Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-S        

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

 Rêzenivîs :19                                                               

                            S

Saet û sanîye

Saet. 1. 60 deqîqe. Di dema 24 saeta rojê da 60  deqîqe yan jî 24 saetê de saetek. 1/24

Sanîye: 1. Çirke.

  1. 60 xulekê (deqîqeyê) de xulekek, 86.400 sanîyeyê rojê da  sanîyek.  1/86.400

Mane: Dem, wext, zeman, çax

Mînak: Saet û sanîye serda nêçû mizgînî da me.

 

Sal û zeman

Sal: 1. 365 roj. 52 hefte. 12 meh. 4 demsal.

  1. Kevirê pan.

Zeman: 1. Dem, çax, wext, zaman.

Mane: Dem, çax, wext, zeman.

Gelek wext, demek dirêj. ( borî yan jî bê)

Mînak: Gelek wext, demek dirêj, bi kurtasî sal û zeman di ser da derbas bû….

 

Salox û silûx

Salox: 1. Salix.

  1. Xeber, behs, gotin.
  2. Agahî.
  3. Malûmat, haydarî.

Silûx: 1. Ji “salox”ê silûx.

  1. Rot. Rota ku dirêjîya xwe çar metreye.

Mane: Agahî, salix, xeber.

Mînak: Çûne neçûne me salox û silûx ji wana negirtîye.

 

Sar û seqem

Sar: 1. Dijraberî germ ê.

  1. Serma.
  2. Xwîn negerm, ne xwîngerm. (mecazî)

Seqem: 1. Hewaya pir sar.

  1. Hişkesayî, qerisokê tûj û sar.
  2. Sayî, kelwaz, qerîsok.

Mane: Bayê sar û ziwa, hewaya pir sar. 

Hişkesayî. Sir.

Mînak: Îsal sar û seqemê  sûlav û robaran  cemidand.

 

Sar û serma

Sar:  1. Dijraberî germ ê.

  1. Serma.
  2. Xwîn negerm, ne xwîngerm. (mecazî)

Serma: 1. Sarî.

  1. Bapêş, persîv, nevazîl, zekem.

Mane: Rewşa sarîya hewayê. Sarî

Mînak: Zivistanê xwe nîşan da, sar û serma derî li me girt.

 

Sar û germ                    

Sar: 1. Dijraberî germê.

  1. Serma.
  2. Xwîn negermî, ne xwîngermî. (mecazî)

Germ: 1. Ne sar, ne tezî û qerisî. Tîna agir yan jî ya rojê.

Mane: Çêrme, tînegerm, tênşîr, şîregerm.

Mînak: Ji bo ser şûştinê avê sar û germ kir.

 

Sarêj û saxî

Sarêj: 1. Baş, rihet, sax, bi sihet.

  1. Başbûn, saxbûn, rindbûn. Ji nexweşîyê xelasbûn.

Saxî: 1. Silametî, tendiristî, xweşbûn.

  1. Gişt, hemû, tevahî.
  2. Lêgerîn, sehî kirin.

Mane:  Başbûn, saxbûn, rindbûn, saxbûn, xweşbûn, berexêrbûn. (Ji nexweşînê xelas bûn.)

Mînak: Ji nexweşxaneyê bi sarêj û saxî derket.  

 

Saw û sepet

Saw: 1. Xeyal, sawêr. Tiştê ku di hiş û zêhn da tê sêwirandin.

  1. Sepet, rewrewk.
  2. Îluzyon. Sawîn. Hîsê xelet. Xeletê hîs.
  3. Xof, tirs, hêwl, teror, dehşet.
  4. Zekem, nezle, bapêş.

Sepet: 1. Spêle, xeyalet, xeybane, şevreşk.

  1. Reş, reşe.
  2. Nîgaş, xeyal, îmaj. Tiştê ku di rastîyê da tine lê wakî  ku hebe tê dîtin yan jî tê hesibandin.
  3. Zembîl, qufik.

Mane:  Şevreşk, sawê, sipêle, xeyalet.

Xeyal, heyal, îmaj, hêma (di pîsîkolojîyê da)

Mînak: Saw û sepetê zarokan bê sînor in.

 

Sawan û pawan

Sawan: 1. Tirs, xof.

Pawan: 1. Piştevan, piştgir, parêzkar.

