Mihyedîn Nahrîn: Sedsala Zêrîn a Wêjeya Kurdî 

 

Di dîrokê de hin kêlîk hene ku têsîrê li sedsalê dikin û rewşa gellek tiştan diguherînin. Lê hin sedsal jî hene ku têsîrê li hemû dîroka piştî xwe dikin. Bi vê yekê dîroka çand, wêje û gelê xwe bi awayekî şahrezatî ji bo cîhanê didin nasîn. Ev şahrezatîya ku tê kirin bi rojan, bi mehan, bi salan û bi sedsalan dê bê qalkirin û dê li ser wan gotar jî bê nivîsîn. Xebatên ku hatine kirin dê tucarî kevnare nebin û dê ew xebat herdem nûjenîya xwe biparêzin. 

Sedsala zêrîn, sedsalake wisa ye ku bi xwe re wekî bayê biharê tiştan nûjen û jîn dike. Bi demê re têsîra wan pêl bi pêl mezintir dibe. Bi demê re wekî darên sedsalan kokên xwe bêhtir diberdin binê erdê û cîyê xwe qayîmtir dikin. 

 Ji bo dîroka wêjeya Kurdî jî gellek kêlîkên girîng hene ku derketine pêş; her yek ji wan kêlîkan tena serê dîrokek e. Di van kêlîkan de kesên xurt û zana berhemên xwe pêşkeşî gelê xwe kirine û pêla medenîyeta gelê xwe asteke din bilindtir kirine. 

Di dîrokê de hin sedsal hene wekî Sedsala Zêrîn tên hesibandin. Ev sedsal, têsîrên mezin li rewşa dîrokê dikin. 

Di nava wiqas sedslaan de sedsalek heye ku ji bo wêjeya Kurdî Sedsala Zêrîn e. Ev Sedsala Zêrîn sedsala 17an e.  Ku di vê sedsalê de kesên wekî Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Şêx Ehmedê Xanî derketine pêş û di vê sedsalê de berhemên xwe anîne wicûdê. Evan kesan hem bi fikrên xwe, hem bi tevgerên xwe û hem jî bi berhemên xwe têsîrên mezin li jîyan, dîrok, wêje û tevgera Kurdan kirine. 

 Ev her sê kes barê wêjeya Kurdî dane ser pişta xwe û ji wan rojên reş û tarî asta wêjeyê bilind kirine û derxistine cihê ronîdar. Asta wêjeyê bi xêra van her sê kesan bilind bûye. Bêguman bêrîya Cizîrî, Feqî û Xanî jî nivîskarê Kurd hebûn lê dîsa jî ewên din biqasî van her sê kesan ne xwedî bi bandor bûn lewma pêşengîtîya wêjeya Kurdî ji wan her sê kesan re mabû. 

 Nivîskarê Kurd Rênas Jîyan vê rewşê dişibînê Troykayê. Herçiqasî ev şibandin li xweşa min pirr neçe jî camêrî nivîsandîye. Troyka tirimbêleke herbê ye ku ji alîyê sê hespan ve tê kişandin. Yanî barê hemû trimbêlê sê hesp bi hev re dikşînin. Ji ber vê yekê Rênasî dibêje ku troykayên wêjeya Kurdî sê kes in: Cizîrî, Feqî û Xanî ne. 

Ev her sê kes di nav Kurdan de pirr tên nasîn û her Kurd kêm zêde navê wan seh kirîye û di derbarê wan de kêm zêde hin agahîyan dizanin. Ger hûn li nav koçeran bigerin van kesan nas dikin û herin berê xwe bidin gund û bajaran jî gundî û bajarî wan kesan nas dikin. Di nava sembolên navdar yên Kurdistanê de bêguman dîsa ji xwe re cih girtine. 

Her yekî bi rêbaza xwe û bi berhemên xwe doza zimanê xwe, doza gelê xwe, doza dînê xwe û doza welatê xwe anînê wicûdê. 

Dibêjin ku pênûs ji şûrî tûjtir e. Nivîskarên me jî bi pênûsa xwe beranberî artêşgehan e. Tu artêşgeh nikarin bandora wan kirî li civakê bikin. Bandora pênûsa wan ebedî ye. 

Ev her sê kes ronesans û reforma kurdî û kurdîyatîyê danîne. Perda reş û tarî ya serdema tarîtîyê ji çavên gelê xwe çirandine û avêtine sergoya dîrokê. 

 

 

İlginizi çekebilir