Hasbey Köksal: Ezîze

Kes û civakên jixwenebawer, meyldarê darê zorê ne. Nirxê ku pê bawerin, pûç û vala dikin û diçilmisînîn.

Ezîze, yan jî bi Kurmancî “ Delalîka malê“.  Ezîze çi navekî xweş e. Piştî wê bûyera bêyom, ew nav bi rojan di hîşê min da zivirî û çû û hat. Bi meraq, bi pey wateya pêyva „Ezîze“yê ketim. Her çiqas kêm zêde di derbarê wateya pêyva  „Ezîze“yê da agahîya min hebû jî, dîsa jî min di ser ferhengan da lêkolîn kir. Bi piranî wek peyveke olî, „rahîbeya dêrê, keşîşeya jin, raxîbe, rexbik“ û hwd dihate şirovekirin. Ew şirove û ravekirinên ferhengan pir li aqilê min nedihatin û di dilê min da pir rûnedinişt. Divê maneya wê peyvê ewqas hişk û ziwa, bêbîrxistin û tengwate nebûna! Çiqas wext di ser da çû nizanim, di misletêkî da, min ji devê dapîrekî hevoka “ qîza min ezîzeya mala me ye“ bihîst. Lezelez  lê vegerîyam û min ji dapîrê pirs kir; ew pêyva „ezîze“yê te di çi maneyê da bikaranî? Dapîra rûken, ji min ra got; „Ezîze, tê maneya ‚delalika malê, delala malê, xoşewîst, hêja, berdilîya malbatê‘ lawê min.“ Li hember vê ravekirinê bibextewer, peyva „ezîze“ di hişê min da zelal bû, di dilê min da rûnişt.

Hevalkara min a Ezîze jî, di çavê min da wek, ‚delalika mala xwe‘ xuya dikir. Bandorekî wisa li ser min hiştibû. Piştî zanîngehê, di azmûnê da pûanekî baş girtibû û salek bûbû ku ketibû kar. Dildara helbestan bû. Rojekî ji min ra, ji Meleyê Cizîrê çarînek xwend. Bi awayeke matmayî, devê min ji hev çû. Di ew salên xwe yên ciwaniyê da, ji Meleyê Cizîrî hayîdar bû! Dengê wê yê lîrik  hê jî di guhên min da ye.

Îro ji remza demdurê                                                                                                                     

Minnet ko min mesrûr e dil                                                                                                             

Dilber bi fincana surê                                                                                                                         

Mey da me û mexmûr e dil   

Kurmê pirtûkan bû. Tim di çentikê wê da pirtûkeke helbest, roman, çîrok an jî kovarek hebû.  Pirtûkên ku di dest min da bûn, ji min dipirsîya, bêsebr li benda wê pirtûkê dima. Hela hela ku ew pirtûka Kurmancî bûna… Min jî bihezî û bişahî, bêtirs pirtûkên xwe dida Ezîzê. Dixwend û di wextê da pirtûkên min, ji min ra dianîya. Em herdu kurmê pirtûkan bûn û me ji hev famdikir. Rûkenîya wê, jidilî û caniktîya wê, dilê meriv germ dikir. Bê navber, her sibê, berî  destpêka kar, dihat li derîyê odeya min dixist, di dêrîyê odeyê da serê xwe dirêjî hundir dikir, xatirê min, hal û hewalên xanima min û zar û zêçên min dipirsîya, hê diçû ser karê xwe. Xweda, bi qasî rindîya bejn û bala wê,  rindîya hundirîn jî dabû.

Rojekî, sê çar hevalkarên min hatin cem min û ji min ra gotin; „Kekê, heger tu jî bixwazî em hemû hevalkar li xwaringehekî bicivin û şevekê ji şevan li dar bixin.“ Ez kenîyam û min jî got; „Çawa naxwazim!? Hûn çawa munasîb bidînin ez qayîl im û tevlî we dibim.“ Ji min ra; “ Wê gavê, organîzasyona vê şevê tu yê bikî“ gotin. Hevalan, bi yarî û henekan, îşê organizê dan ser pişta min. Dûra roja din, çûm Lokala Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat, ji bo êvara înê, min cih rezerve kir.

Êvara înê, hema hema hemû şixulkarên kargeha me hatibûn şevbihêrkê. Hin jinheval bi mêrê xwe ra, hin mêrheval bi xanima xwe ra  hatibûn. Masaya me gelek gelûr û şên bû. Bi xwarin û vexwarin, bi sohbet û qisedan, galte û pêkenokan di dilmestîyê da bûn. Bala min nekişandibû, Ezîze çi wextê ji maseyê rabûbû û çûbû ber derîyê lokalê nizanim. Ji ber derîyê ve dengê mêrikekî bilind bû. Me tev bala xwe da wî alî. Hê min sedema ‚deng‘ nepirsibû; ji hevalên me yekî bi dengek fikarî got; “ Kekê Ezîzê hatiye!“ Li ser vê gotinê, ez ji cihê xwe rabûm, li pey Ezîzê çûm. De ka min got ez kêkê Ezîzê jî dawetê maseya me bikim. Li ber derîyê lokalê herduyan çawa ez ditim, dev ji nîqaşê berdan û gavek bi paş ve kişiyan.

