Hunermendekî Dilnizm û Dengxweş Kasim Taşdoğan

Serhedî bi deng û bi dengbêjên xwe tim li pêş in. Rebbê alemê xelatek zêrîn daye wan û ew xelat jî deng e. Dema Serhedî dest bi stranê dikin her tişt disekine; Di wê kêlîyê de yê diherike tenê dengê wan û hêstên me ne.

Mela Mihyedîn

Kasim Taşdigan hunermendekî ji Serhedê ye. Wekî Serhedîyên din dengê wî jî mîna çema biharan li ber guhê însanan bi nerm û bi xweşî diherike. Meriv ji dengê wî qet aciz nabe û dengê wî li ser meriv mîna terapîyê bandor dike.

Me xwest em cenabê wî ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me. 

 

Tu ji me re dikarî hebekî qala jîyana xwe bikî? Kasim Taşdogan kî ye? 

Di sala 1983an de li Mûşê hatime dine. Piştî 9 salîya min malbata min koçî Kocaelîyê kir. Ji sala 2003an vir de li Îzmîrê dijîm. Nêzikî 12 sala min karmendî û muzîkjenîya kafeteryayekî kir. Ev demeke kin e ji bilî Îzmirê li çend bajarê din jî konsertan li dardixim. 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev ji kengî ve ye tu karê muzîkê dikî?

Hingî ku ez xwe dizanim e’leqe û tewîna min li ser muzîkê heye. Lê li ser dikê nêzikî 15 sala ye ez muzîkjenîyê dikim. Piranîya vê demê li kafeterya min borî. 

Muzîk ji bo te çi îfade dike? 

Muzîk ji bo min, tena bi serê xwe ne tişteke awarte û pîroz e. Wek gellek şêwaz û disiplînên din yên hunerê, muzîk jî rêbazekî bilêvkirina serpêhatî û hêvîyên min û çeperên min ên civakî ye. Lê li gor min, a muhîm ew e ku muzîk wek naverok tiştek îfade dike an nake? Ez li ser wê hişmendîyê dixwazim hûr bibim û tevbigerim. Lê helbet ji bo her mirovî tiştekî îfade dike. 

Dema te biryar da tu yê karê muzîkê bikî ji malbat û ji derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di vê rê de kî ji te re bûne alîkar? 

Weke gellek muzîkjena min jî ewil ji bo ku ez xwe şa û aş bikim min dest bi muzîkê kir. Ne ji bo ku ez wek profesyonelî vî karî bikim. Pişt re jî li kafeterya ku ez karmendîya wê dikim, min wek profesyonelî vî karî kir. Lê demeke kin e ku ez vî karî tenê dikim. Wek gellek malbatên Serhedî, malbata min jî bi muzîkê re tim têkildar e. Ji hêla wan ve leqayî ti bertek an jî piştgirîyê nehatim. Belkî ez dikarim bêjim ku hevjîna min gellek caran bi piştgirî û motîvasyonê rê li ber min vekir ku ez hêsantir ji vî karî re wext veqetînim. 

 

Dema tu stranan dibêjî û hunera xwe tîne ziman tu xwe çawa hîs dikî? 

Helbet li gor cih, hest û gohdarvan, ev yek diguhere Lê bê guman ez xwe wek kêrhatî dibînim û şanaz dibim ku xwedî rêbazeke ji bilî axaftinê me ku dikarim wate li jîyan û îfadeyên xwe zêde bikim. 

Heger cara dawî wextê te hebe tu dixwazî kîjan stranê bêjî an jî guhdarî bikî? 

Ji bo gohdarîyê ez bawerim çi stran dibe bila bibe, lê ji dengê Evdilmelîk Şêxbekir be wê baş bibe. Ji bo gotinê jî ez ê bixwazim ku strana xwe ya dawîyê Vîna Sor bêjim. 

Bandora kîjan muzîkjenan bêtir li ser te heye? 

Gelek zêde ne. Di muzîka Kurdî de ger ji reng û şêweya dengê wî û ger jî ji naveroka stranên wî Hozan Hogir. Her wisa Rotînda, Xelîl Xemgîn, Evdilmelîk Şêxbekir, Ciwan Haco, Tahsîn Taha, Sûsika Simo, Serap Sonmez, Aslîka Qadir û gellekê din. Ji yên cîhanê; Gipsy Kings, Eagles, Queen, Tracy Chapman, B.B King, Joan Baez, Esma Redzebova, Salife Keita û çendek jî yên Tirk hene. 

Te û Rotînda we bi hev re stranek (Xem Neke) gotîye strana. Tu dixwazî bi kîjan hunermandên din re bixebitî? 

