Mordem Zel: BET

Ji destpêka jiyanê hetanî roja me ya îro, di nav milyar salan de li ser rûyê erdê gelek guherînên jiyanî yên cihêreng çêbûne. Van guherînan bi xwe re pêşketinên derasayî anîne û raberî zindîyan kirin e. Di vê pêvajoya milyar salan de pêşketina herî girîng bêguman zanistîya mirovahiyê ye..

Li gor lêkolîneke zanistî ku Bernameya Parastina Jîngehî ya Neteweyên Yekbûyî daye nîşan, li cîhanê 8 milyon û 700 hezar cûre zindî dijîn, lê tenê navê bi qasî 2 milyon cûreyî tê zanîn.

Yek ji wan jî Bet e…

Bet, cûreyekî ji malbata çirgan e. Çirg, yek ji cûreyên Qanzên lingdirêj e ku bi Latînî jê re Bustrad dibêjin. Li hin deverên Kurdistanê ji wan re Mêşesî û Çêrg jî tê gotin. Dişibin Mirîşka Çiyayî. Ji bo tevlihevî çênebe lazime behsa yek ji firindeyên cûreyê kewan Çîrr jî bê kirin. Çîrr û Çirg ango Çêrg ne yek in. Çîrr cûreyekê kewan e ku ref bi ref digerin û diçerin. Lê Çirg zêde xwedî refên mezin nînin. Bet jî weke destpêkê min got cûreyekê ji malbata Çirgan e û yek ji firindeyên herî mezin e. Her çiqas li gor firindeyên malbata jê ye gir be jî li gor refdarên firindeyan yê herî tirsonek e. Bi Latînî jê re Otîs Tarda tê gotin.

Li gundê me di demên borî de li ser mijara Betî nîqaşeke mîzahî çêbûbû. Bereket di axa wan de be gundîyê me yên berê gelek tiştên mîzahî li dû xwe hiştin e. Li gund bi navê Mihemedê Horîyê ango bi navê xwe yê naskirî Kalê Miho kesekê laqirdîbêj hebû. Rojekê piştî nimêja înê ku civat belav dibe, nîqaşeke li ser navê Betî tê kirin bê ka navê wî yê bi Tirkî çi ye? Ji ber ku Kalê Miho demekî dikeve hepsê dibêjin wele bizanibe nizanibe Kalê Miho dizane. Netîce jê dipirsin bê ka navê Betî bi Tirkî çi ye. Kalê Miho qet nafikire û dibêje mala we nekeve navê Betî Betler e. Paşê gundî navê Gurî jî jê dipirsin bê ka bi Tirkî çi ye, dîsa jî bê teredut dibersivîne û dibêje navê Gurî Berbat Heywan e. Hasilî kelam navê Betî û Gurî yên bi Tirkî kes nizanibûye. Ev jî dide nîşan ku civaka berê li gor îroyîn çiqas dûrî pişaftinê bûye. Mixabin di roja me ya îro de, ev berevajî berê ye.

Gelo di civaka îroyîn de çend kes ji hebûna Betî û navê wî hayîdarin!? Lê dema navê wî yê bi Tirkî (Toy) bê gotin bawer dikim ew ê hema hema herkes bizanibe. Ev dide nîşan ku di navbera berê û îro de çiqas reşspîbûn heye.

 Bet, peyveke bi zaraveya Zazakî ye û di nav Kurmancan de jî tê bikaranîn. Li gor min divê hemû ziman û zarave ji hevdû peyv bigirin lê bi şertê cîranetîyê. Çimkî ji xizmên meriv pêştir e cîranetî. Ji ber ku Kurmanc û Zaza cîranê hev in pêwiste yekser kêmasîyên heyî di navbera xwe de çareser bikin. 

