Hasbey Köksal: Dilopa avê

Çi wextê biçim qeraxê çemekî, çîroka dilopek ava wê mereq dikim.

Gelo ji kîja kanî, rûbar, gelî, behr û okyanûsê weke mûyek ji baskê teyrêbaz jê bibe hilkişiyaye asîman?

Çendîn caran li ber têna rojê hatiye şûştin? Di nav telpên ewran û bi mij û moran da çawa pirrengî bûye?

Bi kîjan ba û bagerê ra rêwîtî kiriye? 

Min dixwest jê bipirsim, bê ka di kîjan rê, çiya, deşt, zozan, gund,  bajar û bajarokan da derbas bûye?

Bê ka çawa bi hesret jiyan dide dar û devî, giya û gihanekan. Çawa lêvan şil dike, çawa dilan hênik dike û çawa jiyan dide axê… 

 Yek jî hêrsa wê û bendlêxistina wê ya xwe bi xwe, min dixwest bipirsim. 

Avê tu caran qirêjiya şermînî di nav xwe da nehewandî ye. Nahewîne jî.. Ez dizanim. Min dixwest bipirsim, bê ka çawa qirêj dibe û dibe hilm bi hewa dikeve.

Çawa xwe di heşîniya asîmanda pak û paqij dike.

Min dixwest, vê esaletê jê bipirsim. Rûmeta wê ya xwebûniyê. 

Rêwîtî û serûvena wê ya bi mij û baran û berfê ra.Weke xemla bûkek spî pêçandîna wê ya axê û helandina wê ya bi hezkirina rojê… 

Min dixwest, herikîna wê ya bi coş a dilop dilop diherike geliyan bipirsim. 

Min dixwest sirrên ew dilopa zanyar fêrbibim, bê ka çawa diafirîne û rih dide jiyanê. 

Min dixwest bipirsim,ji min ra behsa senfoniya dengê xwe yê muzîkalî û carna jî behsa xuşexuşa xwe ya tirsnak bikira…

İlginizi çekebilir