Mela Mihyedîn: Maf Nemaye Li Dinê

Dema mirov rabûn ser du lingên xwe û meşîyan wekî zaroka li havîrdorê xwe nerîn. Dîtin ku çiqas dinyayek dewlemend û têr tije ye. Ji wê roja heta niha em kom dikin û em dixwin lê ti carî em têrnebûn.

Pêşî me dest bi berhevkarîyê kir. Li gorî qeweta xwe me zordarî û zilimkarî li yên ji me zeîftir kir. Bi vî awayî me zora wan bir û li dinê zilimkarî ji xwe re cihek qewîn çêkir.

Piştî berhavkarîyê îca dor gihat çandinî û sewalkarîyê. Ji bo parastinê me ji xwe re xanî ava kirin û havîrdorê erd û welatê xwe me bi bedenên kevirî ava kir.

Lê pergala me avakirî di hundir de ji me re bû vîrûsek xedar. Ji wê rojê heta vê rojê xwîna me diherimîne û me şepirze dike.

Piştre gundên me têra me nekir û me berê xwe da bajaran. Di xanî û taxên banlîyoyan de wekî kuçikan me dest bi jîyanê kir. Havîrdorê me dîsa rovî û keftar bûn.

Her wext dihatin û gez li laşê me dixistin. Tiştek ji destên me nedihat yan jî me nedixwest em destên xwe bixin bin kevir.

Gelek caran, gund û  bajar me têra me nedikirin. Ji bo debara xwe me berê xwe dida gund, bajar û welatên xerîb. Li wan deran ne em ew bûn û ne jî ew em bûn. Rehetî nedan me. Wekî her dewrê dîsa rovî û keftar derketin ser dika dinê û dîsa dest bi gezên xwe kirin.

Li gel hevqas zilmê me ji xwe re Xweda û dîn derxistin. Ji bo piçekî rehetî û aramîyê bidin me. Me ji wan re xulamtî kir. Lê dîsa jî tiştekî nû derket holê. Ew jî ji me re nebûn yar û bûnê pêlîstokên desthilatdaran.

Me çi kir di destên me de bû xwelî û me çi kir destên me ji qirêjîyê xilas nebû. Me çi kir û nekir dîsa jî xwelî ji serê me kêm nebû.

Maf û dad ji bilî wateya peyvê li ser rûyê dinê bi ti awayî şîn nebû.

Mezinên me ji berê de gotine: “Dilê tirsonek singa gewr nabîne”. Tirs e ya me dike her halê xirab de. Hewce ye em tirsê ji dil û mejîyê xwe rakin û bavêjin sergoyê.

Hebekî wêrekî û zanînek xurt pêwîs te. Wê demê em ê bibin meriv, em ê bighîjin mafên xwe, em wekî bayê bakur li herî derî azad bigerin.

Bi hêvîyan dara xwezî şîn nehatîye û ti carî jî wê neyê. Tenek rêyek ji me re maye û ew jî pêşketin e.

İlginizi çekebilir