Di çanda Kurdan de deynkirina nan û hacetan heye, bi taybet deynkirina nan girîng e. Heger cîran ji cîranê xwe nan deyn neke û di ser cîran de derbas bibe maleke din ev dibe sebebê dilşikestinê û dilmayînê. Di cîrantiyê de ev tevger bi awayeke neyînî tê dîtin. Dema em di vê çarçoveyê de li mijarê binêrin yekser pêwistî bi cîranetîyê heye. Gava mijara lêgerînê li mala cîran çareser nebe wê çaxê meriv dikare bi dilekî rihet li derîyê malekî din bixe. Yanê divê Kurmanc û Zaza ewilî li derîyê hevdû bixin. Hegena ew ê di navbera van herdû zaraveyên cîran de tu wateya cîranetî, hemzimanî û hemwelatîyê nemîne.

Em dîsa bên ser mijara Betî. Hebûna Bet li Kurdistanê û piranîya cîhanê di bin xeterê de ye. Ji ber ku bi mezinahiya xwe zûtir tê dîtin ji bo seydvan û nêçîrvanan weke nêçîra sereke û hêsan hatiye hesibandin. Ev jî bûye sebebê ku zêde nêçîra wî bê kirin. Lewra di roja me ya îro de bi tunebûnê re rûbirû ye.

 Bet, yek ji firindeyên herî kêm ên cîhanê ye ku xwedî gelek taybetmendiyan e. Stû û lingên wan dirêj in. Çaqê wan gelek hêzdar in. Nikula wan kin e. Bi saya rengên xwe, pir baş têne kamûflekirin. Di nav firindeyên heyî de cudahiya dimenî ya herî mezin nîşan dide Bet e. Yên Kewnêr her tim ji Varîkan mezintir in.

Kewnêr bi navînî 2,5 carî ji yên varîk girantir in û bi pîvana laşî jî bi qasî 1,18-1,30 carî mezintir in. Girantirîn cureyê firindeyan ê li Ewropayê ye. Giraniya kewnêran li derdora 5,8 – 15 kîloyan in, lê yên varîk di navbera 3 – 5,5 kîloyan de ne. Dirêjiya baskên wan 170-240 cm û dirêjiya wan jî li derdora 75 – 105 cm ye. Jiyana wan di navbera 20-25 salan de diguhere. Bi gelemperî Kewnêr, ji bo firindeyên nêr, Varîk jî ji bo yên mê tê gotin.

Kewnêrên ku hin deverên çiyayî û vekirî wekî qadên hîqehîqê û cîlwekirinê hildibijêrin, bi navberên qasî 50 metreyî de belav dibin û ji bo varîkan bandore bikin tevgerên dîwantiyê nîşan didin.

Di dema reftarên dîwanî de, ku jê re reftarên balonê tê gotin, komên tekane çêdikin. Bi tevahî dûv, mil û perên sîngê xwe gij dikin, kîsikên hewayî yên li ser stûyê xwe bi hewayê tijî dikin û hin dengên xir derdixin da ku bandorê li ser varîkan bikin. Di dema cotbûnê de kewnêrên ku xwe gij dikin pûrtê wan ê qehweyî berevajî rengê xwe çîlspî dibe. Di vê kêliyê de serê xwe dikin hundir û simêlên xwe bi jor ve tîj dikin.

Piştî cotbûnê ango hevperînê komên wan belav dibin. Varîk bi tenê dimînin û li cihên nêzikî cotbûnê hêlîn çêdikin. Hêlîna xwe bêtir di nav çandiniyê de, li ser erdê çêdikin. Bi gelemperî 2 hêkan dikin, ev hejmar dibe ku di navbera 1-4’an de biguhere. Dema qupketinê hetanî 25-27 rojan berdewam dike. Dema ku varîk bê dîtin an bê acizkirin, diherime û hêlîna xwe bi hêsanî diterikîne. Çêlikên ku ji hêkê têne derxistin hetanî dema dîwanetîyê li cem dayikê dimînin.

Her çendî nifûsa wan li gorî cihê ku lê dijîn biguhere jî, bi gelemperî di navbera demsalên bihar û nîvê havînê de hêk dikin. Bet, pir poligamî ne û kewnêrên wan dikarin bi zêdetirî yek varîkê re jî hevjînî bikin û cote bibin. Varîk jî bi heman awayî dikarin ji yekî zêdetir bi Kewnêr re di demên cuda de hevjînî bike.

