Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de cotepeyv- K-

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

Rêzenivîs: 12                                                                                    

Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV: K

                    

Ka û kapal

                 Ka:1. Gîyayê  hişk ê wek alif, an ku em didin sewalan.

  1. Di rêzimanê de gîhanek.

                 Kapal:1. Pixmik. Mûxa kayê (Toza kayê).

Mane: Ka û toza kayê.

             Di pevçûnê da serî û çav şikandin.

Mînak:Li  ser bêderê ser û çavên me di nav  ka û papalê da ma.

Kab û çong

                 Kab:1. Çok, çong, qomik, jinû, junî.

  1. Tiştên çargoşe. Libik an jî hebek şekir.
  2. Bişkoj, kulîlka yan pelê nû hîn venebûye.
  3. Qetik, kabik.

                 Çong:1. Çok, jinû, junî.

Mane: Junî, çok.

Mînak: …………………………………………………………..

      Serê min jî ser kab û çongên xwe deyne, birînê, min bikewîne!

      Te dinya jî pêş çavên min xweş kir, Xeca minê êdi dinya jî bona min xweş e, ne derewîn e (1).

              ………………………………………………………….

Kal û pîr

             Kal:1. Bapîr, kalik, pîr.

                     2.Hişk.

             Pîr:1. Dapîr, pîrik.

  1. Kokim, extîyar. Kalejin û kalemêr, kalepîr.
  2. Serpêhatî, serguzeşt, edep, serborî.
  3. Serok, rêber. (Bi taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)

Mane: Bapîr û dapîr, kalik, 

Mînak: ………bi hevra kal û pîr bûn(2).

Kal û kûd

            Kal: 1. Bapîr, kalik, pîr.

                   2.Hişk.

            Kûd: 1.Kut, kût.

                     2.Kotrom, qotromî, qulumik. Ji ber kokimîyê yan jî ji ber nexweşbûne li ser xwe negerîn.

  1. Seqet, şelûşeht. Kesê ku ji ber seqetîyê nikare li ser lingên xwe bigere.
  2. Kesê ku kar pê nabe.

Mane: Ji ber kokimîyê (extîyarîyê) ji dest û pîyan ketin.

Mînak: Êzda, kesîyan kal û kûd li ber destê kesîyan nehêle.

Kar û bar

           Kar:1.Kirin. Îş, şuxl, ked, şol, emel, xebat, çalakî, wazîfe, erk, vatinî. Tişta/tiştê meriv dike.

  1. Amedekarî, amedahî, hazirî.
  2. Qezenç. Sûde, kelk, feyde, qazanc, kêr, berjewendî.
  3. Bizin û xezalê biçûk, çelikê bizin û xezalê. Karik .
  4. Nêçîra demsala zivistanê. (Piranî dema ku berf dibare.)
  5. Şorax, şorezar, şorakî. (Xweylîn- kara xwê.)
  6. Bihûr, derbasok, gedûk. Rê, navber .(mîn: Di vî karî re çû bêxçe.)
  7. Ji ber jan û êş ê dengê pêz ( kar û kar).  
  8. Qertefa navçêker. ( kargeh, karsaz, karker,karmend…, xebatkar, cotkar, sazkar, nivîskar…) 

          Bar:1.Tiştên ku mirov an jî hesp, qatir, ker, hêstir…hwd. yan jî tirimpêl, balafir, keştî…hwd hildigire û radiguhêze.

  1. Berpisiyarî, erk, wazîfe.
  2. Cîhê ku alkol tê firotin, vexwarinxane.
  3. Peseteya (dewsan) hewayê. (F)( Mîn.: Şeş dewsan/bar)
  4. Berhem, mahsûl.
  5. Derbarê (yekî) de, der heqê (kesekî) de.

                              7.Barûdox. Rewş, hal, destûdar.

Mane: Kar û kirin, xebat, ked.

             Îdare, birêvebir.

             Amedahî, hazirî.    

Mînak:Ji bo çûyînê, ji êvarê da kar û barê xwe kirine.

Kar û kulbe

          Kar:1.Kirin. Îş, şuxl, ked, şol, emel, xebat, çalakî, wazîfe, erk, vatinî. Tişta/tiştê meriv dike.