Gelek kes hene. Ez dixwazim ku Casimê Cerdo li meyê bixe û ez ji stranekê bêjim. Bi Xelîl Xemgîn, Dilovan û Nejmedîn Xolamî re dixwazim duetan bikim.

Her stran xwedî çîrok e. Gelo çîroka “Vîna Sor” çi ye? 

Çîroka wê, çîroka mêtîngerîyê ye. Çîroka Kolonyalîzm û her wisa çîroka hêvîyê ye. Min pirtûka nivîskarê girtî Ramazan Çeper a “Sömürgeciliğin Psikopatolojisi” dixwend û min navberek dayê û pişt re beşa yekemîn nivîsand. Bîsteke din min li nûçeyan nihêrî û min dît ku dîsa zarokeke Kurd bi maşînên zirhî hatîye qetilkirin. Li ser wî min beşa duyemîn nivîsî û hêvî û bawerîya xwe jî wek dîsgotinê xêz kir û “Vîna Sor” derket holê. 

Te helbest Turgut Uyar wergerandîye kurdî û te strandîye. Navbera te û helbestan çawa ye? Tu jî kîjan helbestvanan hez dikî? Tu dixwazî ji helbestên kurdî jî stranan derxînî? 

Ya rastî navbera min û helbestan zêde tune. Lê yên ku ber destên min bikevin ez wan dixwînim. Armanca min ya yekem ew e ku ez bi xwe strana binivîsim û bêjim. Lê wek her stranbêjî ez jî carna dixtimim û serî li helbestvanên Kurd û bîyanî dixim. Helbesta Turgut Uyar her wisa karê min yê yekem e ku min wek profesyonelî stranek çê kir. Armanca min a werger û strandina ya wê helbestê jî ew bû ku deşîfrasyona dirûtîyê bikim. Kesek ne Kurd dikare derbarê Kurdan û erdnigarîya wan de xwedî her tasarruf û binavkirinê be. Lê heman binavkirin û tasarruf ji bo Kurda wek sûc tê dîtin. Min bawer kir ku heqê wê helbestê Kurdî ye.

 

Di nava Albumên muzîka Kurdî û yên cîhanê de bi te albuma herî serkeftî kîjan e? 

Ku em serkeftinê li gor nasîn û popularîteyê binirxînin, ez bawerim albumên Kamkar, Ciwan Haco û Mikaîl Aslan, hinek ji wan in. Lê li gor min weke naverok albumên Sîya Şevê, Lawje, albûma Bajar ya yekemîn û albuma dawî ya Harûn Elkî gelek başin. Lê li gelemperîya cîhanê, bi dîtina min albumên Lorena Mckannit û Queen yê herî baş in.

Di demên berê û niha jî muzîk ji bo tenduristîya mirovan dihat bi kar anîn. Di rewşên wekî niha de (dewra koronayê) muzîk dikare rolek çawa bilîze? 

Bi taybetî muzîka zindî di jîyana rojane de xwedî tesîreke hêvîyê ne. Wekî din hem xwedî tesîreke jibîrkirinê û hem jî tesîreke bîranîne ye muzik. Wê ev yek jî tu car bi dawî nebe. 

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji sînemayê û hem jî şanoyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî? 

Ez ne xwedîyê wî peywir û têgihêştinê me ku bi gelemperî roleke tayînê muzîkê bikim. Lê di muzîkê de li gor pelpitîn û rîtma her dilî rîtmek heye. Tenê ji ber vê yekê jî be xwedî qadeke mezintirîne li gor dîsiplînên din. 

Ji bo pêşerojê xewn û xeyalên te çi ne? 

Berî her tiştî ez dixwazim gellek stranan çê bikim. Ji ber ku di hêla afirandinê de em xwedî xitmek in û muzîka me jî bi piranî li ser reng û hêza vokalê dimeşe. Stranên me dighêjin heyya siltanê kerr lê belê mixabin di hêla naverokê de ez bawer nakim ew qas bi hêzin. Ez jî heyya ji destê min were dixwazim heyya dawîya e’mrê xwe stranên xwedî wate çe bikim û bêjim.

Ji bo guhdarkirin û şopandinê:

 

Twitter: https://twitter.com/k_tasdogan

Youtube: https://www.youtube.com/c/kasimtasdogan

Spotify: https://open.spotify.com/artist/2hkYkJ5GVfJWfNTgz4SG0S?autoplay=true

Instagram: https://www.instagram.com/kasimtasdogan/

 

İlginizi çekebilir