  1. Pasavan, mihefiz, bekçî, zêrevan.
  2. Monopol. Yekdestî, tekdestî.
  3. Tenê bi serê xwe li tiştekî  xwedî derketin. Bi serê xwe xwedî bûna tiştekî. (mecazî)

Mane: Bi dengekî bilind û tal ji kesekî ra gotin, lêheyandin, tehdît.

Çav tirsandin, fors, fort.

Mînak: Bila kesek li van deran, bi navê filan û bêvan kesan sawan û pawan neajo!   

 

Sax û saxlem

Sax: 1. Ne mirî. Ya/yê ne mirî.

  1. Ne nexwaş, bê êş.
  2. Ne parçe. Temam.
  3. Pak, paqij. Dilsaf.

Saxlem: 1. Kesa/kesê yan jî candêra/candêrê bê êş û bê nexwaş.

  1. Tişta/tiştê  bê kêmasî yan jî bê qisûr.

Mane: Sipsax, sipîsax, sipsaxlem, sipîsaxlem, spîselamet.

Saxî saxlem, ser û çav û dest û pî li şûndê.

Mînak: Tirêlê, mal û tiştên din bi sax û saxlem biriye cîh.

 

Seqet û sûqet

Seqet. 1. Kûd, qorim, linger, kulek. Kesa/kesê ku  parçeyêkî laşê xwe nikare kar bîne, bişixulîne.  

Suqet: 1. Ji “seqet”ê sûqet.

  1. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bêwate.

Mane:  Kûd, kêmendam.

Astengdar.

Mînak: Pir nema em di bin wan karê giran da seqet û sûket bibin.

Ser û bar

Ser:1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.

  1. Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
  2. Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
  3. Bingeh, esas, binyat.
  4. Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
  5. Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
  6. Rexê jorin yê tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
  7. Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
  8. Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.

Bar: 1. Tiştên ku meriv yan jî hesp, qatir, ker, hêstir…hwd. yan jî tirimpêl, balafir, keştî…hwd. hildigire û rêdiguhêze.

  1. Berpirsiyarî, erk, wazîfe.
  2. Cîhê ku alkol tê firotin, vexwerinxane.
  3. Peseteya (dewsan) hewayê. (F) (Mîn: Şeş dewsan/ bar.)
  4. Berhem, mahsûl.
  5. Derbarê (yekî) da, der heqê (kesekî) da.
  6. Barûdox. Rewş, hal, destûdar.

Mane: Berpirsiyarî. Binbarî.

Mînak: Hêlîna bê ser û bar para mişk û maran e (1).

 

Ser û ber

Ser:1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.

  1. Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
  2. Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
  3. Bingeh, esas, binyat.
  4. Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
  5. Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
  6. Rexê jorin yê tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
  7. Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
  8. Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.

Ber:  1. Pêşber, pêş, hember. Li ber.

  1. Sîng.
  2. Memik, çiçik.
  3. Dol, tov.
  4. Cenîn.
  5. Kevir.
  6. Rû, serûçav.
  7. Dev, derî.
  8. Berhem.
  9. Hîna tiştek nebûye.
  10. Berê. Dema borîya niha.
  11. Ber bi…..ve, ber bi…..de.

Mane: Hemû bi hev ra.

             Rewş, hal, destûdor, barûdox.

             Întîzam, rêkûpêk, rêzandar.

Mînak: Guh nedida kesekî, loma bê ser û ber çû. 

 

Ser û rû

Ser:   1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.

  1. Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
  2. Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
  3. Bingeh, esas, binyat.
  4. Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
  5. Noqteyê dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
  6. Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
  7. Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
  8. Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.

Rû: 1. Serçav. Çav, dev, poz, gep, çenik, gep û enî. Devrû.  

  1. Beşa dervayê tiştekî.
  2. Ber, pêşî. Pêşîya tiştekî.
  3. Şiroveya şerm û fedîtîyê. (mîn: Bêrû.)

Mane: Dêm, serçav.

Çav û dev û poz û alek û enî û gep bi hev ra.

Ser û rengê rû

Mînak: Delalê dîsa ser û rûyê xwe  xemilandî ye.

 

Ser û bin

Ser: 1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.

  1. Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
  2. Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
  3. Bingeh, esas, binyat.
  4. Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
  5. Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
  6. Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xan, ser banê..)
  7. Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
  8. Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.

