MSD: Tirkîye, rejîma Sûrî û Rûsya dixwazin bandora Amerîka lawaz bikin

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) derbara civîna sêalî ku li Moskow di navbera Sûrîye, Tirkîye û Rûsya de pêk hatibû, gumanên xwe nîşandan.
Endamê desteya serokatîya MSD’ê Elî Rehmûn ji Dengê Amerîka re ragihand ku, Tirkîye û piştî ku nekarîbû operasyoneke leşkerî ya nû pêk bîne, berê xwe daye rejîma Sûrî jibo têkbirina Rêvebirîya Xweser.

Tê zanîn ku çend roj berê wezîrên berevanîya Sûrîyê, Tirkîyê û Rûsyayê herwiha berpirsên saloxgerîya van welatan li Moskow hatibûn cem hev, ku ji destpêka alozîya Sûrîyê de ev yekem civîna di navbera wan de ye.

Rehmûn herwiha bal kişande ser armanceke din ya vê civînê û wiha got: “Tirkîye ligel rejîma Sûrî û Rûsya dixwazin bandora Amerîka lawaz bikin, ku hebûna Amerîka û hevkarîya wê bi HSDê re di şerê terorê de pir girîng e, loma her sê alî bi vê hevpeymanîyê dixwazin ezmûna Rêvebirîya Xweser û HSDê dorpêç bikin”.

Hêjayî gotinê ye wezareta berevanîya Rûsî derbara civîna Moskow de daxuyanî dabû û bi civîneke avaker nasandibû.
Li gor daxuyanîya Rûsî her sê alîyan li ser çend xalan li hev kirine, weke çareserîya alozîya Sûrî, pirsgirêka penaberan û şerê li dijî komên radîkal.
Herwiha hêjayî balkişandinê ye ku cudahî di navebra her sê alîyan de derbara pênasekirina van koman de heye, ku Tirkîyê komên Kurd weke terorîst dibîne, lê Rûsya û rejîm Sûrî tekez dikin ku çekdarên bi ser Tirkîyê û Cebhet El-Nusra ve terorîst in.

Derbara van koman de rojnamevan û şîrovekarê sîyasî Îdrîs Henan bi bîr xist ku Tirkîyê wan jibo berjewendîyên xwe bi kar tîne.
Henan wiha dewam kir: “Tirkîyê dixwaze rejîma Sûrî ji xwe re bi kar bîne, li dijî îradeya li Bakur û Rojhilata Sûrîyê hatiye ava kirin, wê têxe şer, herwiha bi destê rejîmê dagîrkerîya xwe di nava axa Sûrîyê de rewa bike”.

Her di vê derbarê de MSD’ê daxuyanîyek da bîragiştî, tê de bang li hemû Sûrîyan kir ku dest bidin hev û nakokîyên xwe bidin alî jibo binxistina hevpeyamanîya li Moskow derketiye pêş.

Rehmûn jî hişyarî da ku rêkeftina Şam û Enqereyê bi çavdêrîya Rûsya dê encamên metirsîdar bi xwe re bîne û wiha got: “Tirkîye hewl dide dîsa komên terorîst û cîhadîst zindî bike û wan dîsa li herêmê belav bike, ku ew bi vê yekê dixwaze berjewendîyên xwe yên dagîrkerî bicîh bîne, herwiha guhertina demografîk li seranserê sînor çêke”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Rûsya û Tirkîye tevî Îranê di çarçoveya Astana de ji sala 2017’an de li hev dicivin, ji wê çaxê de û li ser havkarîya van her sê welatan pir guhertin di nexşeya Sûrîyê de çêbûne.

Şopîner dibînin ku bi vê civîna Moskow re qonaxeke nû alozîya Sûrîyê de destpê dike.

/VOA-Kurdi/

İlginizi çekebilir