Hema ez bi qurbana hemû jinan bim!

Osman Özçelik:

Xalê Xurşîd ji jina xwe ya biçûk re gotibû, “îmtihana me sibê ye.” 

Jina biçûk, ji êvar de porê wî yê mayî boyax kiribû. Por, niha wek qîrê dibiriqî. “Ez ê bi xwe simêlan boyax bikim,” gotibû û firça diranan di tasika boyaxê de dakiribû. Li ber eynikê li simêlên badayî dinêrî.

“Çawa ye?”

“Ez bi qurbana wan simêlan, di vî welatî de, simêl di ser simêlên te de tune. Û tu kes nikare wek te simêlan xweş boyax bike.”

“Hela bila ez bibim belediye başqanî, wê gavê tu ê mêrê xwe bibînî.”

“Qismet… Her tişt bi Xwedê. Ma yekî ji te çêtir?.. Dê yekî mîna te li ku bibînin?”

“Gelekan serî lê dane, belê tirsa min ji kurê mele Reşîd e. Dibêjin wî li Stenbolê lîse xwendiye. Çend caran jî ketiye hepsê derketiye. Û di partiyê de hevalên wî hene… Niha ew jî li van deran digere, dibêje: ‘Partiyê ez şandime.’ Mele Reşîd kî ye? Mihacirekî dera hanê, yê bê kes û kilûs e…Tu mêrxasiyê bixwazî, mêrxasî; tu eşîrê bixwazî, eşîr; tu zanînê bixwazî, zanîn… Serpêhatiyên min, ji yên bavê vî kurikî zêdetir e. Îca dê kurik çi be? Hi, ne wisa? Te go çi?.. Axx! Bila piçekî din jî xwendina min hebûya… Wê gavê tu kesî nikarî qayîş bi min re bikişanda.”

Xalê Xurşîd, şal û şapik li bedena xwe ediland, şûtika gulgulî li nava xwe gerand, gustîlka zêrîn a bi kevirê heqîqe a bi qasî kabekê di tiliyê de, ji malê derket.

Dosya ku navenda partiyê xwestibû, di bin çengan de, gihîşt ber deriyê partiya navçeyê. Di dilê xwe de, bi qasî ku di bîrê de mabû, bi erebî duaya serkevtina îmtihanê xwend: “Ya Rebî, fêhmê min veke, karê min hêsan bike, zimanê min veke ku bila ji gotinên min fêhm bikin. Ya Hafiz, Ya Nasir, Ya Xwedayê Mezin, min bigihîne meqseda min.”

Navenda partiya wê navçeyê, dikanek ku welatparêzekî xêrxwaz belaş dabû partiyê. Xeratekî jî ji wan re dikan kiribû duçavî. Maseya serokê partiyê li çavika dawîkê danîbûn. Baş bû ku camî nêzîk bû, ava xwe ji wir dianîn, hacetên xwe li avdestxaneya camiyê didîtin.

Xalê Xurşîd ket hundir. Bernamzetên şaredariyê her yek ji wan dosyayeke qabsor di bin çengên wan de, li ser kursiyên biçûk wisa rûniştibûn, li benda dora xwe bûn. Lijneya ku ji Ankarayê bo nasîna namzetan hatibû, li odeya serokê navçeyê, haziriyên xwe dikirin. Serokê navçeyê li ser piyan, li ber deriyê lijneyê mîna di nobetê de be, tîk sekinîbû.

“Selamûelêkim” got xalê Xurşîd û bi ber serokê navçeyê ve meşiya. Hemûyan bi hevre destê rastê dan ser sînga xwe, mîna dixwazin rabin ser piyan, nîvrabûyî gotin: “Eleykûmeselam” û rûniştin, bêdeng man. Ji wan yekî di guhê yekî de, bi pistepist: “Vî yê diranzêrîn xêr e, ew bo çi hatiye?” Ê din jî di guhê wî de: “Tu nabînî, di bin çengê wî de jî dosyayek heye. Xuyaye ew jî bernamzet e.” Bi çavan bi hevdu re keniyan.

Serokê navçeyê, bi dengekî nizm, bi qasî ku bernamzet nebihîzin: “Te xêr e, xalê Xurşîd?” got.

“Xwedê bi xêr bike, ez jî hatime îmtihanê”

“Îmtihana çi xalê Xurşîd? Lijneya Ankarayê bo hevnasîna bernamzetan hatiye.”