              Bin: 1. Binî.

  1. Alîyê jêrin. Pîjêrinê tiştekî.
  2. Ast. Nizm. 

Mane: Ser li binî û bin li serî.

Tevlihev, bêserûber, tarûmar.

Mînak: Dizan, malê ser û bin kiribû.

 

Ser û sinc

Ser:1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.

  1. Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
  2. Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
  3. Bingeh, esas, binyat.
  4. Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
  5. Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
  6. Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
  7. Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
  8. Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.

                 Sinc: 1. Sînç

  1. Exlaq. Moral, etîk, rewişt.
  2. Stirî, sîx, histrî. (Riweka ku striyên wê pir in.)

Mane: Xûy, xislet, taybetî, exlaq.

             Qilafet, bejn û bal, endam.

             Ser û guh (ji bo cil û bergan), cil û berg, timtêl, libas, kinc. 

Mînak: Çû  ber hêlîyê ser û sîncê xwe dûz kir.

 

Ser û sîç= Ser û sinç

 

Ser û sedem

Ser: 1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.

  1. Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
  2. Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
  3. Bingeh, esas, binyat.
  4. Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
  5. Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
  6. Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
  7. Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
  8. Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.

 Sedem: 1. Sebeb, sûc, binas, wesîle, hincet.

  1. Çima, çira.

Mane: Sebeb, sersebeb, binas, musebîb.

Mînak: Ser û sedema vê bûyerê ew e!

 

Ser û sebeb= Ser û sedem.

 

Ser û guh

Ser: 1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.

  1. Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
  2. Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
  3. Bingeh, esas, binyat.
  4. Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
  5. Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
  6. Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
  7. Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
  8. Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.

Guh: 1. Organên bihîstinê.

Mane: Ser û çav.

Cil û bergên li ser, cil û kincên li xwe kirîye.

Mînak: Ser û guhê xwe dan hev, rewşa xwe sererast kirin.

 

 Ser û sîng

 Ser: 1. Serî, kur, qaf. Di laşê mirov û candarên din da beşa jor.

  1. Serek, serok. Kesa/kesê ku tiştekî bi rê ve dibe ango dimeşîne. Serkirde.
  2. Destpêk. (mîn: Serê mehê, serê salê.)
  3. Bingeh, esas, binyat.
  4. Di erazîyêda cîhê bilind. Bilindtirîn.
  5. Noqteya dawîya tiştekî. (mîn: Serê pênûsê.)
  6. Rexê jorin ye tiştekî. (mîn: Ser xanî, ser banê.)
  7. Lib, heb. (mîn: 50 ser bizin.)
  8. Cîhê girîng, alîyê giringîya tiştekî.

Sîng: 1. Sing. Beşa laşê mirov û hin heywanan. Navbera zik û gerdan.

  1. Sing (dar yan jî hesinekî serî pîj û tûj. )

Mane: Bi hewar, bi hewar qêrîn û gazîn  li ser û sîngê xwe xistin.

Mînak: Bi hewarî li ser û sîngê xwe dixist û wek lesar histêr dibarand.  

 

Serad û bêjing

Serad: 1. Bêjinga mezin ya qul fireh.

  1. Seridîn, sinbilgirtin, silmgirêdan. (Ji bo genim, çeh…hwd.)

Bêjing: 1. Amûrê ku pê dexlûdan  tê rawêştin. Amûrê dawitîn, bêjandin.

Mane: Qulqulbûn, kunîkunîbûn.

Di binî de hûrhûr gerîn.

Lêkolandin, lêgerîn, vekolandin, lê hûr bûn.

Mînak: Di yekcarekê da biryara xwe mede, baş li serad û bêjingê bixin.

 

Serkut û berkut

Serkut: 1. Çewisandin, dewisandin.

Berkut: 1. Dani ber çewisandinê, zordarî lê kirin. Li ber serkut bûnê.

Mane: Pêpes, dewisandin, tepisandin.

Binpêkirin.

Bi zor destî çewisandin. 

Mînak: Di bingeha ramana dagirkeran da tim serkut û berkutî heye.

 

Serqot û pêxas

 Serqot: 1. Ser vekirî. Bê şewqe, kum, kefî yan jî şerpe, çît, şar…hwd. Serê xwe negirtin.

                            Pêxas: 1. Pêxwas.

