Hostayê Resim û Qafikan: Rengvan Nurettîn Çakmak

Huner gîyanê mirovan sivik dike û wan azad dike. Tişta veşartî an jî ne li ber çavan bi saya hunerê derdikeve pêş. Huner bi estetîzma xwe û bi bedewîya xwe bala mirovan dikşîne. 

Hunermend rêberê civaka xwe ne. Her hunermend bi hunera xwe civaka xwe pêş dixe û şekil dide civaka xwe. Bi saya hunermendan di qada cîhanê de millet derdikevin pêş û bi hunera xwe hebûna xwe nîşanî mirovên din dikin.

Mela Mihyedîn

Nûrettîn Çakmak rengvanekî pêşketî ye û li ezmanê welatê xwe wekî heyvê diçirise. Nûrettîn Çakmak hem di alîyê resimkarîyê û hem jî di alîyê çêkirina qafikan de pir serkeftî ye. Ji bilî van her du beşên hunerê dengê wî jî têra xwe xweş e. Heger rêya we bi mêrdînê bikeve herin atolya wî û silavekê bidin wî.

Me xwest em cenabî wî ji nêz ve nasbikin û xebatên wî bidin naskirin. Me pirsên xwe jê kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu dikarî ji me re behsa jîyana xwe bikî, Nurettîn Çakmak kî ye?

Sala 1980î de li gundekî Mêrdînê hatim dinê. Heta dema zanîngehê li Mêrdînê bûm û li wir min mekteba xwe qedand. Piştre ji bo zanîngehê min berê xwe da Erziromê û min li wir salekê xwend. Salên mayî yên zanîngehê jî min li Amedê min xwend. Dema zanîngeh qedîya hatim Mêrdînê. Ev nêzî bîst sal in li atolyeya xwe karê xwe yê hunerê didomînim.

 

Çirûska resim û rengvanîyê kengî di dilê te de pêket û te çawa ev çirûsk xurt kir û kire agirekî geş?

Li gundê me kesên bi resmê re elqedar hebûn tunebûn. Ji Amedê mamosteyek hatibû bi xêra wî min dest bi resmê kir. Li ba wî di qursa resmikarîyê de fêrî resmê bûm. Ev bîst sal in li Mêrdînê bi teknîka qîrê (zîft) resman çêdikim.

 

Gava te dest bi wrengvanîyê kir leqayî çi zehmetîyan hatî? Di van zehmetîyan de kî ji te re bû alîkar?

Wexta ji me re digotin: “Tu çi dixwînî?”. Min digot: “Dîrok û erdnîgarîyê dixwînim. Ez ê bibim mamoste.” Dema min digot: “Ez resmê dixwînim.” ji min re digotin: “Guneh e û karek beredayî ye nexwîne.” Insanên me mixabin li hemberî resmê ne û resim ji bo wan gunehkarî ye. Lewma min jî ji wan re rastî nedigot.

Ji destpêka heta niha zehmetîyan dikşînim. Li ba me mejîyê hunerî tune ye. Insan her tiştî bi pereyan dipîvin û hesabê pereyan dikin. Kesî alîkarîyê bike nîne û ji bo me tim pirsgirêkan derdixin.

Ji 2002an heta niha min karekî din nekir. Min tim karê resmê kir. Ji vî karî pir hez dikim û dixwazim vî karî bikim. Çiqasî leqayî zehmetîyan hatibim jî min dev ji karê xwe berneda. Gelek hevalên min dev ji karên xwe berdan û niha bi karên din ve mijûl in. Hevalekî min yê peyker hebû, ji ber zehmetîyan dev ji karê xwe berda û niha bûye mutahîd. Hinek jî ji bo pirsgirêkên sîyasî berê xwe dan welatê Avrûpayê.

Ne dewlet û ne jî sîyasetmedar girîngîya nadin karê hunerê ji ber vê sedemê jî huner pêş nakeve. Ji ber muxalîfbûnê jî bi çavekî cuda li me û li xebatên me dinerin. Heger tu li alîyê wan bî û di xizmeta wan de bîmînî wê demê alîkarîyê didin. Lê xizmetkarî ne li gorî fikrê min e.

 

Te gelek resmên hunermend (Şakiro, Cegerxwîn..) û rêberên Kurdan (Mela Mistefa Barzanî..) bi awayekî serkeftî xêzkirine. Ji bilî wan li ser Mêrdînê û ajalên wê jî te gellek resim çêkirine. Di nava wan resman de bêtir keyfa te ji kîjan resmê te re hat?

Pir qîmet didim Mêrdînê lê wêneyê Mêrdînî ji mecbûrîyê çêdikim. Ji bo kira xwe bidim û heqê xawarina xwe qezenc bikim çêdikim.

