Hasbey Köksal: Du Gelên Nivîskar  

Nivîskar; yanê nivîskarên roman, çîrok, helbest, an jî nivîskarên bîranîn û serpêhatî û hwd, di nav du gelan da dijîn. Ew herdu komele, çavkanîya hilberîna berhevkirina berhemên nivîskar e. Di hundirê herdu komeleyan da; aydê wan, bi wan ra têkîldar, çavdêr, lêger, sehker, sêwirînêr û afirîner li maneyê jiyan û jiyînê digere.

Li pey tevgera kes û bûyer û derûnîya însanan, li pey rûdana bûyînga xwezayê  dikeve, di kûrahîya dema raborî da lêkolîn, di xumama dema bê da projeksîyona pêşbînî û dîtinê dike. Mijar û lehengên berhemên xwe diçine û disêwirîne.

Gelê yekem, gelê ku di nav da dijî, gelê ku li derdora wî/wê ne. Malbat, binemal, xizim, nas û dost, kesên nenas, neteweya xwe, miletên biyanî û hwd di vê çerçovê da çih digire. Erdnigarîya wan, têkiliya wan û  ernigarîyê û xwezayê, li ser çêbûn û weguharîna jiyan û jiyîna bandora çand, huner, wêje, ol, bawerî, şer, aştî, dîrok û di pêşerojan da bendewarîyên wan, mijarên berhemên nivîskar e.

Bûyerên takekesîyan, bûyerên xwezayî, yan jî bûyerên civakî dinirxîne, di hişparzûna xwe da dadipalîne, li gorî sêwirandina xwe dinivîse. 

Gelê duyem, gelê ku nivîskar ji bo  roman, çîrok, çîrvanok û hwd di hişê xwe da sêwirandîye û çêkirîye. Nivîskar him di nav  vê komeleyê da, him jî ew komela di hundir mêjîyê nivîskar da dijî. Ew komeleya sêwirînî, di pêşî da razber e. Nivîskar, lehengên xwe yên ku di hişê xwe da tesewir kiriye, angaştiye; bi kirasên çand, nirx û tevgera gelê yekem dixemilîne û dikamilîne.

Êdî ew qehremanên berhemên nivîskar, ji razbertîyê xilas dibe, di hişê nivîskar de şênber dibe. Ew lehengana dibe ku awarte bibin, dibe ku nezindî bibin an jî dûrî aqil bibin, lê dîsan jî di hişe nivîskar da bi can û rih in. Di kesayetên lehengên sêwirî da, dîtin û gotinên xwe, nirxandin û rexneyên xwe  hikayet dike.

Piştî  di nav gelê yekem da pêkanîna kar û barên xwe yên rojane, vedigere nav gelê xwe yên duyem;  Li pêy sazkirina hikayetên xwe, li pêy zeman û mekanên rûdana bûyerê û sazkirina kesitîyên lehengê xwe  yên sêwirî  û rojevên wan dikeve. Wan, li gorî mijarê, yan jî, mijarê lî gorî wan, dihon  e. Her yekî, yek û yek roldar û bişexsîyet dike. Bi ser û şiklên wan ra, bi cil û berg, liv û livînên wan ra mijûl dibe.

Bi wan lehengan ra dijî, diaxive, hest û hîsê wan, derûnî û tevgera wan ra dikeve telaşeyê pê hesîn û famkirinê. Dilîn û xwetevdanan,  li lehengên xwe yên afirî bardike. Di mizansenê xwe yên vehandîyê da,  li gorî sêberên dem û mekanan, li gorî  kiryaran  dide lîstin. 

Bi du gelan ra jiyîn zehmet bibe jî, di rojanê da her daîm gelê derva û gelê xwe yên afirî ra têkildar û mijûldar bibe jî; nivîskar, vê xebatê li ser pişta xwe wek bar nabîne. Dijraberî, ji xwe ra erkekî pîroz dibîne û dipejirîne. Bi rastî , nivîskartî jî  ev e.    

Bêguman, heta ku berhemên nivîskar neketibe ber destê xwendevanan, xeynî nivîskar, ti kes hayî jî gelê duyem nabe. Piştî  li ber destketina  xwendevanan, êdî ew gêlê duyem a  nivîskar, bi kêm û zêdetîyên xwe, bi rast û şaşitîyên xwe dibe gelê xwendevanan jî. 

Xwendevan, pê qayil dibe an jî nabe ew mijarekî cuda ye…                            

İlginizi çekebilir