Mihyedîn Nahrîn: Sêhra Çûn û Hatinê

Herkes da ser rêya xwe û çû.

Carek din deng ji wan nehat.

Ne xatirxwestinek û ne jî silavek.

Tiştek ji wan nema.

Êdî her tişt bû xwelî û ma.

Çawa hatin heye wisa jî çûyîn jî heye. Hatin û çûyîn destbirakê hev in û tim li kêleka hev in. Yek ji yekî çêtir û yek ji yekî xirabtir nîn e. Her du jî bi qasî hev girîng in û bi hev re dibin xwedî wate. Eynî mîna yîng û yangê…

Carna hatinek me kêfxweş dike û carna jî çûyînek.

Carna hatinek me xemgîn dike û carna jî çûyînek.

Rastîya vê yekê li gorî kes û tişta diguhere. Rastîyek heq nîn e. Lewma di hatin û çûyînan de jî normek rastî nîn e.

 

Mirov ger wextê hatinê be tên. Ger wextê çûyînê be dê biçin.

Em ji tunebûnê hatin û ber bi tunebûnê ve diçin. Me berê xwe da gelek kes û tişta. Me berê xwe da gelek kar bajaran. Her dema me berê xwe de kesek û tiştekî çîrokek nû destpêkir. Lê em dizanin ku her çîrok bi dawî dibin. Lewma heta niha gelek destpêk û dawîanînên me hebûn. Lewma heta niha gelek hatin û çûyînên me hebûn.

Di destpêkê de çawa em uryan û tenêbûn li gelek cîyên çîrokê ev tenebûna me pirî caran xwe dide der. Di dawîyê de em ê dîsa bibînin, waye em dîsa tenê mane.

Ne bav, ne dayîk, ne yar, ne zarok, ne nevî, ne serok û jî pêxember ebedî ne. Her yek ji wan hat û dewra xwe û rola xwe jîya. Dema dewr û rola wan qedîyan her yekî ji wan lêxist û çûn. Niha jî dora me û hevçaxên me ye. Em ê jî mîna yên berê bijîn û mîna wan em ê dewr û rola xwe temam bikin. Dema dewr û rol qedîya em ê jî biçin.

Çûyîn tenê mirin nîn e. Dema rol (kar, wezîfe) diqede divê meriv biçe. Di destpêkê de em ji tunebûnê hatin û bûn pitik, piştre pitiktî qedîya û em bûne zarok, zaroktî qedîya em bûne xort/qîz, piştre mezin bûn û piştre jî bûne extîyar. Wekî çawa dawîya her tiştî tê dawîya extîyarîyê jî li ber me ye. Ew jî mirin e.

Jîyan mîna koçberiyê ye ji bajarekî em berê xwe didin bajerekî din, ji welatekî em berê xwe didin welatekî din, ji kesekî/tiştekî em berê xwe didin kesekî/tiştekî din, ji yarekê em berê xwe didin yara din. Her tişt li pey me dimîne. Gund, bajar, welat, kes û tişt li pey me dimînin û em lê dixin diçin.

Ji bo demekê em dibin mêvan, ji bo demekê hin kes/tişt ji me re dibin mêvan. Lê mêvantî heta ciyekî ye û divê biqede. Dema qediya jî her yek bi rêya xwe de dê biçin û em ê jî bikevin ser rêya xwe.

Di wê rê de em ê gelek çîrokan berhev bikin, em ê gelek kesan nas bikin. Bi saya çûn û hatinan em fêr dibin. Laş û zihnê me terbîye dibin. Bi çûn û hatinan em dibin mirovên a niha. Şexsîyeta meriv bi saya çûn û hatinan dikemile.

Divê meriv li ber çûn û hatinan nekeve. Em ê hîn bijîn. Ji bîr nekin, çîrok dema diqede yeke nû dest pê dike. Jîyan geh xweşî ye û geh jî ne xweşî ye. Bihuşt û dojeh jî li ser rûkê dinê ye. Carna rêya me bi bihuştê dikeve û carna jî bi dojehê. Carna em bi destê xwe ji xwe re bihuştê ava dikin û carna jî dojehê.

Her hatinek û çûyînek çîrokek nû ye. Êdî ka em çîroka xwe ya nû bijîn. De ka wê çi bîne serê me.

Emanet xweş û baş bijîn. Bibin lehengê çîroka xwe.

 

İlginizi çekebilir