Mihyedîn Nahrîn: “Me Tekmîl Dikir Ziman û Dewlet” -1

Dema mirovên pêşî derketin ser rûyê dinê bi awayekî êltî û koçbertî tevdigerîyan, tu hêst û bawerîya wan ya hevpar nebû. Ya ku wan bi hev girêdida menfeet û bavikên wan bû. Ne ziman û ne jî netewîtî li gel wan hebû. Tirsa wan ji xwezayê bû û ji xwe re Xwedayên tekildarî xwezayê diafirindan. 

Piştî çandina genim û niştecihbûna mirovan pêre pêre gellek tişt hatin guhertin. Êdî hêdî hêdî bawerîyên Yek Xwedayî (Monoteîzm) derketine pêş û li şûna bawerîyên Pir Xwedayî (Polîteîzm) cih girtin. Li gel yek Xwedayîtîyê pir Xwedayîtî jî  didome lê wek berê popûlerîteya wê nemabû. Êltî û baviktî jî bi demê re cih dide bajarperestîyê. Bajarpersert, havîrdorê bajarên xwe bi bedenan dorpêç dikin ku bi rehetî axa xwe muhafaza bikin.

Mirovên bajarperest ji bo ku bajar û bawerîya wa bi ser bikeve gellek caran bi cîranên xwe re ketine şer û bi vê yekê gellek komkojî qewimîne. 

Lê  mirov bi xêra peresînê (evolotîon) bi demê re bi aqil dibin û ji şaşîyê xwe vedigerin. Peresîna mirovan di dewra Ronesans, Reform û di Şoreşa Fransayê de zexm dibe û mirovên berê bi awayekî aqilane hay ji netewbûna xwe, hay ji zimanê xwe dibin û ji bo van her duyan dest bi xizmetan dikin.

Li Îtalyayê Dante Alîgharî, Li Almanyayê Leîbnîz ji bo zimanê xwe yî netewîyê gellek xizmet kirine û bingeha zimanên xwe yê netewîyê hazir kirine. Li ser zimanê netewî nasnameya xwe ya netewî ava kirine.

Dîrok xwe dubare nake lê gellek caran sedem û encamên bûyeran dişibin hev. Hewceye em dîrokê baş fêr bibin û em ji xwe re ji dîrokê şîretan bigrin ku em nekevin nav şaşîyan û ev şaşî ji me re nebin zebanî. 

Bi heman awayî Kurdistan û hemwelatîyên wê jî di eynî xeta dîrokê de derbas dibin. Sedsala 20an û ya 21ê ji me Kurdan û ji Kurdistanê re serdema navîn (serdema reşî û tarîtîyê) bû. Piştî serdema navîn ango piştî zivistanê timî bihar û xweşî tê. Lê hewceye ku em bingeha vê bihar û xweşîyê ji xwe re amade bikin ku ji  bo pêşerojê hem em, hem zarokên me û hem jî zurîyeta me feydeyek baş ji bibînin.

Lewma şertê pêşî ji me re reformîst pêwîst in. Gel û dewletên Europê bi xêra reformîstan gihatin xêr û xweşîyê. Hemceyê em jî wekî wan li aqilmendên xwe xwedî derkevin û wana derxin pêşberî civaka xwe. Li her derî hemceye em reklama wan bikin ku fikrên wan zû belav bibe. her çiqasî em zû bikin xebat, ew çend em ê zû bighîjin welat.

Pîrê dubeytîyan Baba Tahir, şêxê evînê Melayê Cizîrî, zimanperest Ehmedê Xanî û yen din… van camêran temela ziman û nasnameyê danîne û ya din dikeve ser milê me teva. Hewceye em xanîyê xwe li ser vî temelê saxlem ava bikin. 

Teyrên Ebabîl nayên hawarê û “Hawar” 15’ê gulana sala 1932an olan da. Ma hîn hûn li benda çi disekinin.

Xanî rê nîşanî me daye:

“Ger dê te meqsûdek hebî, lazim divê lê bî bi lez 

 Xesma te me’bûdek hebî, daîm di emrê wî bibez” 

İlginizi çekebilir