Mela Mihyedîn: Pirbûn Xurtbûn e

Pirbûn xutbûn e û xurtbûn xilasî û xweşîya me mirova ye. Ji bo xweşîyê em mecbûr in di her qadê hebin û di her qadê de xwe pêşbixin. 

Pêşketin hesan e lê ya zehmehet pêşketin divê ji bo çi bê bikaranîn? Ji bo xwe, ji bo civakê, ji bo dîn, ji bo dewlet an jî ji bo yên din? Meselya herî girîng di vir de veşartîye. Bersivê vê yekê hewqasî hesan nîn e. li gorî tercîhan meriv dibe mirovek baş an jî xirab…

Ji destpêka me mirovan heta niha ji alîyê pêketinê ve me gavên xurt avêtine. Kifşkirina agir, niştecihbûn, destpêka qafik û çandinîyê, bajarvanî û şoreşa endustrîyê. Her yek tena serê şoreşek mezin bû ji bo me mirovan.

Bi saya wan em hêdî hêdî pêşketin ji bo pêşketinê me gavên xurt avêtin. Niha jî bi saya van şoreşan em di serdema teknolojîyê de dijîn û hîn jî hem em fêr dibin û hem jî em pêş dikevin.

Pêşketin divê bi dewamî be û dewama wê hebe. Heger li cihekî asê ma û pêş neket wê dema paşdemayîn destpêdike û pêşve diçe. 

Paşvemayîn dijminê me mirova ye, wekî nexweşîya penceşêrê dikeve laşê me û roj bi roj me dihelîne heta me bikuje nasekine. Lê ev nexweşî nexweşîyek pandemîk e û zû belav dibe. Ji mirovê derbasî mirovên din dibe, ji bajarî derbasî bajarên din dibe û ji welatekî derbasî welatê din dibe. Bi her awayî divê em xwe ji vê nexweşîyê biparêzin.

Divê em nesekinin û divê rehetî ji bo me nebe. Li gorî civak û welatên din em zêde paşdemayîne lewma divê em lêzê bikin û bilezînin da em xwe bighînin çerxa etles. Wekî Celadet gotî: “Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.”

Divê em xwe nas bikin. Divê em xwe bidin naskirin. Divê em pêş bikevin û divê em zêde zêde bixwînin.

Wextê cebraîl ji pêxember re tê emrê xwe Xwedê jêre dibêje. Ew emrê pêşî jî ev e: “Îqra” (Bixwîne). Xweda jî dizane ku kesê zana xirabîyê nakin, kesê zana ji rêya baş venaqetin û timî xwe pêş dixin. Lewma daxwaza Wî ya pêşî xwendine. 

Belesebep Şêx Muşerref negotibû: Kesê xwenda muhaqqa her emîr e / Nexwende her wekî pîvaz û sîr e”. Mezinên me û rêzanên me êji berê ve ev şîret li me kirine. Li me kirine ku em bibin mirovên baş da ku em nekevin rêya xirab. Kesê bikeve rêya nezanînê timî dimîne bindest û xirab lê kesê ket rêya zanînê timî diber serdest û azad.

Lê dîsa jî di tebîetê me mirovan de tiralî û cahiltî heye. Gava em gihaştin asteke ne xirab an jî rastîyekê bi hezarsalan bê guhertin em li wir disekinin û em dimînin. Ev nexweşîyek pir bi xetere ye. Divê tu carî em nesekinin û herdemî divê em ji bo pêşketinên nû bixebitin.

Heger daxwaza me nasîn, pêşketin, serkeftin, azadî, serdestî û medenîyet be rawestin na karê me ye. Divê pêşveçûn ji bo me timî armanc be. Bi saya pêşveçûnê mirovatî gihatîye vê merhalê û saya pêşveçûnê em bighîjin merhaleyên nû.

Di nava heywanan de yê ku aqilê xwe baş bi kar tînê em inû bi saya aqil em bûne serdestê heywanan. Bi saya aqil em ê bibin serdestê Mîlk Wayê, bi sya aqil em ê bibin serdestê galaksîyên din û bi saya aqil em ê bibin serdestê hemû fezayê.

Pêşketin ji bo aqil tiştek hesan e lê emanet ji rêya başî û xweşîyê veneqetin û şîreta Zerdeşt bikin guhark ji bo xwe: “Fikra Baş, Gotina Baş û Xebata Baş”. 

Emanet “Xwendin”, “Başî” û “Selametî”…

 

İlginizi çekebilir