  1. Amedekarî, amedahî, hazirî.
  2. Qezenç. Sûde, kelk, feyde, qazanc, kêr, berjewendî.
  3. Bizin û xezalê biçûk, çelikê bizin û xezalê. Karik .
  4. Nêçîra demsala zivistanê. (Piranî dema ku berf dibare.)
  5. Şorax, şorezar, şorakî. (Xweylîn- kara xwê.)
  6. Bihûr, derbasok, gedûk. Rê, navber .(mîn: Di vî karî re çû bêxçe.)
  7. Ji ber jan û êş ê dengê pêz ( kar û kar).  
  8. Qertefa navçêker. ( kargeh, karsaz, karker,karmend…, xebatkar, cotkar, sazkar, nivîskar…) 

             Kulbe:1. Alava kaxkirinê.

  1. Kaxkirin, kulbekirin, xepirandin.

Mane: Îşê kaxkirinê. Bi kulbe ax kolandin.

Mînak: Ji ber kar û kulbeyê, emnikarin çavên xwe vekin.

Kar û xesar (xiser) = Kar û zerar.

Kar û xebat

          Kar:1.Kirin. Îş, şuxl, ked, şol, emel, xebat, çalakî, wazîfe, erk, vatinî. Tişta/tiştê meriv dike.

  1. Amedekarî, amedahî, hazirî.
  2. Qezenç. Sûde, kelk, feyde, qazanc, kêr, berjewendî.
  3. Bizin û xezalê biçûk, çelikê bizin û xezalê. Karik .
  4. Nêçîra demsala zivistanê. (Piranî dema ku berf dibare.)
  5. Şorax, şorezar, şorakî. (Xweylîn- kara xwê.)
  6. Bihûr, derbasok, gedûk. Rê, navber .(mîn: Di vî karî re çû bêxçe.)
  7. Ji ber jan û êş ê dengê pêz ( kar û kar).  
  8. Qertefa navçêker. ( kargeh, karsaz, karker,karmend…, xebatkar, cotkar, sazkar, nivîskar…) 

          Xebat:1. Kiryar,kar, îş, şuxl. Tişta/tiştê ku tê kirin yan jî dike.

Mane: Îş, xebitîn, şixulîn. 

Mînak: ….. li ser kar û xebatên xwe ye.

Kar û zerar

                 Kar:1.Kirin, îş, ked.

  1. Qezenç, sûde, berjewendî.
  2. Karik.

                Zerar:1. Zerer.

  1. Zîyan, zewal, nebaşî, xisar, xesirîn.

Mane: Qezenc û zîyan.

Mînak: Kar û zerar birayê hev in(3).

Kasik û kodik

                      Kasik:1.Sênika biçûk ya ku li bin peyala çayê datînin. Sênik.

  1. Sênika herîyê.Tasa kûr ya ku bi çamûrê hatîye çêkirin.
  2. Kasikê serî.

                      Kodik:bnr.”kodik”.

Mane: Hemû ferek û fol.

Mînak: Kasik û kodikan di serî  da şikandin(4).

Kaş û kendal

                      Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.

                      Kendal:1. Berwer, paser, bergaz.

  1. Newala kur, kaşên tîk.

Mane: Kaş û newal, nal û nependî.

Mînak: Kaş û kendalên çîyayê Zel, bi zelgulan xemilandî ne.

Kaş û kûş

               Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.

               Kûş:1. Ji “kaş”ê kûş.

  1. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate ye.

Mane: Bi kaş, bi kendal. 

Mînak: Dibêje çiqas kaş û kûşên çîyayê Agirîyê hene ez dizanim.

Kaş û berkaş

                     Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.

                     Berkaş:1. Qûntar, zarg, tir, evraz, terazîn, kaş, hevraz.

Mane: Erazîyê derbejêr, derbijêr, derbejor, derbijor.

             Tir, hewraz.

Mînak: Çîyayên munzirê bi kaş û berkaşên xwe navdar e.

Kaş û newal

                   Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.

                   Newal:1. Nal, cobar, neqeb.

Mane: Çal û mit, kaş û kendal, nal û nependî.

Mînak: Di wan kaş û newalan da rê ya xwe şaşkir.

Kavil û xirbe

                     Kavil:1. Wêran, xirabe, xopan, hêrifî.

  1. Postê mîyê (kevel). Postê mêşînê.

                     Xirabe:1. Kavil, wêran, hêrifî, xirabe, xopan.

Mane: Pag.

            Rûxandî, hilweşandî, hilweşîyayî.

Mînak: Xanîyê bê xwedî zû kavil û xirbe dibe.

Kaw û kubar

                    Kaw:1. Kew.

  1. Hestîyên lingên kewalan (sewalan).
  2. Şanazî. Quretî, fors, fîşal. Kîbar, nazdar. Dikêş, cazîbedar, rind, rindik.
  3. Kawdan, pêşveçûn, geşedanî.

