Hasbey Köksal: Şerma Mezın

Xanîyê  Ayganoşê li bin xeta trênê, li kevîya rê, li kêleka zevîya wan a wake baxçe  bû. Derdora baxçe bi tîkmeyên daran têlkirîbû. Ayganoş û birayên xwe, bi tena serê xwe di vî xanî da dijiyan. Xanîyê wan du qat bû. Di Taxa me  da, navê birayê Ayganoşê çi bû tu kesî nedizanîya. Bi telefûza devokên xwe, hin kesan digotin “Giragos” e, hin kesan jî digot “Garabed” e.

Birayê Ayganoşê ketibû dora 40 salîya xwe hê jî nezewicîbû. Di taxê da digotin, ji xweda ra sonda “nezewacê” xwariye. Kesekê bejndirêj û liserxwe bû. Mêrê Ayganoşê çûbû heqîya xwe. Tenê qîzeka wê ya zewicandî hebû. Xanîyê qîza Ayganoşê  jî di nav vî baxçeyî da bû. Bi qasî du sed metreyan dûr, li jêrê mala Ayganoşê , li qeraxê rê bû.  Ayganoş, ji qîza xwe, xwedî dû torin bû. Malbata Ayganoşê, di taxê da bi ti kesîra ti carî têkildar nedibûn. Bi rastî niştecihên taxê jî, bi wana ra pêwendî girênedidan.Wer dîwarekê nexuyayî di nav me û wan da hebû.

Ew, ew bûn; em jî, em bûn li gorî şênîyên taxê. Her çiqas dê û bavê min ku qala cîrana me ya  Ayganoşê û qîza wê dikirin, navê wan bi rêz û hurmet bi lêv dikirin. Li ser van gotinên bi rêz û bi rûmet dilê min bi wan germ dibû,  lê ew dûrayî, ew nepenî  û fermîtîya wan, aqilê min ê zarokî; xwe mezin didîtî û pozbilindî dihesiband. Xanîyê me û Xanîyê  Ayganoşê, li kevîya  baxçe, hema hema li pişt hev bûn. Wek yek dîwarcîran bûn.  Şênîyên taxa me jî gelek cûredar û rengînbûn. Ji xeynî mala Ayganoşa Ermenî; Tirkên sûnî, Kurdên Zaza, Kurdên Kurmanc, Kurdên sûnî, Kurdên Elewî, Qereçîyên bêwar di navhev da bûn û cîranên hev bûn. Di taxê da, dewsa Tirkên sûnî  û xirecira Zazayên sûnî bi gelemperî  zêdebûn. Kesên herî bêdeng jî Kurdên Elewî bûn.

Dinya xira bûna, Ayganoş û birayê xwe, di nav baxçeyê xwe yên mezin da; berf û baran, sar û seqem, germ û kelan nedigotin û dişixulîyan. Li gorî demsalan zerzewatên demsalîn dajotin, bi darên fêkîyan, rez û ziraetên wiha ra mijûl dibûn. Lê çi nediajotin! Ji gizêrê û tivirê bigir hetanî kelemê, ji xesê bigir hetanî silq û xiyar û tametêzan. Êdî qala sêv û hermî û gûz û gilyazan jî nekim. Di serî da ez û pênç şeş hevalên min jî, dizên vî baxçeyî bûn. Çi gavê me fersend bidîta, di ser têlê û bin têlê da, di kêleka hewzê da em diketin baxçeyê Ayganoşê û Xwedê çi bikira nesîbê me, me dikirin bêrik û paşilên xwe. 