  1. Bê pêlav. Yê ku sol di ling da tine. Yê ku bê sol e.
  2. Rêbir. Diz. (argo)

Mane: Feqîr û xizan, çîprût, çîptazî, çîpuryan.

Mînak:Çi heyfe ku ew serqot û pêxas, di bin sîya zordestan de direynî xelk û netewa xwe!

 

Sêwr û pêwr

Sêwr: 1. Tesewir, sêwirandin, tesewirkirin.

  1. Dizayn, şikil, dirûv.
  2. Nexşandin.

Pêwr: 1. Nebûla.

  1. Strêka şivanan. Zuhre. Venûs. Streka çilek. Çîka çilek.
  2. Pêr û mêzîn.
  3. Ajalekî piçûk. ( Piranî dibe sedemê nexwaşîya guhandaran. Dikeve poz û gewrîya şîrdaran û mirovan, di vir da çêjikên xwe derdixine. Mîn: Mangeya me pêwirî bûye.)

Mane: Strêka şivanan. Zuhre. Venûs. Streka çilek. Çîka çilek.

Mînak: Helbestvan, di vê helbestê da rûyê dildara xwe, şibandîye stêrka sêwr û pêwr.

 

Sibeh û êvar

Sibeh: 1. Destpêka rojê. Şevak, beyanî, sihar, sivêh, seher.

Êvar: 1. Dema di navbera berêvar û şîvê.

  1. Dawîya rojê.
  2. Dema rojavabûnê.

Mane: Dema rojhelat û dema rojava. Sibeh  êvar.

            Tim û tim, Tim. 

             Şev û roj.

Mînak: Sibeh û êvara wî/wê li hev nayê.

 

Silav û kilav

Silav: 1. Merhabayî, rojbaşî, bi xêrhatî…hwd.

Kilav: 1. Ji “silav”ê kilav. Wak “kelam”

Mane: Merheba, selam, pate, rojbaş

Gotina ku dema mirov hevdû dibîne tê gotin, an jî ji kesan re tê şandin. 

             Silav û kelam.

Mînak: Silav û kilavên xwe ji hev nebirîyane.

 

Silav û kelam

Silav: 1. Merhabayî, rojbaş, bi xêrhatî…hwd.

Kelam: 1. Gotin, peyv, şor.

  1. Awayê gotinê.
  2. Îlmê ku li ser ol disekine.

Mane: : Merheba, selam, pate, rojbaş.

              Gotina ku dema mirov hevdû dibîne tê gotin, an jî ji kesan re tê şandin. 

              Silav û kilav.

Mînak: Bi dilgermî silav û kelamên me girtin.  

 

Singir û pingur

Singir: 1. Reng û ruçik. Mirûç, mirûz, rû.

  1. Yek lêdanê da tiştek jêkirin.
  2. Yek lêdanê da dar birîn.
  3. Serjêkirin.

 Pingur: 1. Bi hêrs, bê moral, bi kîn.

  1. Bi xeyîdî, pingurîn.

Mane: Reng û rûçik.

Mînak: Bi rûyekî singir û pingur hate nik me.

 

Sip û sar

Sip: 1. Tam, zexm, qewî, qehîm, saxlem.

  1. Rengdêra kîpkirin.

 Sar: 1. Pileya germa nizm.

  1. Serma, sarî.
  2. Ne ji dil, dilsarî. (mecazî)

Mane: Pir sar.

Sarbûn, jê sarbûn.

Dilgermîya xwe windakirin, dilsarbûn.

Mînak:Li ber vê gotinê, dest û pê li me sip û sar bû.

Sip û sor

Sip: 1. Tam, zexm, qewî, qehîm, saxlem.

  1. Rengdêra kîpkirin.

 Sor: 1. Rengek.

  1. Rengê xwînê. Sur, sûr. 
  2. Rengê xeterê, rengê talûkeyê.
  3. Pir germ, qijilandî.

Mane: Sipsor, spî sor. Ji sorê sortir.

             Soro moro bûn.

             Pir Germ. (ji bo av, şorbe…hwd.)

Mînak: Şorbeya sip û sor da ber kevçîyan, negot devê min dişewite!

 

Sir û sihêr

 Sir: 1. Raz, nehînî, nepenî. Tiştê ku aqlê mirov nagire. Esrar.

