Hasbey Köksal: Sê Rehendeyên Jêveqetîn û Jêbizdînê

                                            

 Peyva “bizdîn”ê du dirûvan şirove dike. Ya yekem; veciniqîn, ciniqîn, hilciniqîn, pir tirsîn, behecîn û hwd. Yanê tirs û ziravqetîna  jîndarekî,  hesta hundirîna candar rave dike.  Yê duyem; ji hev dûrketin, jêbûn, jêqetîn, raqetîn, jêqutbûn, şikîn, jêdaweşîn, jêveqetîn, qurçivîn, jêdaderbûn, derçûn û ji tevahî parîk  jêşikîn dikarin bibêjin.

Peyva “Vaqetîn”ê jî; jêdûrbûn, jêdûrketin, ji cihekî an ji kesekî, an  ji tiştekî xwe jêdûrkirin û dûrxistin, eleqe pê neman, biyanîbûn, jêbizdîn, jêqutbûn û rewşên hwd di xwe da dihewîne. 

Di navbera pêyvên “bizdîn” û “veqetîn” da bi kûrahî raveşibîn tinebe jî, ji alîyê tevgerê  ve çalakşibînî heye. Herdû bêje; ji rehendekî, vekişîna rehendekî din, derbasê halekî din, cih veguhartin, kawdana xwe ji nû ve çêkirin û ser nû ve gav avitina destpêkirinekî, di xala dawî da dev ji cih û rewşa ku ewilî tê da bûn berdan û ber bi tevger û çalakîyên bûyînên nû ve meşînê zelal dikin. Li gorî rehenda tevgera sivik û nerma  “veqetîn”ê, rehenda tevgera tûj û hişkîya   “bizdîn”ê  her tim rewşekî xeternak derdixine holê. Di bingeha  “bizdîn” û  “veqetîn”ê da dijîbûn, lihevnehatin û rastîyên hev neyînîkirin heye. Li alîyekî dîn jî, bêhêzman, utopyayên xwe windakirin, bawerîya xwe windakirin, cûdafîkrîn, famîn, şirovekirin, ciyawaz nirxandin û hwd heye.

Ji çêbûnî, destûdarî, binemalî, komî, civatî, zumreyî, ji tevgera siyasetekî veqetîn û jêbizdîn li ser sê esasan pêk tê. 

Jêveqetîn û jêbizdîna yekem; li ser doz û rêgezên  pejirandinê pêk tê. Ji alîyê nêrînên veqetî ve; di biryarên rêveberîyên dozmeşan da navbera xala destpêk û xala armanckirina dozê dibe sedema jê veqetîn û bizdînê. Di heman da, gumanîya armancşaşitî, ji alîyê rêgirtinê ve û ji alîyê meşa dozê ve kêmasî,  kêmgeşedanî, rênegirtin jî dibin heman sebeb. Veqetvan, di çarçoveya xwe da dîmenên rewşê dinirxîne, dipîve, bawer dike ku bi van tevgerên rêkxistinî  nagîhe rêgezên ku pejirandîye û armanc kirîye; bi rexne û xwerexnekirin ji wî bûyîn, sazî, komele û organîzasyonê dûrdikeve. Di vê “jêveqetîn û jêbizdîn”ê da îxbar, buxtan, îftira, reşkirin, bêbextî, xiyanet û xayînî tine. Ew çûyîna, “jêveqetîn û jêbizdîn”ê di çavên kesê çûyî an jî qefleyên çûyî da xwe ji ser nû ve ava kirin e.

Di heman demê da ji nû ve vejîn, ji nû ve di rêya rast da ber bi armanca xwe gav avitin e. Di çavên mayîndeyan da jî ev jêçûyîn, xweşûştin û paqijbûyîn, ji zêdehîyan, ji armanc tênegihiştîyan, ji rawestokan xilasbûn e. Di dawîyê da herdu kerî, herdû alîgir,  ber bi nûjenîyê ve, ji rastîya rêya xwe, ji armanca xwe, ji qehîmîya rêgezin xwe  bawer ber bi serfirazî yê ve dimeşe. Heqî yan neheqî, serfirazî an neserfirazî dem nîşan dide.  