Ezîze di hêrsa xwe da diricifîya. Ez û Ezîze, demeke kin rûbirû çav bi çavan man. Di çavan da xemgînîyekî kûr hebû. Şermelûd, çavên xwe ji min kuta û serê xwe kire ber xwe. Kekê Ezîzê, yekî bejn zirav û dirêj bû. Di çavên min da wer kesekî her tim asabî xuya kir! Bi dengekî nazikî, min ji kekê Ezîzê ra got; „Xorto, tu bi xêr hatî. Çima li ber dêrî disekinî. Keremke ware hundir. Ew ku tu kekê Ezîzê yî, li ser serê me cihê te heye. Ware, tu jî tevlî me bibe. Fermo…“ Ji ber dengermîya min, şaşwaz, nedizanîya ku çi bibêje. Hema wer çav avite Ezîzê, stuyê xwe tewand û got; „Na, apê min. Li mal karekê me ya lezûbez derket, ji bo wê ez li pêy Ezîzê hatim. Em ê biçin.“ Di wê demê da pêhesîyam, kekê Ezîzê bi tena  serê xwe nehatibû, bi du hevalê xwe ra hatibû pey Ezîzê. Derewên xorto li ber çavan bû… Êdî min deng li xwe nekir. Ezîze çû hundir, çentikê xwe girt û hate cem me. Me bêdeng hevdu oxir kir û ez jî vegerîyam maseyê. Piştî çûyina Ezîzê, min, di lihevnêrîna jinên binkîyên vê deverê da, hestên ‚li berketinê‘ dît. Pir dû ra min maneya ew awiran famkir. Tama maseyê revîyabû…

Roja din, aliyê nîvroyê bû, ez û çend hevalên xwe, li ber derîyê qehwexaneya ku li kêleka mala min bû, di misletê da bûn. Texsîyek hat, li ber qehwexaneyê sekinî. Ji texsîyê xortek peya bû, li derdora xwe wek li tiştekî yan jî li kesekî bigere mêzekir û daxilî qehwexaneyê bû. Qilqilandina wî xortî bala me kişandibû. Em hê venegerîyabûn  misleta xwe, xort li pêy me peyda bû. Newêrek û bi kelecan ji me ra got; „Li qisûrên min nenêrin, qehwekar we nîşanê min da û ji min ra got ‚kesê ku tu lê digerî, dibe ku ew kesana nasbikin‘ lewra min acizî da we.“ Ji ber kelecanîyê xuh dida. Navê min hilda, got; „Hûn nasdikin gelo?“ Ez kenîyam, min got; „Ew kesa ez im birayê min.“ Rû lê ronî bû. Bi dengekî libergerî ji min ra got; “ Kekê, em dikarin piçekî biaxivin?“ Ez û xorto çend gav ji hevalan dûr çûn. Çavên min, li çavên xorto, min got; „Fermo, Xêr e?“ Got; „Ezîze…  Ezîze û gelê malê hevdu xwar in, hevdu hêrand in. Ji kerema xwe ware, wê şeva li lokalê kê çi xwar, kê çi vexwar, çi qewimiya zelal bike…“ Êdî min nexwest ku pir dirêj bike, ber bi texsîyê ve meşîyan. Ji dûr ve min bang li hevalên xwe kir, „Karekê min heye, li benda min bibin, ez ê bêm“ got û em li texsîyê siwar bûn.

Derîyê malê, xatûnekî çîtsipî vekir. Guman heye dêya Ezîze bû. Bi giranî, min daweta hundirê malê kir. Di korîdora malê da çend jinan li ser pîyan, min pêşwaz kirin. Di tevgera jinan da xemgînîyek, di hewayê malê da giranîyek hebû. Min di dilê xwe da got; ‚hege di malekê da jin nekenin û neşad bin, ew mal bêtav û bêgerm e.‘ Jina çîtsipî, derîyê salonê bi min nîşan da û gavekî şûnve kişîya.

Li hember dimenê salonê şaş mam. Bi qasî panzdeh mêr, dibe zêde bin jî, li ser qoltix û qenepeyan, li gorî temenên xwe rêzbirêz  rûniştîbûn. Te digot qey dîwan danîne, dad vekirine. Bi rastî  jî dîwan danîbûn û dad vekiribûn. Bi silav dayîna min ra, hemû rabûn ser pîyan. Di serî da, min yekoyek bi destê herkesî girt. Piştî silav dayîn û girtinê, cihê ku li sergoşeya salonê  ji min ra vekiribûn ez rûniştim. Me carek din silav û xêrhatin da hev. Serê pêşî, min bêdengîya salonê xira kir; “ Xêr e, we bangî min kir? Çi bû?“ Li ser ew pirsên min, însanên wê derê ji cihên xwe livîyan û ber bi mezinê malê ve mêzekirin. Mezinê malê ji xwe bawer, xwe bi pêş ve da û rasterast got; “ Begê min, wê rojê li loqantayê çi bû, çi qewimî? Li ser maseyê alkol, eraq, şerab tiştên wiha yên din hebûn an na?“ Min meselê famkir. Min bi kurtasî qala armanca civîna hevalkarên xwe û qala beşdarvanan kir û got; “ Raste, li ser maseyê eraq jî, şerab jî, bîra jî hebûn.

