Hasbey Köksal: Yadîn

“Yadîn” got û dengê xwe birîya. Serê xwe hêdîka û giran giran pêş û paş ve rahêjand. Demekî dirêj di wê rewşê da ma. Di rûyê wî da janeka tûj û beşûşî li hev qelibiya bû. Nedizanîya bikenê yan jî bigirî, nedizanîya çi bibêje. Serî hejandina xwe rawestand û bêhneka kûr girt û berda. Got; “Te got Yadîn? Yadînê fiqare, Yadînê dîn, Yadînê biaqil…

Yadîn zarokekê lingba bû. Qet li cihê xwe nedisekinî. Kesekî livdar bû. Pê lê bisekinîya laş lê nedisekinîya, laş lê bisekinîya pê lê nedisekinîya. Hişê ti kesî, livdarîya Yadîn nedigirt. Herkesî tiştek digot. Loma, navê Yadîn bi dînîtiyê derketibû. Bi rastî, ne dîn bû. Zarokekê pir biaqil, jêhatî û famkar bû. Zirareke nedida mal û milkê tu kesî. Kar û zîrara wî jî wî ra bû. Ji devê wî ti carekî gotinên pîs û çêr dernediket. Karê wî meşîn û bezîn bû. Ez bêjîm aha nihali cem te ye, bi qasî ku tu çavê xwe bigirî û vekî, xwe digîhande sûka navçeyê. Di bêhnekî da li tevahiya sûk û kolan û qada navçeyê digerîya. Tax û kuçeyan nedîhêşt lê digerîya.

Zarokên taxan bi dû diketin, pê ra henekan dikirin, wî jî bersiva henekên zarokan dida û bi wan ra kar dikir. Bîstekî bi wan ra dilîst û dîsa dibû lingba, dîsa dibû lezbezok. Jinan, bi dilşewat û hezî, ji bo xwerin û vexwerin, bang li Yadîn dikirin. Dinya hilweşîyana nediçû malan. Ji kesekî tiştek nedixwest. Bi rûyekî ken û şermîn, îkrama ku jê ra kirine, bi qasî xwarina xwe digirt û bi rê diket. Xwarina wî jî li ser pîyan bû. Ji alîyê esnafên navçeyê ve jî pir dihate hezkirin. Esnaf lê xwedî derdiketin. Hewcedarîya wî ya kinc, sol û tiştên wîsa bi awayekî bi cih dianîyan. Ji kesî ra war bi dorfirehî, bi dûr dirêj têkildar nedibû. Xisleta Yadîn jî wer bû! Tenê, carînan diçû li ber derîyê dibistana seretayî ya navçeyê, li benda belavbûna xwendevanan disekinîya.

Gava xwendevan ji dibistanê belavdibûn, ew jî tevli wan dibû, zarokan dor lê digirt, bi ken û kêf, yarî û mislet heta ber derîyên wan, bi wan ra dimeşîya.  Di temênê wan da bû. Ji hev baş fêhm dikirin. Ez wer dizanim, li dibistana gundê xwe heta pola çaran xwendibû. Qet ji yên ku cil û bergên fermî lê bûn heznedikir. Xwe ji wan dûr dida. Çi libas lê bûna bila bibûna, ew ku fermîye, zabita jî bûna xwe jê dûr dida û disekinîya. Yadîn… Yadînê bêkes!… Di vê navçeyê da kî Yadîn nasnedikir lê..! Navçeya me ewqas ne mezin e. Herkes, hevdu nasdike. Kî, kî ye. Kî ji ku ye. Kî çi karî dike tê zanîn.