                    Kubar:1. Narîn, şîrîn, xweşik, zarî, delal.

Mane: Narîn, zarîf, delal, şîrîn, cazîbedar.

Mînak: Keçika kaw û kubar, bi awirên xwe dilê xortan peritand.

Kax û kulbe

                   Kax:1. Fêkîyên hişkkirî. Hişkemêwe.

  1. Di nav bax, baxçe û zevîyan da gilûgîya paqêj kirin û helkirin.

                   Kulbe:1. Alava kaxkirinê.

  1. Kaxkirin, kulbekirin, xepirandin

Mane: Bi kulbeyê ax ji gîyayê bîyanî paqêj kirin.

Mînak:Bostanê ku neyê kax û kulbekirin,  gil û gîya radipêçe.

Ked û kesp

                  Ked:1. Xebat, şuxl, kar, îş, çalakî, kiryar.

  1. Zehmetkêşî, kesp, emel.

                  Kesp:1. Zehmetkêşî, şuxl, ked.

  1. Morîya nezerê.
  2. Rengê keskî, keskoyî, keskînî. 

 Mane: Qezenç, kar, hecel.

Mînak:Her karker bergîdana ked û kespê xwe digire.

Ked û kosp = Ked û kesp.

Ked û emeg

                 Ked:1. Xebat, şuxl, kar, îş, çalakî, kiryar.

  1. Zehmetkêşî, kesp, emel.

                 Emeg:1.Xebat, ked, kar.

Mane: Xwêdana enîyê.

Mînak: Ked û emega  wî tev li tewşê çû.

Ked û kar

               Ked:1. Xebat, şuxl, kar, îş, çalakî, kiryar.

  1. Zehmetkêşî, kesp, emel.

               Kar:1.Kirin, îş, ked.

  1. Qezenç, sûde, berjewendî.
  2. Karik.

Mane: Kar û bar, kisp û kar.

             Xebat, emeg, şixul, mijûlahî.

Mînak: Ewqas ked û kar berhewa bû. 

Keft û left

                  Keft:1. Tehdît. 

  1. Gef. Gefûgur.

                  Left:1. Rûlêvegerandin. Rûnedan.

Mane: Devjenk, devjenî.

             Hewl, têkoşîn, galim.

Mînak: Keft û left a dayîkan heta ” dayêêê… !” gotinê  ye.

Kel û pel

              Kel:1. Gelek germ, zêde germ. Kelîyayî, kelî, kelandî, bilbilandî

  1. Agir, şewat (taybetî agirê dil).
  2. Birç, sûr, kele, kelhe. (Avahîya dîrokî.)
  3. Tişt, hûrûmûr.
  4. Navran, nav pî, kun, qul.
  5. Serê rût, serê rûh, serê keçel.

              Pel:1. Pêlên daran û dehlan.

  1. Pel.
  2. Pêla agir. Pêt.
  3. Tişt, hûrûmûr.

Mane: Pertal, tiştmişt, hûrmûr, cil û berg.

            Materyal.

            Tişt.

Mînak: Koçerên deşta Siruçê, çend kel û pelên xwe şûn ve hiştin û barkirin çûn zozanan.  

Kel û kur

              Kel:1. Gelek germ, zêde germ. Kelîyayî, kelî, kelandî, bilbilandî

  1. Agir, şewat (taybetî agirê dil).
  2. Birç, sûr, kele, kelhe. (Avahîya dîrokî.)
  3. Tişt, hûrûmûr.
  4. Navran, nav pî, kun, qul.
  5. Serê rût, serê rûh, serê keçel.

               Kur:1. Gir, tûm.

  1. Ser.
  2. Law, lawik.
  3. Por û rî birîn, kur kirin.
  4. Kurt, kin, qut.

Mane: Gurî û bejn kin.

Mînak: Ew rind û bedewîya min ji kel û kuran ra ma.

Kel û xu (xuh)

              Kel:1. Gelek germ, zêde germ. Kelîyayî, kelî, kelandî, bilbilandî

  1. Agir, şewat (taybetî agirê dil).
  2. Birç, sûr, kele, kelhe. (Avahîya dîrokî.)
  3. Tişt, hûrûmûr.
  4. Navran, nav pî, kun, qul.
  5. Serê rût, serê rûh, serê keçel.

              Xu (xuh):1. Ava ku ji ber germahîyê ji laşê meriv tê. Ava enîyê.