  1. Bayê sibehê. Seqemî. Sirûseqem. Bayê seherê.
  2. Cîlayê kûpan. 
  3. Dermanê ku li pişta came dixinin û camê dikin hêlî. Dermanê ku pê eynik tê çêkirin.

 Sihêr: 1. Sihir, efsûn, îluzyon.

Mane: Raz, sîhir, îlîzyon.

Mînak: Çemê Firadê, heta roja îro ji xeynî zarokên xwe  sir û sihêrên xwe ji tu kesan ra negotîye.

 

Sir û serma

Sir: 1. Raz, nehînî, nepenî. Tiştê ku aqlê mirov nagire. Esrar.

  1. Bayê sibehê. Seqemî. Sirûseqem. Bayê seherê.
  2. Cîlayê kûpan. 
  3. Dermanê ku li pişta camê dixinin û camê dikin hêlî. Dermanê ku pê eynik tê çêkirin.

               Serma: 1. Sarî.

  1. Bapêş, persîv, nevazîl, zekem.

Mane: Seqem. Bayê sar û ziwa.

Hewayê pir sar û ziwa.

Mînak: Sir û sermaya Qersê dilê meriv diricifîne.

 

Sir û seqem = Sir û serma.

 

Sist û xav

Sist: 1. Neşidiyayî, neşidandî, nekîp, nejidandî, nejidiyayî.

  1. Sistek. Sistok. Kesê xemsar. Bêeleqe.
  2. Sivik. ( Kar sist kirin. Kar sivik kirin.)
  3. Zexel, zexelî.

                Xav: 1. Xog, xag. ( Ji bo fêkî û hêşinatî.)

  1. Xam. (Ji bo mirov yan jî heywanê ciwan  yê bêtecrube.) 
  2. Xav. ( Ji bo şîr.)
  3. Bêteşe, bêşikil. 

Mane: Ne lêkdayî, ne qeyîm, ne pêt.

 Ji xurtîyê dûr.  

Mînak: Ji her alîyê ve  kesekî sist û xav e. 

 

Sî û star

Sî: 1. Sih, say, sîtav, sîber.

  1. Cîhê ku ji tirêja tavê hatîye parastin.
  2. Reş, silûet.
  3. Dûvik. Tim pê ra bûn, jê neketin. (mecazî)
  4. Lê xwedî derketin. Hîmaye kirin. 
  5. Notayekî muzîkê.
  6. Jimara 30, XXX.
  7. Ceger, kezeb.
  8. Sîmir. Teyrê sîmir. Sîmerx.
  9. Koş, goş. (Çermê dabaxkirî.)
  10. Bîzî, hîlet, nefret.

Star: 1. Strandin, parastin, hêvişandin, hêmete kirin.

  1. Sitare, stargeh, penageh.
  2. Hewandin. ( Awayekî  dizî bi nan û av kirin, xwedî derketin, xwedî kirin.)
  3. Navekê xwedê.

Mane: Lê xwedîtî, hîmaye, parastin.

Mînak: Dewletên demokratîk sî û starên netewên xwe ne.

 

Sîber û sîtavk

Sîber:1. Bersî, pejan, sî, bersîh. Dera ku tav lênakeve.

Sîtavk: 1. Şewq.

  1. Sîwtang, sîwtank.
  2. Birq.

Mane: Sî û şewq.

Mînak: Ewr û tîrêj, li ser  Gola Wanê pel û pel sîber û sîtavk dilîstin. 

 

Sîng û ber

Sîng: 1. Sing, Beşa laşê mirov û hin heywanan. Navbera zik û gerdan.

  1. Sing (dar yan jî hesinekî serî pîj û tûj. )

Ber: 1. Pêşber, pêş, hember. Li ber.

  1. Sîng.
  2. Memik, çiçik.
  3. Dol, tov.
  4. Cenîn.
  5. Kevir.
  6. Rû, serûçav.
  7. Dev, derî.
  8. Berhem.
  9. Hîna tiştek nebûye.
  10. Berê. Dema berîya niha.
  11. Ber bi…..ve, ber bi…..de.

Man: Bersîng, sîng, sing.

Çiçik, memik.

Mînak: Mişkê ji keçikê ra got ” Keça devzer, te xwar sîng û ber, te mal ji war kire der.” Kêçikê lê vergerand, got “mişko diranhûro, te xwar têr û tûro, te mal ji war kir dûro.” (2) 

 

Sîp û sengele

Sîp: 1. Kurik, kurî, sîpik, dehşik.