Dema min dîroka Mela Mistefa Berzanî xwend pir di bin bandra wî de mam û min pir qîmet da çîroka wî. Dijminê Kurda pir bûn û Mela Mistefa Berzanî li hemberî Ereb, Ecem û Tirkan li ber xwe da. Ji Kurdan re cihek ewle avakir. Mela Mistefa Berzanî bi çavên min zilamekî mezin e, alimek mezin û qomûtanek gelek mezin e. Min du-sê heb portreyên wî çêkirin.

Dema diçim cihê kar Şakiro vedikim û dengê stranên wî pir radikim. Cîranên min yê Ereb ji muzîka Şakiro heznakin lê ev bîst sal e ew jî fêrî Şakiro bûn. Keyfa min gelekî ji Şakiro re tê û min portreyên wî jî çêkirin.

Dîya min Kurmanc bavê min Ereb e lê bêhtir li ser Kurdîtî ve çûm. Rihê min yê Kurdîtî xurttir e. Li vir ji tevger û hereketên min heznakin. Gelek caran ji hevalên xwe rexneyan digrim û dibêjin: “Tu wêneyê Şakiro, Berzanî û Cegerxwîn çêdikî lê wan li ser platformên dijîtal parveneke, serê te têkeve belayê”. Lê ez xwe nagirim û ez dikim. Divê hunermend xwe veneşêre û bê tirs hunera xwe bîne wicûdê.

 

Tu îlhama xwe ji çi digrî? 

Dema meriv li jîyana hunermandan dinere hemû jî îlhama xwe ji zaroktîya xwe û ji serpêhatîyên xwe digrin. Ez li gund mezin bûm. Gelek zehmetî û pirsgirêkê gunda hebû. Gund bi xwezayê ve têkildar e lewma ji xwezayê hez dikim. Ji zimanê Kurdî pir hez dikim. şitexalîya insanan û şuxlê wan ji min re dibin îlham. Çîrokên insanan kom dikim û li ser wan dixebitim.

 

Heta niha qet leqayî teknîka zîftê (qetran) nehatibûm. Ev teknîk çawa derket meydanê? Bi teknîka qetranê çêkirina resman hesantir e an zehmettir e?

Dema 2002an me zanîngeh qedand çavên derdora me li rê bû ku em bibin mamoste lê em di îmtîhanê de bi ser neketin. Ji ber vê hindê hebekî dêrûnîya me jî nebaş bû. Civak jî bi çavên xirab li me dinerîyan û rexneyên tûj li me dikirin. Insanên derdora me digotin: “Ji vîya tiştek derneket.”

Min jî xwest ji xwe re rêyekê ava bikim. Min jî dest bi dersên resmê kir û min ders da. Camêrek hat di qotîyekê de ji min re qîr anî û bi wê qîrê min dest bi çêkirina resmê kir. Heta min teknîka rastî dît min hin çend ceriband çêkir û di dawîyê de bi ser ketim. 

Dema ji teknîka qîrê haya çapamenî çêbû bi min re çend hevpeyvîn çêkirin. Ev hevpeyvîn ji bo min pir baş bûn. Ji welatê Avrûpayê gelek daxwazên sîparîşê hatin.

Tenê ji rengê reş çêkirina resmê zêde zehmet e lê di dawîyê de û bi sebrê resmên delal derdikevin meydanê. Divê hunermend bi çavekî nazikî lê binere, ked û wext bide hunerê. Ji bo resmê Mela Mistefa Berzanî ji mehekê zêdetir xebitîm. Lê ciwanên niha dixwazin di sê deqqeyan de an jî di nîv saetê de tabloya xwe çêbikin lê di demek kin de xebatek baş dernakeve.

 

Muzîk û kar li hev tên. Bêhna mirovan pê xweş dibe. Dema tu karê xwe dikî li kîjan hunermendan guhdar dikî?

Dema diçûm kursa resmê mamosteyê me muzîkên Loreena McKennitt û Ciwan Haco vedikir. Ciwan Haco tim guhdarî dikim. Zaroktîya me bi Şiwan Perwer derbas bû û hîn jî lê guhadrî dikim.

Niha jî bêhtir li Şakiro û li helbestên Cegerxwîn guhdarî dikim. Dema li wan guhdarî dikim rehet dibim, dêrûnîya min baştir dibe û tiştên xweş çêdibin. Bi muzîka Tarkan û Ferdî tayfur ev resim dernakevin.

Ji Ciwan Haco “Dilberê”, Şiwan Perwer “Kirîvê” ji helbestên Cegerxwîn “Kî ne Em” û “Dîk û Mîrîşk” pir hez dikim.