Hin caran Ayganoş û birayê Ayganoşê  me li ser dizîyê digirtin, didan pey me, bi tirs em direvîyan. Lê ti carî ji devên wan, gotinên nebaş û xeberên pîs me nedibîhîstin. Me di hal û hewalên wan da şidetê nedîtin. Tenê bi tirkî digotin; “Derkevin, zû ji baxçeyê derkevin. Ez ê gilîya we bi dê û bavê we ra bikim.” Carna jî dêya min bi dizîtîya min dihesîya, wê demê bi şimikan bi pey min diket, min dida ber şimikan û bi dengekê qarîyayî ji min ra digot;  “Min ji te ra negot carekî din nekeve baxçeyê Ayganoş Xanim ê. Hûn ji wan feqîr û bêkesan çi dixwazin? Hûn ji Xwedê natirsin.

Ew stûxwar in, ‘binferman in binfermaaan.’ keroo.” Min jî, xwe bi xwe digot; ‘Qey ew feqîr bin dê ewqas mal û milkên wan hebe. Va “binferman” çi ye, her carê ji min ra dibêje!?  Çi bû ye yanê, me hinek xwarek dizî! Him ew ne “gawir” bûn? Hevalên min ên dizîyê ji wan ra “gawir” digotin. Min ew peyva li dibistanê,  ji devê mamosteyê xwe jî çendîn caran bihîstîbû. Tê maneya “dijmin”.  Gelo, dê û bavê min nizanin ew “gawir” in, çi ye?  Êvarê, gilî teqez digîhîşte bavê min. Bavê min jî, guhên min têr û baş sor dikir. Têkilîya min û Ayganoşê, têkilîya min û baxçeyê Ayganoşê bi vî awayî bû. Ez memnûn bûm, lê Ayganoşê nizanim…

Rojekî, piştî nîvrojê, ez û hevalên xwe, di qada ku li kêleka cadeyê û pêşberî xanîyê Ayganoşê bû, em bi kawa (kap) dilîstin. Me dît ku texsîyekî renghêşinî hat li ber derîyê baxçeyê Ayganoşê sekinî. Di wê demê da me çav bi çav li rûyên hevdu nihêrtin. Mêvanên Ayganoşê hatine, dem dema dizîyê ye. Tama sêvetalkê li bêrîya me ket. Me dev ji leystikê berda û me bi baldarî li texsîya ber derîyê baxçe û mêvanên Ayganoşê temaşe kir. Şofêrê texsîyê bilez ji texsîyê derket, bi paş arabeyê ve zivirî û çû alîyê rastê texsîyê, derîyê texsîyê yê paşî vekir.

Di heman demê da, derîyê baxçeyê Ayganoşê jî vebû. Di pêşî da Ayganoş, dû ra birayê Ayganoşê di derîyê baxçe da derketin der. Cara yekem bû ku min Ayganoşê bê kincên xebatê didît. Fîstanekî reş li xwe kiribû. Berstûkê fîstanê wê spî bû. Di stûyê wê da zincîrê xaçê û xaça ku bi zincîr ve girêdayîbû, zîvzêrîn dibiriqîya. Porên xwe yên topkirî, dîsan bi şarpetekî reş girtibû. Ji dûr ve rûyê Ayganoşê, ji min ra wek rûyê milyaketekî xuya dikir. Heyr û miheyrî mam.  Birayê Ayganoşê jî, di ser îşlikekî spî da taximekî gevrereş li xwe kiribû.

Bi liserxwetîya xwe çav tije dikir. Herdu jî, bi rûyekî ken ber bi mêvanê xwe ve pênc şeş gavan meşîyan û birêz û hurmet pêşwazîya mevanên xwe kirin. Ew kesê ku ji texsîyê derketibû, bi cil û bergên xwe xuya dikir ku kesekî alimê oldar bû. Rî yê wî yê gewrikî digîhîşte ser sîngê wî. Li tenişta texsîyê li hev civîyan; ez war dizanim hal û demên hev pirsîyan û bi hev ra ber bi derîyê baxçe ve çûn. Ayganoş û merivê oldar li gel hev, şofêr û birayê Ayganoşê jî li pey wan meşîyan û di derîyê baxçeyê vekirî da ketinê hundir û derî li ser xwe girtin. Tevî me, kesên ku wê demê li kolanê bûn, yên ku li ber derîyê xwe bûn û bi hatina mêvanên Ayganoşê hesîyabûn, pêşwazîkirina wan bi baldarî sêyrkirin.

