Mihyedîn Nahrin: Deq: Li Pey Şopa Hunera Kevnare -2

Peresan ango nûjenbûn hêdî hêdî û bi awayekî kumulatîf bi pêş dikeve. Her pêşketin me bêhtir nêzîkî azadîyê dike û me bêhtir ji xwezayê dûr diêxe. Wekî fikrê dualîstîyê ronahî timî digel xwe tarîtîyê tîne û piştî ronahîyê timî serdema tarîtîyê dest pê dike.

Ji serdemên kevnare ta heta niha deq jî ji gellek qonaxên dûr heta dewra me hatîye. Her qonaxa lê sekînî rengek dayê de û rengek ji dewlemendîya wê kuştîye. Herkesê ku hatî, her îdeolojîya ku derketî xwestine Deqê li gorî fikra xwe biguherînin.

Di serdema prîmîtîfîya mirovan de deq û wêne cihekî girîng digirt. Mirovên prîmîtîf wê dewrê di şikeftan de jîyana xwe berdewam dikirin û bawerîya wan li gorî xwezayê şekil digirt. Xweza hem parezgeha wan bû û hem jî cihê xirabîyê bû. Hertiştî ji xwezayê dizanîbûn û xweza bû a şekil dida hertiştî. Xwedayê wan xweza bi xwe bû.

Mirovên prîmîtîf ji bo xwe ji hemû xirabîyên xwezayê biparêzin li ser laşên xwe şeklên sihrî çê dikirin. Li gorî bawerîya wan ev şiklên sihrî dê wan ji hemû xirabî û nexweşîyên xwezayê muhafiza bike. Di bawerîya wan de ev şiklên hatine çêkirin ne tenê ji bo muhafezekirinê ji bo qismet, bext û bereketê jî dihat çêkirin. Bi kurtasî ev hunera qedîm di vê serdemê de di bin xizmeta sihir û remildaran de bû.

Mirovên serdema prîmîtîf debara xwe bi çinîn û nêçîrtîyê dikirin. Pêşîya ku derkevin nêçîrê li ser dîwarên şikftê wêneyên nêçîra xwe çê dikirin û di wan wêneyan de nêçîra xwe didan kuştin. Sebeba vê yeke ew e ku nêçîra wan bi rehetî derbas bibe û nêçîrvan bighîjin armanca xwe. Ji xeynî wêneyên ser dîwêr bi heman awayî li ser laşê xwe şeklê nêçîrên xwe didan çêkirin ku di dema nêçîrtîyê de bextê wan alîgirê wan be.

Ji  serdema prîmîtîfîya gava mirov derbasî serdema çandinê dibin, rewş û wateya deqê jî bi xwe re diguherînin. Di vê serdemê de ji dîn û bawerîyên xwezeyî, mirovan berê xwe dane dînên pirxwedayî yên razber. Tenê ji bo ku sebra xwe pê bînin sembola Rebbê xwe çêdikirin û jê re dûa dikirin ku bextê wan timî xweşîyê ji wan re bîne.

Êdî hewce nedikir ku bi sedan Xwedayî qayîl bikin, êdî ziktêrkirin rehettir bûbû. Her malbatek, her gundek û her eşîrek xwedî Xwedayekî bûn. Qayîlkirina yekxwedayî ji qayîlkirina pirxwedayî rehttir bû.

Mirovên vê serdemê ji bo Xwedayên xwe yê razber bikin şênber û pê sebra xwe bînin, peykerekî wî çêdikirin. Wêneyê wî li ser xanîyê xwe an jî sembola wî li ser laşê xwe didan çêkirin. Di dema Fîrewnan de jî ji bo ku Xwedayên xwe qayîl bikin li ser laşê xwe deq çêdikirin û hîn jî ev deqên hatine çêkirin bi rehetê li ser laşê mumyayan eşkere ye. 

 

 

İlginizi çekebilir