Mihyedîn Nahrîn: Omer Ayhan û Muzîka Wî

Muzîk bêhna meriv fireh dike û gîyanê meriv têr dike. Heger deng, gotin û muzîk jî li hev hatibe ji tehma wê meriv têr nabe. Meriv pê sermest dibe. Bi heman awayî meriv ji deng û muzîka Omer Ayhanî jî têr nabe. Deng û muzîka wî meriv li seranserê welat digerîne û dilê meriv xweş dike.

Mihyedîn Nahrîn:

Me xwest em cenabê wî ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikarî hebekî qala jîyana xwe bikî? Omer Ayhan kî ye?

Ez di sala 1987an de li Cizîra Botan hatime dinê. Em 3 xwişk û 6 bira ne, ez yê 8a me. di malbatê de ez tenê bi muzîkêre mijûlim. Ji xeynî bapîrê min, dayka min dibêje: “te daye pey şopa bapîrê xwe”. Lê ez nabim wek bapîrê xwe çimkû ez ne dengbêjim wekî hun jî dizanin dengbêjî tiştek cudaye ew dengbêjek navdar bû li çiyayên Cizîr û Şirnexê de. Lê ji ber ku wî zemanî derfetên qeydê tunebûn nayê zanîn (Derwêşê Elî). Min zarokatî û dibistana navîn li cizîrê temam kir û ji ber sedemên aborî min jiyana dibistanê qedand û dil da muzîka kurdî. Heya niha jî lî cizîrê jiyana xwe bi muzîkê re berdewam dikim.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev ji kengî ve ye tu karê muzîkê dikî?

Di dibistanê pola 6an de flûta blok min stendibû. Mamostê me yê muzîkê em fêr dikirin lê hê wî nota ne dinivîsî min melodî lê dixistin hingî min dît ku melodîyên ez dibihîzim raste rast tilîyên min  bersiv didin.  Hingî min zanî guhê minê yê muzîkê baş e. Ji hingî ve ez di nava muzîkê de me. Nezî 23 sal e vî karî dikim.

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk ji bo min xwe ji “bîrvekirine”. Ango stres û pirsgirêkên jiyanê ji min distîne. Min dike wek zarokek  biçûk û pak. Muzîk, wekî oksîjenê ye. Gîyanêmin têr dike.

Dema te biryar da tu yê karê muzîkê bikî ji malbat û ji derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di vê rê de kî ji te re bûne alîkar?

Bi rastî di destpêkê de malbat pêşber bû. Hingê wisa bû, di xwestin ez bibim mamosteyek, pispor an jî doxtorek. Li gorî malbata min ji ber muzîkê dev ji dibistanê berda lê ez çibikim careke ketibû dilêmin 🙂 . Derdor heval û dostan ez gelek motîve dikirim ji alîyê muzîkê ve lê malbatê jî dema dît min dil daye vê rêyê wan jî pîştgirî da min.  Dema wan jî piştgirî da min ez serfiraz bum  û min ji karî heya niha werim.

Dema tu stranan dibêjî û hunera xwe tîne ziman tu xwe çawa hîs dikî?

Hûn bayê biharê dizanin ne wisa? Ne germ e û ne jî sar, mîna bêhna kulîlka. Wek rojek wisa ez xwe ji kevîyek bilind xwe berdim xwarê û biherikim bê bask nav xwezayê… Lê dema stran xemgînî be ev bersiv ê bê guhertin lê min navê  negatîfîyan binîm ziman; hewce nake, jiyan kurt e.

Heger cara dawî wextê te hebe tu dixwazî kîjan stranê bêjî an jî guhdarî bikî?

Ez ê 2 stranan bêjim: “Heyran Jaro” û “Wezî ez dîsa zar bûma ber dilê dayka xwe bûma ber bangê dîsa şîyar bûma”. We stranek xwest lê min xwest ez du stranan bêjim. Sedema we jî ew e ku du milê min hene.

Bandora kîjan muzîkjenan bêtir li ser te heye?

Fadilê Cizîrî dema ‘Heyran Jaro’ dibêje kezeba mirov tê xwar. Rehm li ser wî û rihê wî be . Kerem Gerdenzerî (Koma Wetan) sounda mamoste û hesta wî min mest dike.

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e? 

Rewşen – Pola Nû

Ciwan Haco – Girtiyên Azadiyê

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji sînemayê  û hem jî şanoyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Muzîk rêyekî xwe îfadekirinê ye. Hest ji dil derdixe û li ziman didê. Wekî din jî  em di jîyana xwe de fîlmê herî balkêş bifikrin û dîmena wê ya herî girîng; eger em bikarin ji wê dîmenê muzîkê qut bikin wê ew hest hewkas dijwar negihîje dilê me. muzîk parçeyek bingehîn a jiyanê ye.

Ji bo pêşerojê xewn û xeyalên te çi ne?

Derfetên berfirehtir ji bo muzîka xwe ya kurdî bîafirînim û jiyaneke azad…

Ji bo guhdarîkirin û şopandinê:

Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCvDdKtVPnI7f73MZ2E-S9dw 

Instagram: https://www.instagram.com/omerayhanofficial/

Facebook: https://www.youtube.com/@OmerAyhanOfficial/about 

Spotify: https://open.spotify.com/artist/49FbPgFnm4fMbo0biCOa3U?si=yqN2-mGzQkqMajgZKsePrw&nd=1

İlginizi çekebilir