Çawa derîyê baxçe hate girtin, min û hevalên xwe yên dizîyê, me kawên xwe bi lez ji erdê helçinî. Me plansazîya xwe bi kurtasî kir û ji bo dizîya sêvetalkan em bi rê ketin. Em hê ji kolanê derbaz nebûn, dengê dikandar bi guhê me ket. Navê hevalekî me hildida û bangi me dikir. Em li deng vegerîyan, dikandar li ber dikanê xwe bû û du zarok jî li cem bûn. Pilekî xwe rakiribû hewa,  ji alîyekî ve bang li me dikir, ji alîyekî ve jî destê xwe dihejand û bi Tirkî ji me ra digot “werin vêderê”. Tengezar bûm. Min ji wî dikandarî qet heznedikir. Kesekî bêşîkl bû. Di bin hûrê mezin û daketî da pêqên çewt, di pantorê nîv şalvar da xuya dikir. Simêlnivişta bin poz, li pirçên pisîkê diçû. Devê  xwe ku vedikir, di nav diranên zer da, bermahîya xwarinan îkra meriv dianîya. Her carê kuma serê kurê xwe yê rût sererast dikir.

Ew jî tika wî bû. Di çavê min da dişibîya xinzîrekî. Qet dilê min nedigirt ku biçim ba wî kesê bêşikl. Dudîlî mabûm. Hê min biryara xwe nedabû, hevalên min vegerîyan, ber bi dikandar ve çûn. Neçar mam ez jî bi pêy wan ketim. Dikan û xanîyê Ayganoşê li çeprastê hev bûn. Ji cadeyê bihurîm, berwarê qadê ve çûm cem dikandar. Bi Tirkî got; “Warin, li dormin kom bibin”. Em li dorê civîyan. Dikandar li derdora xwe mêze kir, dû ra vegerîya me, bi dengekî korik û fetisokji me ra bi Tirkî got; “Guhên xwe bidine min zarokno; Gawirekî mezin hatîye mala Ayganoşê, jê ra dibêjin ‘papaz’. Hûn hîna nizanin, ez ji we ra bibêjim. Ew kesana dijber û dijminê her tiştên me ne. Ewqas bizanibin bes e. Dema ku ew papaz derkete der, hun ê wî papazî bidin ber keviran. Ji min soz, ez e pagnotek pere, pênç şekir û di ser da jî gazozekî binim ji we ra. Va herdu zarok jî, ji we ra pêşengtîyê dikin.”

Ew herdu zarokên ku ewilî li cem bûn nîşan da. Tirs kete zikê min. Newêrabûm tiştekî bêjim. Hevalên min ên dizên  baxçeyê Ayganoşê jî wake min di nav tirsê da bûn. Dikandar, ji bêrika pantorê xwe yê nîvşalvar da çengek şekirên rengrengo derxist û her yekî me du şekir kir destê me. Di pey da, çavên xwe yên nûtik bele ser me kir, tilya xwe yê nîşandekê rakir û piçekî wûsa ma. Gotinên xwe di hişê xwe da baş pîva, di nav qîlên xwe yên jengarî da bi dengekî tehdîtkar, tisiya û fişîya ji me ragot; “Binêrin, çavê min li ser we ye. Kê ku kevir neavit, heqê şekiran jê digirim vaya baş binazibin.” Ji alîyekî ve jî, tilîya xwe ya nîşandekê ji me ra radihêjand. Dît ku em tam bi  bandorbûn e, ji me ragot; “De herin…”