 

Ji bilî resman tu bi qafikan (seramîk) re jî eleqadar î. Te kengî des bi çêkirina qafikan kir? Dema tu qafikan çêdikî kêfxweştir î an resman?

Cîya min bi herîyê tenûr çêdikir. Me diçû ji alîyê çîyê û ax dianî. Ji wê axê tenûr çêdikirin. Em hertim li çolê bûn û di nava ax û herîyê de bûn. Li zanîngehê bi qasî salekê min dersa seramîkê jî stend.

Resim karê min e û ji çêkirina resman pir hezdikim. Min ji xwe re mekîneya qafika kirî û dema wexta min çêdibe bi qafikan re jî mijûl dibim û pir keyfa min jêre tê. Min neyt e cihê xwe mezintir bikim, dixwazim hem ji qafikan re cih veqetînim û hem jî ji resiman re.

 

Bi te resma kurda li gorî asta cîhanê di çi rewşê de ye?

Ahmet Guneştekîn ji alîyê resmê ve insanekî pir bedew e. Heta niha li ser Kurdan xebatên wî nebûn lê bi xebata pêşengeha Amedê berê xwe da ser meseleya Kurdan û êşa wan anî ziman. Guneştekîn di nava 400 resimkarên navdar yê cîhanê de cih girtîye û gelekî naskirîye. Tabloyên wî pir hêja ne.

Hakan Yaşar jî bi xebat û tabloyên xwe karê hêja dike. Em niha navê du-sê kesan didin lê gerek hejmara hunermendên me li ser sedî baya. Çiqasî hunermendên me hebin ewçend civaka me pêş dikeve.

Dema Kurdekî me di alîyê huneraê de pêş dikeve keyfa wan tê lê Kurdên me qet alîkarîyê nadin hunermendên xwe. Bê alîkarî jî kar nameşe û pêşketin jî dernakeve. Li welatên pêşketî civak û dewlet alîkarîya huermendên xwe dikin.

Seywan Seîdayanî peykerekî gelekî jêjhatî ye û peykerên delal çêdike. Ji Rojhilatê ye. Ji ber zilma Îranê revî hate Amede. Du-sê salan li şaredarîyê Amedê xebitî û ji wir jî hate Mêrdînî li vir salekî kar kir û ji vir jî berê xwe da welatê Avrûpayê. Meclîsa Norweçê peykerê wî stendîye û danîya meydana bajêr. Kurdekî me ji axa xwe direve tê Bakur lê em qîmet nadin wî lê ew Kurd dema diçe Avrûpayê li wir qedir û qîmet didin wî. Dewletên xerîb alîkarîya wî dikin, reklama wî dikin û karê ew dike bi heqdesteyek baş jê dikirin. Ez pê gelekî kêfxweş û serbilind dibim, pêşîya wî gelekî vekirîye.

Kurdên me ji alîyê sîyasî, aborî û derdorê ve tên astengkirin û hunermendên me ber xwe nabînin. Lê dîsa jî îrada me xurt e û bi xêra wê îradeya em li ser lingê xwe dimînin.

 

Di rengvanîyê de kirasê kurdî têra rengvanên me dike an na? Hewce dike ku wrengvanên me ji çandên xerib feyzê bigrin?

Divê hunermend pêşî çanda xwe bizanibe. Hunermendê çanda xwe nas bike û jê haydar be wê bikaribe wan têxe nava hunera xwe. Ji stranan, ji destanan û ji çîrokan meriv dikare gelek tiştan derxe û wan xêz bike. Ev hemû tişt bi bandorê ve girêdayîne. Heger çand bandorê li ser mirova bike dê ew bandor derbasî hunera wan jî bibe.

 

Hunermend Brader li ser rengvanîyê stranek çêkiribû û navê wê danî bû “Rengvano”. Heta niha di muzîka me de leqayî xebatek ji bo rengvanîyê nebûbûm ji bilî vê stranê. Dema meriv li strana wî guhdarî dike meriv dikeve vê fikrê: divê huner ji bo gel be. Fikrê te çi ye li ser vê meselê bi te gelo divê huner ji bo hunerê be an huner ji bo gel be?

Wexta hunermend ne azad be nikare bibe afirîner û nikare hunerê bike. Azadî nebe û jîyan ne hur be pêşketin dernakeve. Li welatên Avrûpayê azadî heye ji ber vê yekê li wê derê pêşketin heye. Lê li welatên Rojhilatanavîn azadî nîn e û hunermend ne azad in ji ber vê yekê jî di alîyê hunerê de gelekî qes in.

Divê hunermend hem azad be û hem jî ji bo gelê xwe bixebite. Çavkanîya hunermend malbata wî û gelê wî ye. Hunermend deyndarê çanda xwe û deyndarê gelê xwe ye.

