naguherê. Di demên kêfxweşî û nexweşîyê de muzîk hertim tê guhdarî dikin û dê bê guhdarîkirin jî.

Tu bi Kurdî, Farisî û Tirkî jî stranên xwe dibêjî. Muzîka te pirzimanî ye. Tu çi difikirî?

Zimanê hunerê nîn e. Ez dixwazim bi zimanên curbecur stranan bêjim. Lê dîsa mirov nikare ji xwe bireve. Herî bêhtir ji stranên Kurdî hez dikim û bêhtir dixwazim bi zimanê xwe stranan bêjim. Dixwazim hunera Kurdî di hemû cîhanê de bê naskirin. Dixwazim li stadên mezin konseran bidim û dengê Kurdî li cîhanê belav bikim.

Li gel Seyîdxan Sevînç bi navê “Evdilcebbar” we sîngilek derxist. We helbesta Rojen Barnas gelek xweş strandîye. Di pêşerojê xebatên bi vî rengî wê çêbibin? 

Ez û Seyîthan me hîn nû dest pê kirîye. Hîn em ê gelek xebatên din bi hev re çêbikin. Di pêşerojê de dibe ku bi hunermendên din re jî xebatên hevpar bikim.

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji sînemayê  û hem jî şanoyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Belê bandora muzîkê li ser însanan pir e. Lê bi qasî muzîkê sînema û wêje jî gelek bandorê li însanan dikin. Kesên mîna Tolstoy û Abbas Kîyarustemî bi xebatên xwe gelek bandor li civakê kirine. Lê nikarim bêjim muzîk tenê bandorê li gel dike. Ji bilî muzîkê disîplînên din jî bandorê li însanan dikin.

Bandora kîjan derhênerî bêhtir li ser te heye?

Bêhtir bandora Abbas Kîyarustemî û Kîm Kî-Duk li ser min heye. Li ber çavên min Kîyarustemî ne tenê derhêner e, ew fîlozof û nivîskarek mezin e.

Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Dixwazim fîlmekî bikşînim û dixwazim di nava fîlmê de muzîkên xwe bi kar bînim. Dixwazim fîlmê min li cîhanê û li pêşangehê fîlman bigere. Fîlmên min jî wê li ser jîjana gelê me be.

Dixwazim di stadek mezin de li pêşber sed hezar kesî konsereke Kurdî bidim. Lê dema behsa vê xeyala xwe dikim derdor henekên xwe bi min dikin. Hema ne ez jî bim hunermendek kurd li stadek mezin konserekê bide ez ê gelekî kêfxweş bibim.

 

Ji bo guhdarîkirin û şopandinê:

Twitter: https://twitter.com/sidarferid 

Instagram: https://www.instagram.com/sidarferidofficial/?utm_medium=copy_link 

Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCrhQGmeJxNqxmrohNCs5sLA 

 

 

İlginizi çekebilir