Mane: Di xuhêdanê bûn av.

             Kef û xuh.

Mînak: Hetanî  şelekê bire jor, di nav kel û xu  da ma.

Ken û kêf

                Ken:1. Kenîn, kenandin. Dengê keyfê.

                Kêf:1. Şahî, keyf.

Mane: Şahî û şabûn, bi ken, şadîman, kêfxweş.

Mînak:Xwendewan di nav ken û kêfê de  diçûn dibistanê û dihatin.

Ken û kuşet = Ken û kêf 

 

Ken û şahî = Ken û Kêf

Ker û lal

           Ker:1. Guhgiran. Guhya/gihyê ku nabihîse.

  1. Bêdeng.
  2. Parçe, kerîyek, beş, parî.
  3. Kom, kerî.
  4. Çahş.
  5. Dewarê guh piçûk.

            Lal:1. Kesa/kesê ku zimanê wê/wî qet yan jî bes nagere û nikare bipeyîve anku biaxive.

Mane: Bê guh û bê ziman.

             Li hesabê ne hatin (ne bîst negot.)

Mînak: Tu  ker û lal  bibî(5).

 

Ker û gêj

               Ker:1. Guhgiran. Guhya/gihyê ku nabihîse.

  1. Bêdeng.
  2. Parçe, kerîyek, beş, parî.
  3. Kom, kerî.
  4. Çahş.
  5. Dewarê guh piçûk. 

               Gêj:1. Ne hayjixwe, bêhay, sersem, bêhêş, gêjo.

  1. Akilsivikî, şaşmayî, gêjik, sewsî.

Mane: Nelixwe.

             Sersem, bêhiş.

             Xurifî, moleq, mon.  

Mînak: Ji xelkê ra dengbêj e, ji xwe ra ker û gêj e(6). 

Kerb û keser

                      Kerb:1. Keser, keder, kovan.

                      Keser:1. Xem, kovan, kul, derd.

Mane: Êş û jan, xem û kovan.

Mînak: … Ji ber Kerb û keserên dilê xwe, gav bi gav dihelîyan.

Kert û kort

             Kert:1. Nikir, kêrt.

  1. Kortik, korta piçûk.
  2. Beş, parçe. Di matematîkê da pare dan (kerta asayî , kerta dehî. mîn. 1/2, o,1).

                  Kort:1. Çal, kûrgeh, kûrahî.

Mane: Çalikî, kort bi kort, kortik, kortik mortik.

Mînak: Kert û kortên rê tijî kir û dû ra jî lox kir.

Kes û kûs

                Kes:1.Mirov, meriv, merdim, mordem, şexs, beşer, însan.

                Kûs:1. Bi kes û bê kes.

  1. Yê ku kes û nasê wî heye, anjî tine. Wake nas û dost.

Mane: Nas, bi nas, nasyar.

Mînak:  Li welatê Serhedê Kes û kûsê wan jî hene.

Kes û es = Kes û kûs.

 Kes û kar= Kes û kûs.

 

Keser û hizing

                       Keser:1.Xemgînî, kovan, kewgirîn, hizn.

                       Hizing:1. Melulî, xemgînî, keser, xem, derd.

Mane: Xemgînî, hizn.

            Bi xem stûxwar.

            Derd.

Mînak: Piştî çûyîna keçika  xwe di nav keser û hizingê da ma.

Kesîb û kûsîb

                     Kesîb:1. Reben, hejar, feqîr, sefîl, pepûk.

                     Kûsîb:1. Ji “kesîb”ê kûsîb.

  1. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate ye.

Mane: Feqîr fiqare

Mînak: Zivistan ji bo kesîb û kûsîban zehmet e.

Kesp û kosp

                   Kesp:1. Zehmetkêşî, şuxl, ked.

  1. Morîya nezerê.
  2. Rengê keskî, keskoyî, keskînî. 

                   Kosp:1. Asteng, berbend.

Mane: Asteng, astengî.

            Zehmetî, çetinî.

Mînak: Hê li pêşîya me gelek  Kesp û kospên mezin hene. 

Kesp û kar

                 Kesp:1. Zehmetkêşî, şuxl, ked.

  1. Morîya nezerê.
  2. Rengê keskî, keskoyî, keskînî. 

                 Kar:1.Kirin, îş, ked.

  1. Qezenç, sûde, berjewendî.
  2. Karik.

Mane: Ked, xebat, mijûlahî, şol, şuxl.