 

Heta niha xebatên te li kîjan pêşengeh, bîenal û li ser kîjan bergên berheman derketine pêşberî resimhezan?

Li Mêrdîn, Stenbol û Şamê min pêşengehên xwe vekir. Lê di alîyê medyayê de reklam pir nebû û derneket pêşberî hunerhezan. Lê di van salê dawî de bi saya medyayê kar û barê min derket pêş û ev yek jî pêşîya min vedike. 

Ji gelek kesan peyamên xweş ji min re hatin. Hin camêrên welatparêz ji alîyê sponsorîyê ve jî  xwestin alîkarîya min bikin. Ji welatên Avrûpayê daxwaz pir heye. Min neytbû li Berlînê pêşengehê vekim lê konsolxane dereng vîze da min. Sala pêşîya me meha Gulanê ez ê li Berlînê pêşengeha xwe vekim.

Min ji Kurdistanbê re peyam şand da li Hewlêrê pêşengehê vekim lê min bersivek erênî nestend. Lê dîsa jî piştî pêşengeha Berlînê dixwazim herim Kurdistanê û li Hewlêrê xebatên xwe nîşanî hunerhezan bikim.

 

Li gorî feylesofê mezin Platon “Resimkarî sextekarîye”. Tu li ser vê gotina Platonî çi difikirî?

Belê gelek hunermend întîhalê dikin lê hunermend ji xwe jî li berhema xwe zêde dikin. Hunermend bi derbeya firça xwe peyama xwe ji temaşavanan re dişînin. Her berhemek peyamekê di hundirê xwe de dihebîne.

 

Kîjan rengvan û kîjan ekol li te bandor kirine?

Bandora Van Gogh li dema zanîngehê li ser min pir bû. Ekspresyonîzm wan dema bandorek mezin li min kiribû. Herî bêhtir bandora Mirovperwerîyê (Humanîzma) li ser min heye. Heta ji min tê dixwazim insanan û keda wan derxim pêş. Bi teknîka qîrê çiqasî ekspresyonîzm zehmet be jî tişta ji destê min tê dikim.

 

Hunera kurdî bi çi rengê xwe ji hunera cîhanê vediqete?

Dema tu dibêjî Kurd, şer, pevçûn, êş û bindestî tê bîra meriv. Ji ber vê yekê jî mijara herî xurt ya hunera Kurdan şer, pevçûn, êş, bindestî û daxwaza azadîyê ye. Dema meriv li pêşengeha Ahmet Guneştekî dinere tabût derxist pêş û êşa gelê xwe bi teknîkên cuda nîşanî insanan da.

 

Resma Kurdî çawa dikare peş bikeve?

Hunermendên me ber xwe nabînin. Ji alîyê sîyasî, aborî û civakî ve tên astengkirin. Divê sazîyên me alîkarîya hunermendên xwe bikin. Bê alîkarî û bê qîmet pêşketin çênabe. Hakan Yaşar û Ahmet Guneştekîn dixwazin herin Kurdistanê û xebatên xwe di pêşengehê de derxin pêşberî gelê xwe lê ji ber hin sedeman dikin nakin bi ser nakevin.

Divê akademîyek ji bo hunerê bê vekirin. Da hunermendên me pêş bikevin û divê ev akademî bi destê hunermendên me bigre û wan derxe pêşberî gel. Bê sponsorî jî kar nameşe. Çiqasî sponsorê hubermendan hebin ew çend xebatên baştir derdikevin meydanê û reklama hunera  me tê kirin.

 

Ji bo pêşerojê fikir û xeyala te çi ye?

Heta niha ji bo xwe, ji bo dora xwe û ji bo gelê xwe dixwazim xweşî çêbibe. Me pir şer, teşqele û pirsgirêk dîtin êdî dixwazim azadî çêbibe.

Dixwazim hunermend azad be û gel azad be. Divê hunermend bê tirs bi azadî û bi rehetî hunera xwe bîne ziman. Dixwazim hunera xwe li her derî nîşanî insanan bidim û li gelek cihan pêşengehan vekim. 

Divê meriv heqê dinê jî bide û meriv bi xweşî bijî, divê meriv li pey xwe hin şopa bihêle. 

Dixwazim bi Ahmet Guneştekîn û Hakan Yaşar re xebatên hevpar bikim. Dixwazim li gel wan tevlî pêşengehê bibim û dengê me zêdetir bighînim cîhanê.

 

Ji bo têklîyê:

Twitter: https://twitter.com/nurettinakmak6

Instagram: https://www.instagram.com/mardinsanatmerkezi/

Facebook: https://www.facebook.com/nurettin.cakmak.716

 

İlginizi çekebilir