Lê tenê ne ew, qola û ava fêkîyan, dew û ava şêlim û qederî jî ava sûsikê hebûn. Canê kî, çi xwest ew xwar û vexwar. Di vir da çi şaşî û xeterî heye. Bi rastî  min fam nekir? Çima hun wer kûr û hûr ji min dipirsin?“ Min dizanîya ku çav û guhên herkesî li ser min e. Ji bo daraz danîna Ezîzê, li pêy delîlan bûn. Di lihevnêrîna jinên binkîyên vê derê da, awirên ‚li berketinê‘ hate ber çavên min. Gav bi gav hêrsa min bilind dibû. Mezinê malê, bi nermikayî ji min pirsî; „Ji bo xwedê, Ezîzê tiştek vexwar venexwar?“ Bi hêrs min bersîv dayê; „Erê, vexwar, çawa venexwar…  Ezîze Xanimê, av û dew vexwar.“ Famkirin ez tinazan dikim. Yen ku ji vê darazê nexweşhal bûn, di bin simêlê xwe da kenîyan. Min derfet neda ku zêde pirsan ji min bipirsin. Bi ser wan da çûm, min got; “ Ezîze Xanim li ku ye?“ Deng ji kesî derneket. “ Hetanî ez Ezîze Xanimê nebînim, li vê odeyê dernakevim! Ezîze Xanim li ku ye? Ji kerema xwe…“ Mezinê malê dît ku bibiryar im, bang li Ezîzê kirin.

Ezîze di derîyê salonê da kete hundir. Çawa çavên min bi Ezizê ket, dinya li ser serê min gerîya. Dinya bi ser min da hat. Kezeb li min peritî. Ew ‚evîndara helbestan‘ kiribûn çi halî..! Bi zanatî, porên xwe berdabû ser enî û gepên xwe ku pir zêde reşpatîyê rû xuyanebe. Lêv, lê teqandibûn. Binê herdu çavên wê mor bûn. Li ser hinarikan perç hebû. Qet li min nenêrîya. Bêdeng, li ser sendeleya kevîyê dêrî rûnişt. Çavên min tijî bûn. Lêvên min lerizîn û bi kelegirî, wer di cihê xwe da mam.  Bi dengekî lerzek min got; “ Çawa destê wa lê ra rabû..? Çawa, wa ew qîza bedew kire vî hal î…? Çi heqê wa heye..? Hûn vê hêza mêraniyê ji ku digirin..?“ Ji ber kelgirîyê, qiriqa min dişewitî, çekû di lêvên min da bi navber, giran giran derdiket.

Kî got nizanim, dengek bi guhên min ket; “ Kekê wê lêxistye.“ Ji nebîstinê hatim. Ji şûna xwe rabûm, çûm li pêşberê Ezîzê sekinîm û min jê ra got;  „Çi wextê birînên te xweş bû, wê demê ware kar. Ji wî alî ve qet xeman meke. Lê êşa ruh, çawa haş dibe nizanim.“ Ezîzê di ber xweda qayt dikir. Desmala ku di destê wê da bû, girêdida û vedikir. Qet tiştek ji min ra negot. Xwarbûm, min serê Ezîzê maçkir û ji salonê derketim. Jin li korîdorê rûniştîbûn. Ez çer di derîyê salonê da xuyabûm, jinan hildan ku rabin, min bi destan îşmara ranebûnê da, lê dîsan jî rabûn serpîyan. Ew jinika çitspî bi lezûbez solê min ji soldankê derxist, sererast danî ser rojnameya ku li paş dêrî raxistîbû. Dema ku min solên xwe pê kir, manşeta rojameyê kete ber çavên min. Bi tîpên girdek;  ‚Ne Cînayetên Kujernediyar, Cînayetên Kujerdiyar!‘ nivîsandî bû. Jinika çitspî, bi hurmet, derîyê derve ji min ra vekir û ji malê derketim. Li ber dêrî, ji dil, min xwatirê xwe ji jinika çîtspî xwest. Di çavên wê da, awirên spasîyê şewq didan û dibirikîyan…

Min di dilê xwe da got; „Çavên jinan, eynika malbatan e. Azar û xem, şad û şabûn, dilneşadî û şadanî di vê eynikê da xuyadike…

İlginizi çekebilir