Em çûn li navenda qadê sekinîyan. Ew zarokên ‘pêşêng’ çûn keviran top kirin. Du kevir jî dan destên min. Hevalên min ên dizîyê û du zarokên ku dikandar ji me ra kiribû pêşengdar, çend gav ji min dûr, li ser erdê rûniştin. Ez li ser pîyan mam, rûneniştim. Difikirîyam, dihizirîyam, di diltengîyê da difetisîyam. Min dikir ku birevim, biçim; heqê şekiran dihat bîra min. Bi rastî, ji wî dikandarê kerseleyê keran jî ditirsîyam. Min bi hêvî li derdora xwe mêze kir. Kesek min bîbîne, gazî li min bike û min ji vê tengasiyê derxine!..  Lê kesek tinebû. Li jorî qadê, xeta trênê dirêj dibû û diçû. Li dor qadê; xanîyên bi kelpîç, bi birêket û tûxle, xanîyên biboyax û bêboyax, bisîwax û bêsîwax, xanîyên serbankirî û bêserban; yek qat, du qat, herî zêde sê qat li kêlaka hev û li ser hev,  nîvhîvîkî hatibûn rêzkirin. Hin kes li ber derîyê xwe bi tiştekî ra mijûl dibûn, piranî jin û zarok hin kes jî li ber derî û dîwaran kom bûbûn.

Di komê jinan da hinek jin bi alîyekî ve tiştên destên xwe dihonandin û ji alîyêkî ve jî beşdarê misletê dibûn. Di dilrehetîyê da bûn. Xwazî ez jî di nav ew zarokan da bûma!  Dawîya rêza xanîyan, sê dikanên din û li nêzikê kolanê jî dikana wî kerselayê keran hebû. Dikandar, li ser kaseyekî rûnîştîbû. Çavên wî li ser me û li derîyê baxçeyê Ayganoşê bû. Li wî alîyê kolanê, têlçepera baxçeyê Ayganoşê ber bi jêr ve dirêj dibû. Dawîya têlçeperê di taldeya dikanê da dima û ji min xuya nedikir. Kolana taxê, bi tîkanî xeta tirêne dibirîya.


Xanîyê Ayganoşê, li wî alîyê rê û li çepê min, piçek li jor bû. Xanîyê me jî, li jorî xanîyê Ayganoşê, wak yek dîwar, wak berdewamîya xanîyê Ayganoşê xûya dikir. Li ber derîyê me jî kesek tinebû. Di kolanê da hin kes diçûn karên  xwe, yan jî, ji karên xwe vedigerîyan. War tevizî li dor xwe giran giran dizivirîyam. Min li dor xwe mêze dikir, hema ti tiştek jî nedidît. Erka ku min dabû ser milê xwe, bi rastî dabûn ser milê min difikirîyam. Çiqas wext derbas bû nizanim, ji wan ‘pêşengdaran’ yekî bi Tirkî got; “Derketin”. Bi kelecan, min çavên xwe kuta derîyê baxçeyê Ayganoşê.

Pêq li min lerizî. Ayganoş li pêşî, destên xwe li ber xwe da dabû ser hev, nîv vegerkî, guhê wê li merivê oldar bû û hêdî hêdî dimeşîya. Merivê oldar, hema li piştî Ayganoşê, serî li ber da, ji mazûvanê xwe ra diaxiviya. Şofêrê alimê dînî, li pey wan bû. Birayê Ayganoşê hê di dêrî da derneketibû der. Li hewan, kevirek li ber çavê min ket, çû li kûpayê texsîyê ket. Reqinî, di wê bêdengîyê da olan da. Koma ber derîyê bêxçe, li cîhê xwe da wer ma. Şaşwazkî li dora xwe dinêrîyan. Ji wan du zarokan yekê din jî kevirek avêt, kevir li orta cadeyê ket, pekîya taaa çû ber tekera texsîyê. Di heman demê da jî qêrîya û got; “Papaaz paapaazz paapaazz”. Hevalê wî jî tevlî wî bû. Ez di şûna xwe da cemidîm. Mêjî li min gizgizî. Dest li min sist bûn, kevirên ku dabûn min, ji destên min da xij bûn, di ber lingên min da ketin erdê. Hevalên min ên dizîyê kevir avêtin neavêtin, çend kevir hate avetin, qêrîyan neqêrîyan nizanim.

