Hasbey Köksal: Koremışko

Qet nereve mişko, min te dît! Dema ku ez di derî da derketim der, min hildan û livîna xwelîyên li ser kolmişka te dît. Ji cihê xwe qet nelive û xwe veneşêre! Ji vê deqeyê şûnda, tu yê ji destê min zor xîlas bibî? Ew meseleyên nav me divê îro hal bibin! Em ê kap û gûzên xweli hev parve bikin..!

Erê û erê,

min av berda koka darê,

vaye di destê min da duxa merê,

mişko, te çi xwarîye û çi nexwarîye,

niha kî tê vê hewarê…!?

Lawo mişko, koremişko, mişkê kor, bikoyê min ê  bê şerm, tu fedî nakî ewqas zirarê didî min? Min çi kirîye bi te? Min li te xistiye, min mal û milkên te talan kiriye,zirera min gihiştiye zavzêçên te, min cihê te teng kiriye? De ka bêje ku ez jî bi sûcên xwe bizanibim û bêjim ku bi Êzdayê mezin tu heqdar î…

Ez, avê berdidim erxê, tu di erxê da ava min didizî. Ez avê berdidim koka daran, av di derdora kokên daran da hîna gol nabe, bi xuminî û guminî qulemişkên te da diçe. Nizanim tu ewqas çi dikin bi avê? Ma tu her roj beravê dikî? Serê xwe dişoyî? Min li paş xênî bostan danî, te di şevekî da li deh cihî kolmişk veda.  Min got bila ber derîyê min şên û şîn bibe, min çîm ajot; te di binê çîmgehê da tûnêl li ser tûnêl vekir, kolmişk li kêleka kolmişk bi rêz kir. Li rûxala çîmgehê hêşînayî nema.

A xerab ew e ku, çîm careke din li wê derê şîn nabe!  Ez ku derê av didim, roja dintu li wê derê pêyda dibî û zirarê didî min. Bi wî laşê xwe yê kinik, hunera ku tu dikî, bi rastî tu kes nake. Gelo, tu bi kom û kulfetên xwe derdikevî nêçîrê? 

Ez niha ji te ra çi bêjim? Ku bibêjim ; tu di wî laşî da bimînî, stuyê te bişkî, mala te xirabe bibe, av li agirê te be, çavên te yên kor birijin, tîzmarên ku te xwarîye bila di dev û pozê te da bên; bi ser wî çîyayê bilind, bi ser  wê dara bihişmend, bi ser heyvazer û roja tîndar sond dixwim, bi serê têjikên te,  dilê min rê nade ev  nifiran. Lê alîyê din ve jî hêrsa min danakeve…Ez ê nika çi bikim!?

Ez bi vê hêrsê; bi gûzana devkor pirçên laşê te traş bikim, simêlên te têl û têl birûcîkînim, pêqên te yên kinik mîna dozerê bişkînim, pepikên te yên mîna kefçeyê çov bikim û neynûkên te yên wek tevir bi  dasa dêr bibirim, ew qîlên te yên beloq ji binî ve bikişînim; dê kî ji min ra çi bibêje!?Wan qîlên xwe yên pîsî qefçil jî car caran bi firçeyê bişo… Pir pir dê navê min derkeve zalimiyê!

Ax Koremişko, çi heyfe ku diltenikim. Mixabin, tu jî bi diltenikiya min dizanî. Ew zalimî  ji destê min nayê. Ji xwe kesayetîya min jî li ber çavan e. Başe ku dilzîz im. Kesên zalim, haşa ji we, heywan in.  Zalimî, bê ehlaqî ye. Însanetîya xwe windakirin e. 

Lê te jî ez pir hêrs  kirim. Bûm qurbana hêrsa xwe. Min dilê te êşand..!  Li ber bayê bêhntengîya xwe ketim…  Li min biborê, min bibexşîne…

Van derana bi we şên û şênayî ne. Bi we, bi keda we xweş û baş e. Jîyan bi we tamdar e. Ji kerema xwe zêde guh nede laf û gefên min. Hûn tabîet bi xwe ne. Hêç heqê me tine ku em ji bo berjewendîyên xwe jîngehên xwe fireh, yên we jî teng bikin. Ji malbata we bigir, heta malbata kurm û kêzikan, ji malbata teyr û tilûran bigir heta malbata mar û mûran, şêr û pilingan, masî û kevjalan, dar û gil û gîyan, hûn hemû her tişt, ax û av, kevir û zinar jî tê da kirdeyên sirûştîyê ne. Kêmanîya we yekê, jêçûna xwîna xwezayê ye. Jîyana me, bêguman, bi jîyana we ve girêdayî ye. Hêrsbûna ji we ra, ne hedê me ye. Hewceye ku em ji we ra spasdar bin.

Fermo, ji kerema xwe dest bi ger û nêçîra xwe bike… Ez jî herim karên xwe yên nîvmayî temam bikim  û piştra avê berdim ser şitlan.

                                                                                               

İlginizi çekebilir