Li Ser Bîtcoîn û Pîyasa Pereyên Krîpto-2

Di pêşerojê de ez bawer nakim ku hemî dewlet danûstandinên xwe bi Bîtcoîn an jî bi altcoînan bikin. Ev yek di konjonktûra pergala kapitalizmê de ne gengaz e. Ti dewlet pereyekî ku nikaribe kontrola wî bike di nava sînorên xwe de naxwaze…

Mela Mihyedîn

Me bi edîtorê Bîtcoîn Kurdî re, bi Rodî re li ser pereyên krîpto sohbetek têr û tije kir. Kerem kin ev ji beşa duem…

Tu kîjan pereyên krîpto bi ewle dibînî?

Dîsa jî em dikarin bêjin bi volûma xwe 100 coînê di rêza peş de li gorî wan altcoînên din ewlehtir in. 

Pereyên krîpto hîn di destpêka jîyana xwe de ne. Lewma meriv nikare %100 pêşaroja wan texmîn bike lê belê Heta hinek dewletên wek  Avusturya, Çin, Japonya, Îsraîl, Îspanya jî niha vê pereyên xwe yên krîpto derp kirin. Lê meriv teqez dikare bêje ku êdî pereyên krîpto niha ketine jîyana me û hêdî hêdî danûstandina kesan wê derbasî pereyên krîptoyan bibe. Yanî civak çawa 10 hezar sal berê hînî taqasê bûbin, çawa 5 hezar sal berê hînî zêra bûbin, çawa 2 hezar sal berê hînî pereyên kaxiz bûbin, çawa 50 sal berê hînî çek, senet û qertên kredîyê bûbin ê wusa jî hînî pereyên krîpto bibin.

Meriv dikare çawa tevlî vê pîyaseayê bibe? Ji bo kesên meraq dikin tu dikarî ta bi derzî ve bikî?

Ji bo meriv bikaribe krîptoyan bikire û danûstandinên xwe bi krîptoyan bike 2 rê hene. Ya yekem divê meriv ji Blockchaîn.comê cûzdaneke krîptoyan veke. Ger meriv bixwaze danûstandinên xwe bi Bîtcoînê bike divê ji xwe re cûzdaneke Bîtcoînê veke. Heger bixwaze danûstandinên xwe bi Moneroyê bike divê ji xwe re cûzdaneke Monero veke. Çawa ku cûzdaneke meriv a pereyên fizîkî heye divê cûzdaneke meriv a krîptoyan jî hebe. Rêya duyem jî divê meriv ji xwe re hesabeki borsaya krîptoyan veke. Binance, coînbase, Bitfinex, Okex, FTX hinek ji wan borsayên ku li dînyayê herî zahf tên bikaranîne. 

Her çiqas meriv dikaribe ji borsayan pereyên krîpto bikire jî ew pere bi awayê teknîkî ne ye meriv e. Yanî meriv çawa bawerîya xwe bi banqeyan tîne û perê xwe li banqeyan radizîne bi wî şeklî meriv perê xwe li borsayan de radizîne. 

Meriv bi hemû pereyên xwe krîpto pere bistîne baş e an na? Tu ji veberdêran re çi baş dibînî? 

Meriv dikare di borsayên krîptoyan de bi bilindbûn û ketina coînan pere bidest bixe. Lê ez pêşnîyar nakim ku kak X bi hêvîya dewlemendbûne hemî perê xwe têxe pîyaseya krîptoyan û bê perwerdehî Traderîyan bike. Ji ber ku ev pîyase hem pîyaseyeke nû û volatîl e (carna hin coîn di rojekî de %80 dikevin û radibin) hem jî li gor îstatîstîkan di borsayan de %90î bêhtir kes têk diçin, tenê %10ê wan bi ser dikevin.

Ji bo meriv bikaribe di vê pîyaseya krîptoyan de kâr bike divê meriv perwerdehîya teknîkî û perwerdehîya psikolojik bistîne ku bikaribe di vê pîyasê de mû ji maran bike. Li gorî wê meriv dikare ji xwe re tûrikekî jî çêbike û li gorî sermayeya xwe perê xwe perçe bike. 

Tu ji me re dikare mînakekê bidî?

Mînak di tûrika min de %25 emtîa %25 dovîz %25 usdt %25 btc û Altcoîn heye. Di borsaya krîptoyan de heta ji min tê ez di destê xwe de usdt dihêlim ku hînek fersend gava bikevin destê min ez bikaribim bikirim. 

Ti cara hemî sermaya xwe naxime derekî tenê. Herkes jî dikare li gori xwe tûrikekî çêbike.

Meriv dikare çawa vê pîyaseya krîptoyan bişopîne?

