Li Edenê şanoya Kurdî hat qedexekirin

Parêzgariya Edenê rê neda lîstika şanoya Kurdî ya bi navê “Tartuffe” ku biryar bû 5ê Hezîranê li salona şanoyê ya wî bajarî bê nîşandan.

Biryar bû îro 5ê Hezîrana 2022ê lîstika şanoyê ya Kurdî ya bi navê “Tartuffe” li salona şanoyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edenê derketa pêş temeşavan, lê li gor zanyariyan Parêzgariya Edenê bi hinceta ku ew lîstika şanoyê “ne guncav e” rê nedaye ku ew şano bê nîşanadan.

Ev qedexeya parêzgariya Edenê di demekê de ye, parêzgariya Mêrsînê bo heman şanoyê rê dabû û gotibû “ew şano guncav e”

Di van demên dawî de zexta û givaşên rayedarên Tirkiye li ser çanda Kurdî û hunermendên Kurdî zêde bûye beşeke zêde ya konser, çalakî û şanoyên wan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên qedexekirin.

 

/rd/

İlginizi çekebilir