             Ked û kusp

Mînak: Rovîyê, doçika xwe ji dapîrê sand û çû kesp û karê xwe(7). 

Kevçî û kodik

                      Kevçî:1. Amûrê ku xwarin pê tê xwarin.

                      Kodik:1. Pîvanek. Pîvaneka dexlûdan.

  1. Elb, dolik, bêdroş. Dolikê darîn. Beroşa ku bi textan hatîye çêkirin.

Mane: Hemû amûrên aşpêj, xwarin û vexwarnê.

Mînak: Cîranê  me  kevçî û kodikê xwe bar kir çû.

Kevir û kuç (kuçik)

                  Kevir:1.Ber, berd, kuç, sîn, zinar, baxir.

                  Kuç:1. Kevir, ber, zinar, baxir, berd.

Mane: Kevir û kuçik.

             Kevirên hûrik û yên gir

Mînak: Xwadê vî derdî nede kevir û kuçan(8).

Kevir û zinar

                    Kevir:1.Ber, berd, kuç, zinar, baxir.

                    Zinar:1.Tat, lat, kevir, baxir, kuç.

Mane: Bagir.

             Kevirên gir û girse.

Mînak: Deng û awaza  Meyremxanê kevir û zinaran dihelandin. 

Kevir û dar

                  Kevir:1.Ber, berd, kuç, sîn, zinar, baxir.

                  Dar:1. Darik, şiv, şivtan, dirax, şivterk.

Mane: Devera ku tê da kêm meriv dijîn yan jî najîn.

             Qerker û daristan

Mînak: Bila tofaneke wisa neyê serê kevir û daran.

Kewş û kewaş (kelaş)

                                   Kewş:1. Pelê hişk. Pelên ku ji gulîyê daran payîzê diweşîn.

  1. Pûş, gîyayê hişk.

                                   Kewaş:1. Gîyayê hişk.

  1. Titûnê xirab, nebaş (esrar).

Mane: Pelên daran yê hişk.

             Pel û gîyayên kişk. 

Mînak: Bi destpêka payîzê ra hêdî hêdî dar û ber kewş û kewaşên ên xwe diweşînin.

Kezî û  kur

                 Kezî;1. Porê honandî.

                 Kur:1. Gir, tûm.

  1. Ser.
  2. Law, lawik.
  3. Por û rî birîn, kur kirin.
  4. Kurt, kin, qut.

Mane: Şîngerî, şîn girtin.

             Kur û lûs.

Mînak: Bi kezî û kur di şînê da bûn.

Kêf û seyran

                   Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)

  1. Zewq.

                   Seyran:1.Pîknîk, bindarok, girarok, çixarî.

  1. Geşt, geryan, ger.

Mane: Ger û bezm.

Mînak: Di vê betlanê da me gelek kêf û seyran kir.

Kêf û eşq

              Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)

  1. Zewq.

              Eşq:1. Hez, evîn, dik kirin, bi dilî bûn.

  1. Dilxwazî, dilbijî, vîyan, dilçûn.

Mane: Heng, bezm, dawet û dîlan, zewq, mendehoşî.

Mînak: Daweta me bi kêf û eşq derbas bû.

Kêf û hal

              Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)

  1. Zewq.

              Hal:1. Rewş, kavdan, destûdar.

Mane: Hal û dem.

Mînak: Kêf û halê wan li şûndê ye. 

Kêf û sefa

                Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)

  1. Zewq.

                Sefa:1. Şahî, zewq, xwaşî, şadî.

  1. Şadî, rehetî, hêminî.

Mane: Zewq û rehetî, kêfdar.

Mînak:Kî naxwaze di kêf û sefayê da bijî?

Kêf û zewq

                  Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)

  1. Zewq.

                   Zewq:1. Xwaşî, cejn, şahî.

  1. Kêf, dîlan, dilxwaşî, aheng, dawet.

Mane: Dilşadî û sefa. Kêfdar.

Mînak: Ji misleta wan  meriv kêf û zewq digire.

Kêf û şahî

                Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)

  1. Zewq.

                Şahî:1.Cejn, zewq, kêf, xwaşî, aheng, dîlan, şadî.

  1. Dilxwaşî, kêfxwaşî, şanazî.

Mane: Heng, bezm, dawet û dîlan, zewq, mendexoşî.

Mînak:Jîyan, di vî emrê kin da kêf û şahî dayîn û kêf û şahî girtin e.

Kêl û kêmasî

                     Kêl:1. Bergor, kêlik, gorîçe. 

