KNK: Em bo penaberên bi reyadarên Rus û Belarusya re di nava peywendîyan de ne

Jibo Reyaya Giştî û Ragîhandinê

Bi hezaran penaberên ku piranîya wan ji başurê Kurdistnê ne, di nav wan de zarok, jin û kesên bi temen jî hene, eve demeke li ser sinorê Belerus û Polonya yê, di nava daristanan de asê mane û ji bilî çend rêxistinên humanîter heta niha kes li wan bi xwedî derneketîye. Li gor agahîyên heta vê kêlîyê ketine destê me, ji ber serma û bê îmkanîyên jiyanî, deh (10) kesan bêtir jiyana xwe ji dest dane.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan-KNK, li ser vê boyerê ji despêkê heta niha, di nava hewladana de ye. Jibo çareyek ji vê rewşa giran re bê dîtin, KNK bi rêya nûnertîya xwe ya Moskova yê, bi reyadarên Rus û Belarusya re di nava peywendîyan de ye.

Jibo rewşa penaberan ji nêz ve li ser sînorê Belarus û Polonya bibîne û bişopîne, jibo ji vê rewşa metirsîdar re çareserîyekî bibîne, Hevserokê KNKê Birêz Ahmed Karamus jî di nav de, şandek ya KNKê ji navendê rêketîye. Herweha ji nûnertîya KNKê ya Moskova yê jî, hinek heval wê tevlî şandê bibin. Şanda me hewl dide ku hevdîtinên rûbirû bi rayedarên Belarus û Polonya re bike.

 

Benzer haberler

Hasbey Köksal: Yadîn

Konseya Rêvebir ya KNKê

12.11.2021

 

Pêwendî:

Mecid Heso, Endamê Konseya Rêvebir ya KNKê

Telefon: 0049 176 61015461

İlginizi çekebilir