Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk jî di nav de 4 kesên ku serê sibehê li Êlihê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Îrô serê sibehê polisan li Êlihê bi ser malan de girtibûn û Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê ya Navçeya Hezo ya Gulistan Sonuk jî di nav de 8 kesan binçav kiribûn. Ji 8 kesan Hevşaredar Sonuk jî di nav de 4 kes piştî îfade dayînê hatin berdan. Ji bilî Sonuk kesên ku hatine berdan navê wan wiha ne: Endama Meclisa Şaredariya Hezoyê Şukran Çotak, Îdrîs Yalçin, Sûat Oztekîn.
Li aliyê din 4 kesên din ên di bin çavan de li Miduriyeta Polisan a Êlihê tên girtin.