Mela Mihyedîn: Kurdno, Kurdî Hilbijêrin!!

Belê hefteyê du saet dersên Kurdî kêm in lê ev her du saet dikarin pêşeroja me ber bi xweşî û ronahîyê ve biguherîne. JDivê neyê jibîrkirin, gelê bêxebat nabin xwedîyê welat û cihan.

Ev nêzî sed sal in li welatê xwe em wekî sêwîyan bûn. Me nedikarî bi zimanê xwe perwerdehî bida an jî bistende. Ev nêzî sed sal in bi her awayî û di her qadê de zimanê me hatibû astengkirin. Lê niha piçek be jî zimanê Kurdî di qada fermî de hilmê dide û distîne. Divê em vê hilmê bi destê xwe neçikînin û em li zimanê xwe xwedî derkevin da zimanê me jî heta ebed bimîne heyran…

Di qada perwerdehîyê de sloganek me mamosteyan heye: “Perwerdehî bi gavên biçûk dest pê dike.” Bi wan gavên biçûk hêdî hêdî perwerdekar/xwendekar pêş dikevin û di pêşerojê de bi saya wan gavên biçûk tên cihên baştir û rewşa xwe xurttir dikin. Hefteyê du saet dersên Kurdî çiqasî kêm be jî ji bo pêşeroja me derfetek zêrîn e.

Emanet guh bidin pêşengê xwe. Binerin Xanî çi dibêje: “Vî zemanî herkes mîmarê dîwarê xwe ye.” Kurdno kesek nayê û dîwarê we yê hilweşîyayî lê nake. Divê hûn bi destên xwe, bi xwêdanê enîya xwe ji can û dil bixebitin. Wê demê dîwarê we wê xilas bibe û ew dîwar dê ji we re cihek ewlehî çêbike. Xanî û mezinên me ji me re bingeha dîwêr lê kirine. Divê li ser bingeha wî dîwarî em dîwarê xwe mezintir û bilindtir bikin. Bi her hilbijartina dersek Kurdî dê dîwarê me bilindtir bibe.

Divê neyê jibîrkirin di dîrokê de her tim netewên perwerdehî xistinê destên xwe sazî sazkirine û kesên xwedî sazî welat avakirine.

Heger hûn bixwazin masîyekî mezin bigrin divê qirtek nan bi şewkê xwe ve girê bidin. Wê demê bi qirtek nan hûn dikarin masîyekî mezin bigrin. Lewma ji bo me nan û masî bi qasî hew girîngin û rêya masîyê mezin ji piçek nanî derbas dibe. Rêya zimanê me ji rêya dersên bijarte derbas dibe, dersên bijarte daxwaza ziman bi xwe ye.Dersên bijarte ji bo Kurdî gavek xurt e.

 

 

 

Ji bo pêşketina ziman barek giran dikeve ser sazî, komele, weşanxane û partîyên sîyasî. Divê her sazî, komele, weşanxane û partîyên sîyasî girîngîyê bidin dersên bijarte yên ziman. Divê di her qadê de reklam, nûçe û çalakî ji bo ziman bên lidarxistin. Da miletê me ji xwe û ji mafê xwe hay be. Bi hev re em dikarin zimanê xwe ji bo pêşerojê mîras bihêlin. Lewma ji me re tenê xebat dimîne, divê şev û rojan em bixebin.

Du saet dersên Kurdî wê zimanê me li ber dilê zarokan şêrîn bike. Heger me ziman li ber dilê zarokan şêrîn kir zarok dê bi wî zimanî sohbet bikin û dê wî zimanî li her qada beşerî pêş bixin. Kesên di zarokatîyê de fêrî zimanê xwe nebûyî û zimanê wan li ber wan şêrîn nebûyî di pêşerojê de pir zehmet e ku li zimanê xwe vegere.

Bihêlin bila zarokên we heftîyê du saetan bi zimanê xwe ders bibîne, bila fêrî alfabeya zimanê xwe bibe. Bila bi zimanê xwe bixwîne û binivîse. Ev zarok wê bibin pêşeroja me. Heger em bixwazin ew pêşeroj ronahî bê em mecbûrin ku ji niha ve bixebitin.

Emanet guh bidin pêşengê xwe. Binerin Celadet Alî Bedirxan çi dibêje: “Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ziman şerta heyînê a pêşîn e.” Bi vê daxwazê Celadet kovara Hawarê derxist û ew kovar ji Kurdan re bû dibistanek. Bi saya wê kovara gelek tişt pêşketin û hîn jî şopa Hawarê di wêjeya Kurdî de xwedî cihek girîng e. Zarokên me bi saya perwerdehîyê dê Celadet nas bikin û di pêşerojê de belkî xewn û xeyala wî pêk bînin.

Katalan jî wekî me bûn. Dewleta Îspanyayê pêşî ziman wan û gelek mafên wan yên din qedexe kiribû. Lê bi demê re bi saya têkoşînê Katalan gihaştin mafê xwe yê perwerdehîyê. Ez ne şaşbim hefteyê saetek an jî du saet perwerdehîya mafê dersên bijarte dan Katalanan. Katalan xwedî li zimanê xwe derketin û ji bo zarokên xwe dersên bijarte yê ziman stendin. Bi saya wan dersan û bi demê re Katalan li Îspanyayê xurttir bûn û niha gavên mezin ji bo pêşeroja xwe diavêjin.

Divê em jî ji dîrokê dersan bistînin da pêşerojekê avabikin. Hemû netewên pêşketî bi saya ziman û xebatan gihaştine armanca xwe. Dewletên pêşketî bi saya perwerdehîya ziman li dinyayê şop hiştine û niha jî dîrokê dinivîsin.

 

İlginizi çekebilir