“Min bihîstiye, wek îmtihanê pirsan dikin.”

“Ne îmtihan e, xalê Xurşîd. Dixwazin bibînin ku ji bernamzetan kîjan dikare şaredariya navçeya me bike. Tu dizanî em ê qezenc bikin.”

“Dizanim. Dizanim em ê qezenc bikin, ez jî bo wê hatime.”

“Bernamzetiya te qebûl nabe.”

Xalê Xurşîd, dengê xwe bilind kir, bi destan bernamzetên rûniştî îşaret kir: 

“Çima? Çima çi yê min, ji yê vana kêmtir e?”

“Kêmaniyên te nîn e. Belê zêdeyîyên te hene. Partiyê biryar daye ku kesên bi du jinan, dê nikaribin bibin endam û bernamzetên partiyê.”

“Niha nabe ku kesên bi du jinan, bibin bernamzet?”

“Erê. Wisa”

“Baş e. Naxwe, ez ê bikaribim.”

“Çawa?”

“Ez ne bi du jina me. Jinên min sisê ne. Partiyê du jin yasax kiriye.”

Serokê navçeyê, keniya. Fam kir ku dê nikaribe bi xalê Xurşîd bide famkirin. Got: “Temam, baş e. De here tu jî ji xwe re cihekî bibinî û li benda dora xwe be.”

Xalê Xurşîd çavên xwe li ser bernamzetan gerand, kurê mele Reşîd bi ber çavên wî neket, ew nehatibû. Naxwe bernamzetiya wî derew bû. Dibe ku poşman, vegeriyabe Stenbolê. Her çi dibe, reqîbek ji ber wî derketibû. Kêfa xwe anî. 

 Lijneyê, ewilî bangî bernamzet, Weysî yê rêveberê navçeyê kiribû. Weysî xortekî jêhatî, xebatkarekî dilsozê partiyê bû. Dilê xalê Xurşîd ji wî re dixwest. “Heke ne ez bim, bila Weysî be,” digot.

Weysî zû derket. Devliken bû. Xuyabû îmtihana wî baş derbasbûbû. Ji bêrîka xwe pakêta cixarê derxistibû, bi destê din li çaqmaqê xwe digeriya, bi ber deriyê derve ve dimeşiya. Xalê Xurşîd da pêy wî, li derve gihîştê.

“Te çi kir, xwarziyê?” 

“Tu sax bî xalê Xurşîd, baş bû.”

“Çi dipirsin?”

“Bi giranî li ser meseleya jinan disekinin.”

“Çi bûye ji jinan, çi bi serê wan de hatiye?”

“Li gel gelek pirsan, di têkoşîna azadiyê de rola jinan dipirsin.”

“Te çi got, te çi cab da wan?”

“Xalê Xurşîd, min got: çanda pênc hezar salan, çanda mêran e. Çanda mêran, çandeke; doxînsist, destdirêj û tecawizkar e. Jin ne tenê di bin nîrê pergalê de, di bin desthilatdariya mêran de jî wek hêsîran in. Jin, ne jina hevjînê xwe, ne keça bavê xwe û ne xuşka birayê xwe ne…”

Xalê Xurşîd, ecêbmayî mabû. “Tu çi dibêjî kuro? Çawa jin ne keçên bavê xwe, ne jinên mêrên xwe ne. Ev ne bênamûsiye?”

“Na xalê Xurşîd. Ew ne namûsa tu kesî ne. Ew, ew in. Ew ê bi têkoşînê azad bibin. Û heta jin azad nebin, civak jî azad nabe. Ango azadiya civakê di destê jinên xweşik de ye.”

“Jinên xweşik? Wele ji sê jinên min, tenê ya biçûk piçekî xweşik e. Ên din guh medê.”

“Ez behsa xweşikbûna dev û lêvan; xweşikbûna bejn û çavan nakim. Jinên herî xweşik, jinên azad in. Azadî jî, bi têkoşînê pêk tê. Jin bi têkoşînê xweşik dibin.”

“Kuro tu van tiştên ecêb ji ku hîn bûyî?”

“Ji Rêber. Rêber dibêje: ‘Em ê di pêşengtiya jinên birêxistinbûyî de, civakeke demokratîk, ekolojîk û azad a konfederal înşa bikin.’ Bo wê divê em xatirê jinan zanibin, qîmetê bidin wan.”

Gotinên Weysî, neketibû serê xalê Xurşîd. Kir nirçe nirç. “Ji Rêber hez dikim, belê nizanim çima tiştên wisa ecêb dixe serê we.”