Yadîn, hin caran, derdiket derê navçeyê, xwe li çal û mitan, nal û nependîyan dixist. Diltengîya xwe hinekî sivik dikir û vedigerîya. Di hundirê Yadîn da tengezarîyek hebû, bi gilêle û firtonekan diket. Bêrîya tiştekî dikir. Li tiştekî digerîya. Beden li vêderê bû, hiş li derekî din bû. Pîyên Yadîn, Yadîn li vir digerand, hişe Yadîn li derekî din digerîya. Difikirîya, dihizirîya, ji hev dernedixist û  xwe dihêrand…”

Serê xwe ra kir, bi awayekî dûvdirêjî li rûyê asîmanê sêr kir. Nedixwest bigirî. Girêyekê ketibû qirika wî. Çenik û lêv lê dilerzîya, çav lê tije dibû û vedimirîya. Pêla kelegirîyê ku derbazbû, serê xwe di ber xwe da xwar kir, bi dengekî zindî dest bi gotina xwe kir.     

“Yadîn, bi şevê qet li derekî nedima. Roj ku diçû avan, mîna xebatkarekî batilî, diçû mala xwe. Ew û dêya xwe, li taxa jor, di xanîyekî dû çav ode da diman. Ew xanîyê du çavî ode jî, yê xalê Yadîn bû. Dema ku gundê Yadîn bi fermana dewletê hate valakirin û hate şewitandin, ji wê rojareş çi  xilaskiribûn anîn avetin bin bana wî xanî. Ji wê dewlemendîyê, ketin vê tunetîyê! Gundê Yadîn gelek avî û zengîn bû. Di her malekî da herî kêm sed, sed û pênce serî pez, bi dehan dewarên reş hebûn. Erazîyên bi bereket, nifûsa navçeyekî xwedî dikir, ne ku gundek! Qet tiştek şun ve nema. Talan û tajan bû. Bav û apê Yadîn û sê gundîyên Yadîn jî, esker bi xwe ra dibin. Ji wê rojê vir da çend sal çû, ti xeberek ji wan nehat girtin. Li ku ne? Çi bû? Sax in, mirî ne? Qet agahîyek bi guhê me neket! Derî nema seri lê dan. Seh û pirs bêbersiv ma. Derîyê dewletê bû kerr û lal!.. Rojên reştarî dijîyan. Hey gidî felek, em çi wextê rojên ronî jîyan ku!? Zeman, bi xeberên nexêr, bi xeberên kuştinên kujernedîyar, bi xeberên xemgînî herîkîya çû. Li ser Şewitandina gundê Yadîn û birina bav û apê Yadîn û sê gundîyên Yadîn ra du sal derbaz bû.”

“Wê roja ku Yadîn ji bo salvegera şewitandina gundê xwe û bav û xizm û nasên xwe yên ku eskeran biribûn, li navçeyê çalakî lidarxistibû, ez li navçeyê nebûm. Ji bona karekî çûbûm bajêr. Gorî ku ji min ra gotin; Yadîn, alayekî sê reng li serê rotekî ve dardedike û bi sloganan li taxa jorê navçeyê ve xwe berdide kolanê, ji wir ve ber bi qada navçeyê ve dimeşe. Ciwanên navçeyê jî beşdarî vê çalakîyê dibin.

Girse, heta qada navçeyê tên. Esnaf û kesên ku li qadê bûne, ji bo zirar nedin çalekvanan dikin ku çalakîyê bidawî bikin; di heman demê da polês û esker êrişî çalekvanan dikin. Alozî û gengeşeyekî mezin derdikeve. Gelê navçeyê, Yadîn û çalekvanên din ji dest polês û eskeran xilasdikin û vedişêrin. Axirî kesek nehatîye girtin. Lê, polêsan gef xwarine. Gotine ‘Em ji we  ra nahêlin’

Qasî heftekî Yadîn li ber çavan xuya nekir. Ji navê winda bû. Ji alîyê niştecihên navçeyê ve hate veşartin û  parastin. Lê va Yadîn e, qet dûr dirêj li derekî disekine!? Ew tengezarîya hindirê wî, ew lezûbezitîya lingên wî, qet dihêle li derekî, li berçavan dûr bisekinê. Zarok bû zarok… Zarokekî sêzdeh, çardeh salî… Ez li dikana xwe bûm. Mişterîyekî min hat, me hal û demên hev pirsî, qala halê dinyayê kir, mijar hat ser bûyerên hefteyekî berê. Mişterîyê min got  ‘îro min Yadîn li çarşîyê dît’  tirs bi dilê min ket. Wê rojê min Yadîn nedît. Dora roja din, li dikanê hinek tiştan ra mijûl dibûm ku Yadîn li ber derîyê dikan peyda bû.

