Hejmara 20 a Kovara Dilopê derket

Kovara Dilopê ku her du mehan carekê bi kurdî û tirkî di warê çand, huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 20an li pêşberî xwîneran e. Di hejmara kovarê de bi zimanên kurdî û tirkî dîsa gelek nivîsên balkêş hene.

Hejmara Gulan û Hezîranê ya Kovara Dilopê derket. Dosyeya hejmara kovarê Raperîna Nan a Diyarbekirê ye ku di sala 1880an de qewimiye. Özge Ertema akademîsyen raperînê bi nêrîneke alternatîf dinirxîne. Ertem dibêje ku ji her dorhêlê gelê Diyarbekirê li dijî buhabûnê û xizaniyê li hemberî serdestan bi hev re serî hildaye. Dosye bi hevpeyvîna İnanç Yıldız a ligel Yüksel Gençê berdewam dibe. Yüksel Genç ku Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadî ya Sosyo-Polîtîk e, dibêje Stenbol de li 33 bajaran nifûs kêm bûye li bajarên Kurdistanê zêde bûye û ev xizanî û newekheviya aborî ya li herêmê girantir bike.

Barış Avşar weke hejmarên borî berê me dide mîtolojiyê. Avşar vazoyek dide ber xwe kus ê hezar sal berê li bajarê Ûrûkê hatiye çêkirin. Avşar dibêje ku motîfên vazoyê nîşan dide ku ka insanên demê çavkaniya jiyanê û çerxa jiyanê bi çi awayî fêm kirine. Mesut Alpê arkeolog li ser Tofana Nuh nivîsiye: Çi tofan e? Weke her car xwestiye ku lingên mîtê pêhn li erdê bikin. Alp diyar dike ku ev mît ne tenê ya herêmê ye, bi mînakan nîşan dide ku li gelek deverên dinyayê ev mît heye û berî olên yekxwedayî ev mît zanîn.

Tahirxan Giravî berhema Sofoklîs a bi navê Antigone wergerand kurdî. Zelal Sahidenur Sarı ligel hevpeyvînek kir. Giravî serpêhatiya xwe ya hînbûna yewnanî, wergerên klasîkên yewnanî bo kurdî dike û sedema wergerandina Antigoneyê diyar dike. Giravî dibêje ku Sofoklîs behsa dayîkên şemiyê dike, loma min xwest wergerînim kurdî.

Di hejmarê de Recep Maraşlı li ser ‘tezekenijadperest a Tirkiyeyê nivîsiye û dipirse: Ecacoka ku ji Asyaya dûr rabû çi anî bi xwe re?

Bi kitêba xwe ya ‘Belkî Îşev Binivenîqaşekê dabû destpêkirin Murat Bayram di rojnamegeriya kurdî de; rojnamegeriya edebî çi ye û çima li ba kurdan qels e? Bayram di hevpeyvîna xwe de dibêje: Em hewceyî nûçeçîrokên îro ne!

Di hejmara dawî ya kovarê de Mehmet Bayrak li ser Yılmaz Güney, Ayhan Erkmen li ser Osman Sebrî, Mela Mihyedîn li ser Seyadê Şamê, İsmail Beşikçi li ser kitêba Berjîn Haki ya bi navê Alizade nivîsîn. Weke din Arif Aslan, Ali Yavuz, Sezai Sarıoğlu û Elif Eser bi nivîsên xwe di hejmarê de girtine.

Selim Temo, Firat Keklîk, Reyhan Sarhan û Muslum Aslan helbestvanên hejmara dawî ne; Fewzî Bîlge bi wêneyê xwe rûpelên hejmarê xemilandiye.

Pêwendî:

twitter: kovaradilop

instagram: kovaradilop

facebook: kovaradilop

web: kovaradilop.net

e-mail: dilopdergisi@gmail.com

İlginizi çekebilir