Jêveqetîn û jêbizdîna duyem; ji hev xilasbûna ku li ser redkirinê hatîye damezrandin e. Li ser rêgez, rêmeşîn, rêxistin yan jî, ji ber menfaet, meqam, pol û pere û hwd li hevnekirin dibe sedema parçebûnê. Çûyîn, bi her alî ve sazî, rêxistin, bûyîn yan jî tevgera siyasî ya ku tê da cih girtibû red dike. Demekî bi pesn qala nirx, bawerî, gotin û rêgezên ku dikir, pişta xwe pê badide, bi înkar û bi bangeşeyêkî reş, bi  rexneyekî tûj  xwe ji tevgerê dûrdixîne. Ev çûyîn, ji “jêveqetîn”ê zêdetir “jêbizdîn”e. Hişk, dijwar û hejîner e. Di hindurê xwe da buxtanî, bêbextî, îtîraf û îxanetê dihewîne.

Herdu alî, yanê yên mayî û yên çûyî, bi nifirîn û xezeb, bi rexneyekî tal û tûj hevdu sûçdar dikin. Lewra jî dikin ku hevdu xax bikin û di çarçoveya rastîyan da  xwe maftar derxînin û nîşan bidin. Di vê ji hevçûyîn û parçebûnê da, nîqaş, rexne, xwerexnekirin, xweşdîtin, hevfamkirin yanê nermîya “ji hev veqetîn”ê cih nagire. Bizdîn, li ser temelê îxanetkirina prensîbî û dozê destpêdike û encam dide. Di çavên çûyînê da jê bizdîna xwe, wek ji şaşîyek, ji xeletî û xeterîyê pêsîra xwe xilaskirin tê hesibandin; di çavên mayî da jî ew “jê bizdîn” ji xayînan, ji sekterîyan, ji berjewendperestan xilasbûn tê pejirandin. 

Ji hev cihêbuna sêyem; Endam yan jî alîgirê tevgerê di xwe da ew hêz, taqet, hişmendî, jîr û jêhatî nedîtin, giranîya barê tevgerê û erka ku girtîye ser xwe bi hêsanî hilnegirtin, armanc û bawerîya xwe da sistbûn, gumanî,  helîn û windakirin dibe sedema  dûrketina tevgera ku tê da cih girtîye. Ew ji xwe nedîtin û  ji nedilîtî derîyê jê dûrketinê, derîyê jê dûrketinê jî derîyê “jê veqetîn”ê vedike. Ev rewşa, ji alîyê veqetînê ve tim di xwe da xemgînî dihewîne. Di nav gloka pirs û bersivê da dizivire, di navbera çûyîn û mayînê da tê û tere. Di bin bandora hêza xwe ya qîm nekirî  da dipelixe û disekine.

Di hiş û livîna xwe da ew çûyin û hatin bê gûman şaşitîyê jî bi xwe ra tîne. Her biryarên şaş, şaşîyekî din, her şaşî jî, bi girêdana rê û rêgezê xeta tevger û bûyînê dihelîne. Hin caran xeletîyê di bawerî û hêza xwe da sehdike, hin caran jî xeletîyê di xebat û têkoşîna tevgera ku mildaye û dide da dibîne. Hasilî, kes yan jî kesên endam û alîgirê tevgerê gav bi gav ji tevgerê şûnve dimîne û  bi semtika, bêdeng hebûna xwe vedigerîne tinebûnê.

Tevger, bûyîn an jî tevgera sîyasî, di  geşedanîya xwe yên toz û dûxanê da,  ji vê şûnve mayîn û jê dûrketinê nahese. Ev rewş him “jêbizdîn”ê, him jî “jêveqetîn”ê di xwe da dihewîne. Lê çi ye ku di vê  jê çûyînê da ne hevdu rexnekirin, ne xwerexnekirin, ne jî îxanet û reşkirin heye.  Ev,  “jêbizdîn”ekî nerm,   “jêveqetîn”ekî bêdeng e. Veqetîn, bi dilekî xemgîn, di cihê xwe da bê livdar li pay lehîya tevgerê dinêre…  

                                                                                                                                                                                            

İlginizi çekebilir