Dor hatibû ser xalê Xurşîd. Mîna bikeve odeya gund, ket hundir. Bi dengekî bilind, “Selamûelêkim” got, çû destê xwe da lijneyê. Kes ji ber wî ranebûbû. Di dilê xwe de got: “Vana bi adet û toreyan nizanin.” Lijneya ku wî li ber çavên xwe mezin kiribû; du xortik û jinek bû.

Xalê Xurşîd li gor adetan: “Hûn bi xêr hatine, ser seran, ser çavan. Hûn çawa nin, hûn baş in înşela?” got.

Ji xortikan yekî reşik ê lawaz, bi mirûzekî tirş: “Keremke rûne, Xurşîd beg,” got û domand: “Hevalên me bi kurdî nizanin, divê tu bi tirkî biaxivî,” got.

Tirkiya wî ne xerab bû, dikarî derdê xwe îfade bikira. Çawa be pênc salan xwendibû.

“Hûn endamê partiyê ne?”

“Naxêr… Belê min pir xizmet kiriye.”

“Wek çi?”

“Hûn dizanin, havînan em diçin zozanan, li wir em konê xwe vedidin. Îca ku heval dibihîzin em li wir in, tên serdana me. Em nan û ava wan kêm nakin, ji qeliya me pir hez dikin.”

“Em behsa partiya bajêr dikin.”

“Ma çi ferq dike, hemî ne ji bo Kurdistanê ne?”

“Wisa ye, lê ew cuda, ew cuda ye. Baş e, heke tu bibî şaredar, tu ê çi bikî?”

“Bi îzna Xwedê ez ê gelek tiştên qenc bikim. Beriya berê ez ê vî qaymeqamê me ji vir rakim. Tu bertîlxurên mîna wî nehatiye dinyayê.”

“Ma şaredar dikarin qaymeqaman rake?”

“Ez dikarim.”

“Wekî din? Tu ê ji navçeyê re çi xizmetê bikî, projeyên te çi ne?”

Xalê Xurşîd dizanî dê kêfa lijneyê ji çi re were. Dê çawa navçeyê paqij bike, dê çawa avê bîne, dê çawa nehêle qoricî werin çarşiya navçeyê, yeko yeko li pêy hev rêz kir.

Ji lijneyê, ya jin, bi tirkiyeke Stenbolî pirsî: “Di der barê femînîzmê û têkoşîna jinên şoreşger de hûn çi difikirin?”

Wexta pirsa giran hatibû. Gotinên Weysî hat bîra wî. Weysî gotibû: “Jin bi têkoşînê xweşik dibin.” 

Xalê Xurşîd bala xwe da jinikê, tu xweşikahî di vê jina têkoşer de nedît, bi qasî jina wî ya biçûk jî ne xweşik bû. A xweşikbûnê ne xweşik bû, belê di sekna wê de, di awirên wê de, bixwebaweriyeke seyr hebû. Xalê Xurşîd, cara ewil bû ku li hember jinekê, bi hestên nenas, hevnas bûbû. Xof bû, hurmet bû nizanî.

Dê bersîveke çawa bida? Diviya tiştekî bi dilê vê jinikê bigota. Fikirî ku, (neketibûya serê wî jî) gotinên Weysî dubare bike. Ji kelecanê gotinên Weysî giş nehatin bîrê. Tiştên ku hat bîrê jî, dê çawa wergeranda tirkî? Tirkiya wî têra gotina van tiştan nedikir. Li xwe mabû heyirî, diqirqilî.

“Ez… Ez ji jinan hez dikim,” got û sekinî. Nizanî dê hevokê çawa bidomîne. 

“Beeen?.. Kadın… Hema ben hepsine qurban olayım!” got û bêhneke fireh girt. Li gor wî, bersîva herî çê dîtibû.

Her sê endamên lijneyê bi hev re keniyabûn. “Temam me fam kir. Tu dikarî derkeve,” gotin.

Lijneyê; ne xalê Xurşîd, ne bernamzetên li wir û ne jî kurê mele Reşîd, hilnebijartibûn.

Navenda Partiyê, jineke ku di xewnan de jî ew navçe nedîtibû, wek namzet şand. Tenê qisûreke wê hebû. 

Derveyî “Rojbaş Hewal” kelîmeyeke kurdî nizanîbû.   

    

  

 

 

İlginizi çekebilir