Hetanî ku pirsgirêk dernekeve, bi salan dikarin hêlîna li heman qadê bikar bînin. Dema wan a qupketinê di navbera 21-26 rojan de diguhere. Di Betan de lênêrîna çêleyan varîk digire ser xwe. Rêjeya mirina çêlikan pir zêde ye (ji sedî 90). Digel ku ji bo yên varîk dema têgihiştinê 3-4 be, ji bo kewnêran 5-6 sal e. Yek ji taybetmendiyên cihê yên kewnêrên mezin ew e ku riyê wan heye. Ji ber mezinahî û giraniya xwe di nav cureyên firindeyên ku zû nikarin bifirin de ye.

Piraniya cûreyên wan li cîhanê di bin koçberiya qismî an veqetandî de ne. Tê zanîn ku ew li herêmên pir mezin ên deşt û çolên wek Fas-Îspanya, Okyanûsa Pasîfîk, Asya Navîn, Kafkasya, Rojhilata Navîn û başûrê rojhilatê Ewropa dijîn.

Li Kurdistanê piraniya wan xwecîhî an jî qismî koçber têne zanîn. Her çendî li welatê me hetanî îro li hemû herêmên erdnîgarî hatibe dîtin jî, jîngehên wan ên sereke herêma jorê Çemê Firadê û Çemê Sor, parêzgehên Amed, Dersîm, Mêrdîn, Botan, Serhed, Koçgirî, Nûrheq û Xerzan in. Meriv dikare bêje li welatê me herî zêde li deşta Mûşê û Kopê hene.

Herêmên ku hêlînê lê çêbikin dibe ku cihekî bilindahiya wî 3 hezar metre be. Bet, ji deverên şilek ku pir baran dibare an jî pir ziwahî ne dûr dikevin. Zivistanê, li zeviyên mezin ên cotkirî û nefelî xwe vedişêrin. Digel ku ew dikarin li ber sermayê bisekinin jî, tê dîtin ku dema berf dikeve erdê bi awayekî neqanûnî koçî deverên germ jî dikin.

Bet, bêtir bi deqên qehweyî ne û lingên wan mezin in. Her çendî Bet li erdnîgariyek berfireh hebin jî, li deverên biçûk ên dijîn ji hevdû veqetandî û belewela ne. Jixwe li piraniya welatan nemane û li welatên ku îro tên dîtin jî di bin xetereya tunebûnê de ne.

Bet, ji bo xwarinê bi taybet gera li zevî û gundan tercîh dikin. Yên mezin bi tov, dendik, fêkî, giya, kêzik, kulî û gûhanekên biçûk xwedî dibin. Yên çêle tenê bi kêzikan zikê xwe têr dikin.

Jîngeha wan qadên deştî, zerçikî, dehlî, qişeyî, zozan û zeviyên bê çandinî ne. Erdên nizm, rût û vekirî û newalên avî ji bo wan pir guncav in. Herêmên daristanî, kevirî û asê tercîh nakin. Hewcedariya wan bi erazîyên ku bi hêsanî derdora xwe bidînin û bê astengî tevbigerin heye. Li ser erdekî bêserûber bi awayeke çavdêrî rihet têne dîtin. Lêbelê, di demsala cotmehê de, ew bi awayekî çalak ji deverên ku bi çalakiya mirovî ya birêkûpêk tê kirin dûr dikevin. Yanê çalakiya însanan jîngehê li wan heram dike û pirî caran berê xwe didin deverên ku kêzik lê hene.

 Bet, li welatên weke Avûstûrya, Bûlgarîstan, Çekya, Almanya, Macarîstan, Portekîz,  Romanya, Rûsya, Slovakya, Îspanya, Turkîye  û Ûkraynayê di nav lîsteya parastinê de ye.

 Li gor lêkolîneke zanistî di roja me ya îro de, nifûsa Betî li welatên jêrîn wisa hatiye dayîn:

Îspanya 5.000, Rûsya 3.000, Kurdistan û Turkiye 2.000, Macarîstan 1.200, Ûkrayna 550, Avûstûrya  100, Almanya 90, Fas 50

*

Mijdar 2023

 

/ Niviskar Mordem Zel, nivisin xwe ra malpera Nûpel’e dâye…/

İlginizi çekebilir