Ayganoş û mêvanên wê, bi tirs û lez vegerîyan xwe avetin paş derîyê baxçe û derî li ser xwe girtin. Kesên ku li ber derî û dîwaran di kar û misletê da bûn, kesên ku li kolanê dimeşîyan bi vê bûyera xirab hesîyabûn; bi nalet, bi sixêf û bi hêrs êrişe me kirin. Min tenê dengê jinan dibîhîst. Hêrsa jinan didît. Hevalên min ên dizîyê û ew herdu zarokên din revîyan, her yêk bi derekî va çûn. Ez, wer matmayî li cîhê xwe mam. Ti kesî ji min ra tiştek negot. Qayte rûyê min jî nekirin. Bi gavên lez, ber bi deriyê baxçeyê Ayganoşê ve çûn. Piranî jin û zarok, di nav da pênç şeş mêr, li ber dêrî kom bûn.

Derîyê baxçe vebû, girse kete hundirê baxçe. Derî li ser piştê  ma. Yên ku qewimandina bûyerê hê nû bîhîstîbûn, bi bezbezikî di derîyê vekirî da diketine hundir. Pîştî demeka dirêj,  di pêşî da komek jin û zarok, dû ra merivê oldar û Ayganoş di derî da xuyakirin. Gav bi gav dimeşîyan. Gavek diavetin û disekinîyan. Jinan ji merivê oldar û Ayganoşe ra tiştek digotin, diaxivîyan dû ra dîsan gavek diavitin. Herî dawî, şofêrê alimê dînî û birayê Ayganoşê jî di nav ew pênc şeş mêran da, di derîyê baxçe da derketin der. Ji texsîyê heta berderîyê baxçe, di wê navberê da gelek qelebelix hebû. Ewqas însan ji ku hatibûn, çiqas zû li hev civîyabûn, şaşwaz mam! Nêzîkê texsîyê, qelebelix bû du beş û li kevîya rê rêz bûn.

Rûmetîya xwe ji merivê oldar ranîşan didan. Ew merivê oldar jî, dest dabû ser sîngê xwe û xwe bi pêş ve dihêjand û rûmetî digirt û dida. Bi vî awayî Ayganoş û mêvanên wê gîhiştin ber derîyê texsîyê, di taldeya texsîyê da, tenê serê wan ji min xuya dikir. Şofêrê merivê oldar, bi lez,  derbazê ser dîreksîyona texsîyê bû, texsîyê da şixulandin. Di demekî kin da jî texsîyê bi rê xist. Ayganoş, birayê Ayganoş û kerebelixa jin, zarok û mêran li pey texsîyê hinekî temaşê kirin û belav bûn. Çendîn jin jî, tevlî Ayganoşê ber biderîyê baxçe ve bûn. Di wê demê da, li kêlaka Ayganoşê min dêya xwe dît. Rû li min sorçiko bû. Çeqelerzî  kete canê min. Di hişê min da pirs li ser pirsê zivirî û sekinî. Gelo dêya min di nav van bûyêrên xirab da min didît? Ez niha çi bersivê bidim dêya xwe? Çawa bikim? Çi bikim? Bavê min, bira û xwengên min ji min ra çi dibêjin? Şermekî mezin li rûyê min girt.


Bi awayekî sûcdar, bi şermeke mezin, hêdî hêdî beriya dêya xwe ez çûm malê.

Êvarê, dêya min, bûyêrên ku îro li taxa me qewimiyabû, yek û yek ji bav û bira û xwengên min ra got. Guh û çavên min li ser dêya min bû. Min guhên ker li xwe danîbû. Kesî jî tiştek ji min nedipirsîyan. Bi hêrs û nifirîn digotin; “Ew karê zarokan nîn e. Mezinan ew zarokana ajotine pêş.”  Ya rastî jî ew bû.