Ez bi pirahî pîyaseya krîptoyan li ser twitterê dişopînim. Lê jibo hinek zanyarîyên teknîkî hîn malperên global wek TradingView, coînmarketcap , FearandGreed index, Investing, Binance jî dişopînim.

Tu pêşeroja pereyên krîptoyan çawa dibînî?

Di pêşerojê de ez bawer nakim ku hemî dewlet danûstandinên xwe bi Bîtcoîn an jî bi altcoînan bikin. Ev yek di konjonktûra pergala kapitalizmê de ne gengaz e. Ti dewlet pereyekî ku nikaribe kontrola wî bike di nava sînorên xwe de naxwaze. Jiber ku Bîtcoîn wek me gotibû ne aîdî ti kesî ye û ti kes nikare mûdaxeleyi Bîtcoînê bike, nikare derxe û nikare dest deynê ser. Ev yek ne li gorî genetîka dewletên kapîtalîst e.

Lê em dikarin bêjin, hemû dewlet li ber pereyên xwe yên netewî dikarin pereyên xwe yên krîpto jî derbixin. Ancax bi vî awayî dikarin otoriteyên xwe di destê xwe de bigirin. Lê belê ez texmîn dikim heger dewlet xwedî li krîptoyan dernekevin jî gel dê li Bîtcoînê xwedî derkeve.

Di pêşerojê de ew ê ev pereyên dîjîtal di jîyanê de wê çawa bê bikaranîn?

Dibe ku gelek danûstandinên xwe di pêşerojê de bi pereyên krîpto bike. Yanî di demekî nêzîk de em li dikana fekîfiroş û goştfiroş de etîketên 19.99 Satoshi bibînin ger em şaş nebin. Ji ber ku Bîtcoîn herî zêde ji bo gel bi feyde ye. Bi lez e, bi ewle ye, pratîk e û bê bac e. Pereyên krîpto nexasim jî jibo gelên wek me bindest re baş e.

Ji bo danûstandin û şopandinê tu kîjan malper û bernameyan pêşnîyar dikî?

Welatê me di binê 5 dagirkerîyê de ye û her wext mihaqqek di perçekî welatê me de şer u pevçûnên giran çêdibin. Gava şer diqewimin banqeyên dagirkerîyan dest datînin ser malê milletê me. 

Milletê me jî hemû mal û milkê xwe di destê dagirkeran de dihêlin û bi rêya koçber u pênaberîye digirin. Pereyên ku deste xwe de dihêlin jî nikarin bibin pişt sînorên din. Lê heger cûzdaneke wan a krîptoyan hebe, herine kuderê jî dikarin hemî pereyên xwe bi xwere bibin.  

Ev pereyên krîpto legal in an jî îllegal in?

Brastî ti dewlet di nav sinorên xwe de perêyên ku nikarin kontrola wan bikin naxwazin lê zêde tişt jî ji destên wan naye. Herî zêde dikarin qedexe bikin lê heta internet li derekî hebe nikarin têkevine pêşîya danûstandina pereyên krîpto.

 Mînak Îran bi salan xwest ku pereyen krîpto qedexe bike lê tiştek ji destê wê nehat îro em gava le dirênin kolana krîptoyan li dinyayê herî zêde li Îranê dibe û Îran di nav dewletên ku herî zêde pereyên krîpto bikar tînin de ye. Rewşa Dewleten mezin ji wisa ye.

Piştî hînî bûn ku nikarin têkevine pêşîya krîptoyan û pereyekî pir zêde di pîyaseya krîptoyan de digere îca xwestin ku ew jî nanê krîptoyan bixwin. Ji bona wê borsayên xwe yên netewî vekir ku berê vaneya krîptoyan hînekî jî bidne xwe. 

Hate dîtin ku mezin an biçûk ti dewlet nikare têkeve pêşîya pereyên krîptoyan lê niha he jî hînek dewlet li hemberî pereyên krîpto qedexe û biryarnameyan diweşînin. 

Kîjan dewlet dixwazin rê li ber pereyên krîpto bigrin û kîjan dewlet dixwazin rêya wan vekin?

Dewletên ku dixwazin tekevine pêşîya krîptoyan: Afganistan, Pakistan, Nepal, Cezayîr, Bolîvya, Bangladeş, Ekvador, Misir, Hindistan, Kolombîya, Ûrdun, Endonezya.

Dewletên ku dixwazin ji krîptoyan nan bixwin: Çîn, Japonya, DYE (USA), Brîtanya, Avustralya, Almanya, Fransa, Îtalya, Polonya, Estonya, Hollanda Swêd, Belçika, Malta, İsviçre, Kanada, Sîngapur, Koreya Başur, Îsraîl…

De îca werin bêjin gelo dê çawa pereyên krîpto werin qedexekirin?