  1. Lawikê hîn nû gav avitîye xortîyê.

Sengele: 1. Gêran, xort, nûgihîştî, sîpe, keleş, nûdar.

Mane:  Xort, keleş. 

              Lawikê ku ji dewra zaroktîyê derketîye.

Mînak: Sîp û sensgeleyên gundê me li hev kom bûne û bî hev ra henekan dikin.

 

Sor û mor

Sor: 1. Rengek.

  1. Rengê xwînê. Sur, sûr. 
  2. Rengê xeterê, rengê talûkeyê.
  3. Pir germ, qijilandî.

Mor: 1. Binefşî, xemir.

  1. Moz, mêş û ajalên din yên wak wan.

Mane: Mîpmor, mîpmor bûn.

Riçriçîn, şîpşînî bûn,

Mînak: Derewên wî li rûyê wî xistin jî dîsa rû lê sor û mor nebû.

 

Sor û sorçik

Sor: 1. Rengek.

  1. Rengê xwînê. Sur, sûr. 
  2. Rengê xeterê, rengê talûkeyê.
  3. Pir germ, qijilandî.

Sorçik: 1. Reng avêtina sor.

  1. Sorikî.
  2. Sor bûn, sorsorî bûn. (Ji ber şermê û weke din.)

Mane: Sormor, sormor bûn.

Şermî ketin, di xwe da şermî ketin.

Mînak: Wî digot, ewê din sor û sorçika dibû.

 

Sosret û sibabet

Sosret: 1. Ecêp, nedîtî, mat, ne edebî.

  1. Skandal, gosirmetî, hetîketî.

Sibabet:1. Rewşa rezîl bûnê.

Mane: Gosermetî, ecêb, nedîtî, hetîketî, rezîltî, skandal.

Mînak: Sosret û sibabeta wana di devê herkesî da ye.

 

Soz û peyman

 Soz: 1. Sond, belên, qewl.

  1. Gotin, çekû, bêje, peyv.

 Peyman: 1. Lihevkirin, tifak, rêkeftin, wak yek.

  1. Miqawele, hevbendî, qewl.

Mane: Soz û qerar

Mînak: Ew soz û peymana navbera rovî û mirîşkê ye(!) em ê lê binêrin, gelo dê zeman ji me ra çi dibêje?

 

Soz û qerar

 Soz: 1. Sond, belên, qewl.

  1. Gotin, çekû, bêje, peyv.

 Qerar: 1. Biryar.

  1. Ne kêm ne zêde.  

Mane: Qewl û qerar.

Mînak: Dest jê şûşt, dest jê kişand lê dîsa jî li ser soz û qerara xwe nesekinîya. 

 

 Soz û wehd

 Soz: 1. Sond, belên, qewl.

  1. Gotin, çekû, bêje, peyv. 

 Wehd: 1. Soz, girêbest, kontrat, peyman, eqd.

Mane: : Soz, sond.

Sond û peyman, qewl û eqd.

Mînak: Li ser soz û wehda xwe sekinî.

Soz û bext

 Soz: 1. Sond, belên, qewl.

  1. Gotin, çekû, bêje, peyv.

Bext:1. Şans, nesîb, qismet, talîh, qeder, felek, rojgar, çarenivîs.

  1. Wijdan, zemîr, dilovanî,dilsozî.
  2. Pêbawerî, ewleyî.

Mane: Soz, sond. 

             Ewletî, temînat, garantî.

Mînak: Bi dilhezî soz û bext dane hev.

 

Spî û rişk

Spî: 1. Sîs, sîsik. Rengê berfê.

  1. Bêreng.
  2. Heywanekî parazît, xwînmij, mijoxwar.
  3. Qeşartin. Qafik li ser girtin.

  Rişk: 1. Nûtik.

  1. Hêkên spîyan.

Mane: Heywana kurtêlxur ya ku di pîsîtîyê da peyda dibe, di nav porên merov û pûrt û pirçên heywanan da xwe vêdişêre, û hêkên yanê nûtikên wê.

Mînak: Por nîne, zevîya spî û rişkan e!

   **

1- Biwêj

2- Biwêj                    

İlginizi çekebilir