Serê sibehê, min hazirîya çûyîna dibistanê dikir. Di bêrika pantorê  min da tiştekî ket destê min.  Ew tiştê ku min ji bêrika  pantorê xwe da derxist; şekirê ku wî dikandarî dabû min bû. Ez çawa çûm tiwaletê nizanim. Min wan herdu şekiran di qulika tiwalêtê da berda û sîtilek av lê kir. Bi dilrehetî ji tiwaletê derketim der.

Ji wê rojê şun ve jî, careka din neketim baxçeyê Ayganoşê. Min dev ji dizîyê berda.

Salekî şûnve, me ji wê taxê û ji wî bajarî mala xwe barkir û em çûn bajar û taxeke din. Bi xwendin, hînbûn, wêje, huner, hiş û hişmendî,  kar û barên rojane, sal bihûrîn çûn. Ew şerma mezin û peyva “binferman” qet ji hişê min derneket.  “Binferman”, çi çekuyekî jan û êş, sirgûn û bêîrade, stûxwerî û bêkesîyê di xwe da dihewîne!  Jana ber bi tinebûnê, jana wêran bûnê, jana penaberbûnê, jana ji ax û bîranînan dûrketinê tîne bîra meriv. Çi çekuyekî giran û kûr naverokî ye. Ax! aqilê min ê zarokatîyê, aqilê min ê sivik û bêhişmend. Lê em jî, mîna Ayganoş Xanimê nebûn?

Piştî çil salî, rê ya min rojekî bi wî bajarî ket. Dudilîyê da mabûm. Biçim taxa xwe ya zarokatîyê, yan neçim? Ka gotinek heye; “Sûcdar, zû yan jî dereng, rojekî vedigere cihê sûcê xwe”. Lingên min, ez birim taxa zarokatîya min. Li hember wêranîya taxê, dilê min şewitî. Ew kolana fireh û dirêj,  ewqas teng û kin; ew qada mezin, ewqas piçûk û pîs bû? Xanîyên ku nîvhîvîkî li dor qadê rêz bûn; bûbûn pag. Tenê di çend xanîyên bêboyax û sîyax da rûniştvan hebûn. Xizanî û hêjarî  aqil nedigirt. Çavê min li dikanê wî dikandarî gerîya; çi dikan, çi tiştek, tûmek xwelî li wê derê bû. Qet gunehê min pê nehat. Xanîyê Ayganoş Xanimê li cih bû. Heyîrî mam. Perde li pencereyê hebûn. Derîyê baxçeyê heta dawî vekirîbû. Xanîyê qîza Ayganoş Xanimê, derî û baceyên wî bi texteyan hatibûn girtin, di nav gil û gîyan da war stûxar xuyadikir.

Di ew baxçeyê mezin û bereketdar da, xanîyên bêteşe û bêstîl, bêreng û bêruh hatibûn çêkirin. Xanîyê me jî li şûndê bû. Bi kelecan çûm berderîyê Ayganoş Xanimê. Min li dêrî xist. Li benda vebûna dêrî sekinîm. Derî vebû. Xanimeke ciwan di dêrî da serê xwe deranî; di heman demê da min lêborîna xwe jê xwest û pirsa Ayganoş Xanimê kir. Xanima ciwan, bi rûyekî ken got; ” Bi xwedê ez nasnakim, nizanim. Em kirêdar in. Ha, hema xwedîyê xanîyê, ew kesa ku te qalkir nîn e.” Min spasiya xwe jê ra got û vegerîyam. Ji wê taxa bêruh û bênasname, bêkesayetî û bêjiyar derketim. Li wî bajarê dûvdirêj nesekinîm.  Di çav min da ew tax û bajar; bê Ayganoş Xanim, bêçand û bêreng, şorezar xuyadikir.  Çêkirî, çêbiwar û nejidil…



 

 

İlginizi çekebilir