Mihyedîn Nahrîn: Li gel Sebîh li ser muzîkê çend goti

Gelek kes Sebîh ji bernameya Min Cîyawazim û ji xebatên Sîbera Dengê nas dikin. Sebîh di her du xebatan de jî karên hêja û serkeftî derxistîye meydanê.

Sebîh niha li xwe gelek tişt zêde kirine û bi gavên ewlê di karê xwe yê muzîkê de bi serkeftî dimeşe. Sebîh herî dawî bi albuma xwe ya nû derket pêşberî guhdarvanên xwe.

Ev albuma dawî ji alîyê guhdarvavanan ve bi kêfxweşî tê guhdarîkirin. Wekî guhdarvanekî dikarim bêjim: Sebîh bi rastî jî albumek baş derxistîye meydanê. Heger we guh neda be albuma dawî teqez lê guhdarî bikin hûn ê poşman nebin. Bi deng û muzîka xwe dê we li nav risteyên helbestan bigerîne.

Me xwest em cenabê wî ji nêz ve nas bikin. Me pirsên xwe ji kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikare behsa jîyana xwe bikî. Gelo Sebîh kî ye?

Ez Sebîh, di zivistana sala 1988an de li Bazîdê hatime dinê. Min li Zanîngeha Stenbolê beşa Dermansazîyê xwend. Niha jî li Esenyurtê dikana min ya Dermanfiroşîyê heye û dermanan difroşim. Ji bilî karê xwe bi muzîkê re jî eleqedar im. Zewicîme û zarokek min heye.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda? Ev çend sal in tu vî karî dikî?

Hezkirina min ya muzîkê di zarokatîyê de dest pê kir. Bavê min dengbêj bû, ez bawer im bandora wî li ser min zêde ye. Dema çar salî bûm min jî wekî bavê xwe destê xwe dida ber guhê xwe û min distirand. Tembûra birayê min hebû, di heft salîya xwe de bi tena serê xwe hînî tembûrê bûm. Ev evîn pêl bi pêl di dilê min de mezin bû. Ev panzdeh sal e karê muzîkê dikim.

Navbera te û enstrumanan çawa ye? Tu herî bêhtîr ji kîjan enstrumanan hez dikî? Tu dixwazî li kîjan enstrumanan bidî?

Malbata min ji muzîk û enstrumanan hez dike. Ji wan fêrî gelek tiştan bûm. Bi tena serê xwe fêrî tembûr û bilûrê bûm. Birayê min li tembûrê û xalê min li bilûrê dida. Bi temaşekirinê ez jî fêr bûm. Di zanîngehê de meyla min çû ser gîtarê. Ji demên zanîngehê heta niha bi gîtarê re mijûl im. Di muzîka min de bêhtir bandora gîtarê derdikeve pêş.

Te stranên xwe ya dawî li ser helbestên Arjen Arî, Mem Med û W. Sheakspeare ava kirine. Şîrove û xebatên te gelek delal derketine. Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî û tu dixwazî helbestên kîjan helbestvanî bikî stran?

Ez ji helbestên Arjen Arî hez dikim. Bi helbestên xwe rastîya jîyan û hêstan bi li ber çavên însanan radixîne. Ji ber wê yekê bandora helbestên wî zêde ne û bandorek mezin li min û li albuma min kirîye. Mem Med hemşehrîyê min e. Ji terz, hevok û peyvên wî zêde hez dikim.

Bêhtir dixwazim li ser helbestên Arjen Arî, Cegerxwîn, Mem Med û hwd. bixebitim.

Gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û stranê de heye?

Ya stranê ava dike gotin û beste ne. Helbest di hundirê xwe de gotin û wateyê dihewîne. Helbest çavkanîya stranê ye. Li ser gotinên wê beste bi rehetî tê çêkirin. Bestekirin û strandina helbestan her tim bala min kişandîye. Ez jî çavkanîya xwe ji helbestan digrim.

Koma “Awaz Baran” çawa hate avakirin û hûn çend kes bûn? Tu dikarî çîroka damezrandina komê ji me re vebêjî? Ev demek dirêj e deng ji komê dernakeve gelo rewşa komê çawa ye?

Di dema zanîngehê de me serî li Min Cîyawazim dabû. Wê demê me kom ava kir. Koma me bi xebata Sîbera Dengê re bêhtir derket pêş. Kom ji çar kesan pêk tê: Baran, Meltem, Irmak û ez. Ji ber kar û bar û ji ber rewşa erdnîgarîyê em niha nikarin bên ba hev û xebatên nû çê bikin. Lê hêvî dikim di demek nêz de em bên ba hev û em xebatên nû bi hev re bikin.

Tu li başûrê welêt beşdarî programa “Min Cîyawazim” bûyî.  Tu ji me re dikarî behsa serborîya xwe bikî? 

Min Cîyawazim pêşbirkek hunerî bû. Em jî bi awaza xwe tevlî pêşbirkê bûn. Di encamê de em bûn çaremîn. Lê di medyaya civakî de em ji her kesî populertir bûn 🙂

Heta niha te gelek stran bi dengê xwe zindî kirine. Di nava stranên ku te deng dayî wan de herî bêhtir dilê te li ser kîjanê ye?

Helbesta Arjen Arî ya bi navê “Min Li Ku Hişt” ji bo min taybet e. Harûn Elkî besta wê çê kirîye. Ji strandina vê stranê pir hez dikim.

Tu dixwazî bi kîjan hunermendî/ê re xebatên hevapar çê bikî?

Dixwazim bi Metin Kemal Kahraman, Mikail Aslan, Tara Mamedova, Mehmet Atlı û Olgun Eren re xebatên hevpar bikim.

Favorî album û stranên te kîjan in?

Favorîya min “Min li Ku Hişt” e. 

Tu herî bêhtir li kîjan hunermendan gudarî dikî? Bandora kîjan hunermendan li ser te heye?

Herî bêhtir bandora Metîn Kemal Kahraman li ser min heye.

Ji bo pêşerojê xewn û xeyalên te çi ne?

Dixwazim performensên akustîk bikim. Ji bo performansên akutîk hin hewildanên min hene. Xeyala min ew e li cîyek dîrokî konserek akustîk pêk bînim.

 

Ji bo guhdarîkirin û şopandinê:

YouTube: https://www.youtube.com/@AwazBaran 

Spotify: https://open.spotify.com/artist/31GmQRNtXiSwJWE6FfuDtA?si=S–O97m-Tv65wc40Q9LURw&nd=1

Twitter: https://twitter.com/sebihakkuss 

Instagram: https://www.instagram.com/sebihakkuss/?igshid=NDRkN2NkYzU%3D

Facebook: https://www.facebook.com/sebih.akkus 

 

 

İlginizi çekebilir