Kampanyaya zimanê kurdî dest pê kir

Ji bo ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe zimanê fermî ji aliyê 9 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ve li Diyarbekirê kampanyaya komkirina îmzeyan dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar gotareke bi kurdî pêşkêş kir û got; divê zimanê kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin û qebûlkirin.

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî serpereştiya kampanyayê dikin. Armanca komkirina îmzeyan ew e ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û di qanûna bigehîn de bê naskirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Mîthat Sancar di gotara xwe ya bi kurdî de got; divê qedexeyên li ser zimanê kurdî bên rakirin û dawî li polîtîkayên asîmîlayonê werin.

Mîthat Sancar diyar kir: “Ji ber polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê mixabin ji bo zarokan transfera zimanî gelek zeîf bûye. Ji bo wê jî gerek temînata qanûnî ji bo zimanan hebe. Gerek zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin, qebûlkirin. Gerek hemû qedexe, astengî bariyerên li ber Kurdî bên rakirin. Gerek zarokên Kurd zimanê xwe ji mekteban, ji zanîngehan jî bielimin. Ev mafekî esas e, mafekî mirovî ye, mafekî gerdûnî ye.”

Rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl jî di gotarên xwe de bal kişandin ser rewşa niha ya zimanê kurdî û gotin ku divê kurd ji bo bidestxistina mafê zimanê xwe piştgiriya kampanyayê bikin.

Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş got; ji aliyê hiqûqî ve jî mafê kurdan e ku zimanê wan bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Meral Daniş Beştaş ji Kurdistan24ê re ragihand: “Li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê kurdî qedexe ye û ev bi zagona bingehîn hatiye nivîsandin. Divê di destpêkê de qanûna bingehîn were nûkirin û di qanûnê de rê li ber zimanê kurdî vebe. Mafên gelê Kurd jî wekî gelên din heye ku hînî zimanê xwe bibin. Ev mafê wan ê herî bingehîn û rewa ye.”

Di civîna rojnamegerî de hat gotin ku; kurd li mal û kuçe kolanan zimanê xwe hîn dibin lê belê ji bo pêşvebirin û berdewamiya ziman pêwîst e mafê perwerdehiyê jî were naskirin.

Nivîskar Enwer Karahan jî piştgiriya kampanyayê dike û dibêje; divê ev kampanya tenê li salonan nemîne û siyasetmedar û rêveberên sazî û rêxistinan her daîm vê mijarê bikin rojev.

Enwer Karahan ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Kampanya gaveke baş e. Ji vî alî ve baş e; partiyên siyasî nikarin ji aliyê berjewendiyên neteweyî ve werin cem hevûdin lê belê di meseleya ziman ku bûye gaveke bingehîn dikarin werin cem hevûdin.Ez hêvîdar im ev danûstandina li ser ziman di warê meseleyên neteweyî de jî bibe gavek. Lê divê ev di salonan de nemîne.”

Piştî ragihandina destpêkirina kampanyaya komkirina îmzeyan, demamikên ku li ser dirûşmên kurdî hatine nivîsandin li welatiyan hatin belavkirin. Hêzeke zêde ya asayîşa bajêr rê neda ku çalakiyeke bi girseyî encam bide lê tenê rêveberên partiyên siyasî di Kuçeya Xazî ya li nava Sûr a Diyarbekirê  demamik li welatiyan belav kirin. Kampanyaya komkirina îmzeyan li kuçe kolanan û bi rêya înternetê dê heta 15ê Gulanê berdewam bike. Îmzeyên bên komkirin dê pêşkêşî rayedarên dewletê bên kirin û daxwaza fermîbûna mafê zimanî dê were kirin.

/ad/

İlginizi çekebilir