Ji bo mirovên dixwazin tevlî vê pîyaseyê bibin û veberdêrî bikin tu ji bo wan çi pêşnîyar dikî?

Veberdêrî karê zanayan e, ne karê nezana ne. Hele di borsayên krîptoyan de veberdêrîya nezantî wek qumarê ye. Hetta meriv dikare bêje îxtîmala serkeftina qumarê ji ya veberdêrîya nezantî zêdetir e. Jiber wê pêşnîyara min ya herî girîng perwerdehî ye. Yên nezan ger perê xwe têxine Ka û Ce jî wê zirar bikin, têxine Bîtcoîn û Etheriumê jî wê zirar bikin. Îro madem pere bi rehetî nayê bidestxistin divê meriv bi rehetî jî ji destê xwe winda neke.

Lewma meriv gerek di destpêka hemî îşên xwe de xwe perwerde bike û wisa dest bi îşên xwe bike.

Ev borsa li gorî çi dimeşe? Kî kar dike û kî zirar dike?

Borsaya krîptoyan nexasim li ser dêrûnîya mirovan dimeşe. Di borsayan de hin kes hene ku sermaya wan wek sermaya dewletan e. Ji wan re Masîyên Mezin tê gotin. Tevahîya masîyên mezina bi civaknas, dêrûnnas û Market Makerên herî serkeftî yên dinyayê re dixebitin. Yanî zanin ku sermayedarên biçûk ê kingê têkevine pîyasê û wê kingê derûnîya wan xirabibe û bi zirarî kirînen xwe bifroşin. 

Mînak yekî ku bi nezani bikeve bosrayan dibe ku di serê ewilî de hinek kâr bike. Ji xwe masîyên mezin vê qadê jê re vekirine. Masîyên mezin dixwazin sermayeyên biçûk bi qazanca rehet serxweş bibin û ast bi ast kârên zêdetir bixwazin.

Kingê sermayeyen biçûk serxweş dibin û jibo zêdetir qezenc bikin her tiştê xwe dixine pîyasê û pîyasê bilind dikin masîyên mezin karen xwe distînin û pîyasê hînekî dixêrin. Sermayeyên biçûk ji vê ketinê ditirsin û di nava xwe de dibêjin: “Bila pîyase were qeysa xwe ye berê ez ê rajim karê xwe û derkevim.” Wextekî nêzîk de pîyase weke ku dîsa ê were qeysa berê hereket dike lê hînekî din jî dikeve. Sermayeyên mezin hînekî din jî ditirsînin û dîsa di nava xwe de dibêjin:

“Xwezî me perê xwe bikişandina.” Lê jiber ku kâra sermayeyên biçûk zahf kem dimîne dil nakin hê jî ji pîyasê deren. Wextekî din disa tam dibe ku pîyase were qeysa xwe ya berê masîyên mezin hînekî din jî difroşin û pîyasê dixêrin. Sermayeyên biçûk vê carê dikevine zirare. Sermayeyen biçûk dîsa di nava xwe dibêjin: “Xwezî berîya ku me zirar kir perê xwe bikişandina” Lê jibona zirara xwe derxin dîsa ji pîyasê dernayên. Masîyên mezin hetta hêvî û derûnîya sermayeyên biçûk bişkînin ketina pîyasê didomînin.

Sermayeyên biçûk ku keda xwe ye 10 sala xistine pîyasê piştî van ziraran, dikevine bêhêvîbûn û depresyonê. Ji bona sermayeyên wan hemî neşewite her tiştên xwe bi zirarî difroşin û ji pîyasê dertên. Piştî ku sermayeyên biçûk tiştên xwe difroşin Masîyên mezin dîsa dikevine pîyasê û her tiştî bi erzanî dikirin, pîyasê dîsa bilind dikin. Wa sed sal e borsa di nava vê çerxê de ye. Ji ber wê divê meriv perwerdehîya derûnî jî li ber perwerdehîya teknîkî bistîne.

Ji bo van agahîyên berfireh malî ava 🙂

Jibo vê hevpeyvînê ez li ser navê Bîtcoîn Kurdî spasîyên xwe li Mamoste Mihyedîn dikim. 

Jibo alîkarî û piştgirîyên wî ez spasîyên xwe li hevalê xwe yê krîptohêz Wedat dikim.

Ji bo têklilîyê

Mail                      : r.ekincii@gmail.com 

Twitter                : @BitcoinKurdi

Twitter Wedat  : @btc_Kurd

İlginizi çekebilir