Bi dengekî nerm û germ silav da min û çû. Min got, karê destê xwe biqedînim û bi pêy bikevim ji vê ra bibêjim pir li ber çavan nebe, li sûk û qad û kolanan negere, dem xirab e. Min karê destê xwe zûka qedand, ber bi derîyê dikanê ve bûm, hîna negîhîştibûm dêrî;  li pêy hev sê dest dengê sîleh hat. Deng pir nêzik bû. Di wê demê da, yên ku li ber dikan bûn, bi tirs xwe avêtin hundirê dikan. Bi awayekî şaşwaz û bi kelecan me guhên xwe da derve. Her tişt  di bêdengîyekî kûr da mabû. Her tişt di nîv deqeyê da bû.

Pêşî da ez, em ji dikan derketin. Min li derdora xwe mêze kir, dît ku kesek li nêzikî qadê, di ber peyarê da li ser rû, li erdê ye. Çok li min sist bû. Pitinî bi dilê min ket. Bezîyam çûm ser wî kesî. Hey wax ku hey wax. Yadîn bû… Ew kesê ku bi dev û rû li erdê  bû, Yadîn bi xwe bû… Çavên min tiştek nedidît, guhên min tiştek nedibîhist. Tenê xuminîyên qerebelixê, qîrînî û çîkînî li guhên min diket. Min bi milê Yadîn girt hêdîka rakir, serî di ber da kete ser sîngê wî. Kûr û kûr solix digirt. Lezelez me Yadîn avêt texsîyekî û bir binkeya tenduristiyê “sağlık ocağı”ya navçeya me. Di demekî kin da jî xebera reş û nexêr dan me. Em wer stûxwar li cihê xwe da man.

Hemû gelê navçeyê û derdorê gelê gundên navçeyê beşdarî cenazeyê Yadîn bûn. Jin, mêr, ciwan, zarok, sazîyên civatên sîvîl, serok û endamên partîyan, alimên oldar tev beşdar bûn. Ti kesekî dikan û kargehên xwe venekir. Xwendevan neçûn dibistanê. Karmendan jî dev ji karên xwe berdan û tevî merasîma cenaze bûn. Yadîn, bi girseyekî mezin li goristana navçeya me hate binaxkirin. Dora roja din jî, xeynî karmendan, tu kesekî kargehên xwe venekir û xwendevan neçûn dibistanan.

Piştî kuştina Yadîn, hê sal temam nebû; dêya Yadîn jî çû ser heqîya xwe. Dil lê rawestîya û çû…  Kîjan dil di bin giranîya ewqas jan û êş, elem û kederan da pişta xwe sererast dike? Dêya Yadînê dilşewat, li kêleka gora yadîn spartin axê.

Yek û yek wiha bû nivîskarê hêja. Ne kêm ne zêde… Nika her sal, di salvegera kuştina Yadîn da; jinên navçeya me, kiloran dipêjin, mûm û kilorên xwe digirin û diçin serdana gorên “law û dê”. Mezelên Yadîn û dêya Yadîn wek pîrozgeh dihesîbînin. Ti kesek ji bo berjewendîyên xwe, ji pîrozgeha wan dilpakan ti diştekî naxweze. Tenê ji bona hezî, rêz û rûmetî nîşandina xwe diçin serdana wê pîrozgehê…   

İlginizi çekebilir