  1. Kevirê ku ji bo bîranîna bûyerêkî girîng hatîye danîn (kêla serkeftinê).
  2. Kêmasî, kêmanî, kêmahî, kêmayî.
  3. Pîvanekek. Kîle (hinek deveran heşt, hinek deveran şazdeh welçek).
  4. Dûrin. Cîhê ku hatîye dûrandin.
  5. Kêlek, tenişt, ber, gel, ba, rex.

                     Kêmasî:1.Netemamî, nekamilî, tişt jê kêm.

  1. Qisûr, tine, netemambûn.

Mane: Ne temamî, kêmikî, nekamilî.

             Biqisur û kêm.

Mînak:Meriv ew e ku,  kêl û kêmasîyên xwe bizanibe.

Kêl û kevan

                     Kêl:1. Bergor, kêlik, gorîçe. 

  1. Kevirê ku ji bo bîranîna bûyerêkî girîng hatîye danîn (kêla serkeftinê).
  2. Kêmasî, kêmanî, kêmahî, kêmayî.
  3. Pîvanekek. Kîle (hinek deveran heşt, hinek deveran şazdeh welçek).
  4. Dûrin. Cîhê ku hatîye dûrandin.
  5. Kêlek, tenişt, ber, gel, ba, rex.

                      Kevan: 1. Amûrê ku pê tîr tê avêtin.

  1. Amûrê kû pê hirî yan jî pembû tê  ji hev veqetandin.
  2. Kevanek (ji bonivîsê)
  3. Amûrê ku  keman, vîola, vîolonsel…hwd pê tê jenîn.

Mane: Sehkirin, hilûcilkirin, herder mêzekirin.

Mînak: Her derê kêl û kevan kirin tu delîlekê bidest nexistin.

Kêm û qisûr

                   Kêm.1. Hindik. Ne bes. Ne têra tiştekî.

  1. Ne zêde, ne gelek, ne pir.
  2. Bi qisûr.

                 Qisûr:1. Kêmasî, ne kamilî.

Mane: Eyîbdar, qisurdar (ji bo pol û pertalan.)

             Kêmasî, qebehet, lome.

Mînak: Tevahîya kêm û qisûrên wî li rûyê wî xistin.

Kêm û kasî

                   Kêm.1. Hindik. Ne bes. Ne têra tiştekî.

  1. Ne zêde, ne gelek, ne pir.
  2. Bi qisûr.

                   Kasî:1. Rewşa kesê kas, yên ku bi peyv û tevgerên xwe û bi têkilîyên xwe yên civatê ra kêm û xav e.  

Mane:Kêmasî, kêmayî, nekamilî, qisûr.

Mînak: Kes tune ku bê kêm û kasî be.

Kêm û zêde

                   Kêm.1. Hindik. Ne bes. Ne têra tiştekî.

  1. Ne zêde, ne gelek, ne pir.
  2. Bi qisûr.

                  Zêde:1.Pir, gelek, zehf, mişe.

Mane: Ne kêm ne zêde, xwar û jor.

             Navîncî.

Mînak: Seyareya min kêm û zêde kêrî tiştekî tê.

Kêz û kêzik

                  Kêz:1.Hin candarên pîçûk. Bûxik, mêşlok, hûrmêş.( Ji xeynî perperok, kurm û tirtûl heywanên kiçik.)

                  Kêzik:1. Kêzên biçûk. ( Kêzik, ji famîlyayê kêz û kurman e. Heta niha 300 hezar cinsên wan hatîye dîtin. Per tenik, qalik hişk û piranî gezok in.)

Mane:  Mor, moz, mêş û ajelên din yên wek wan. 

Mînak: Hin kes hene ji kêz û kêzikan pir ditirsin.

Kil û pil

           Kil:1. Sirme, maskara, rîmel. Boyaxa ku li bijangên çavan dikin.

  1. Şilqîna meşkê, şilqandina meşkê.
  2. Gazind, gilî.
  3. Ne teman, kêmasî.
  4. Sinetker.

           Pil:1. Lîme, tîke, lîme lîme.

  1. Per perîşan.
  2. P êyê pêşin yan jî ling. (mîn:Pilê îskemleyê.)
  3. Fîske, tilî fîsk.
  4. Şil û pil.
  5. Qure, pozbilind.
  6. Piçek, hindik.

Mane:  Bijeng boyax kirin.

Mînak:Canikan xwe kil û pil kirin û çûn mêvandarîy ê.

Kil û kêmasî

                 Kil:1. Sirme, maskara, rîmel. Boyaxa ku li bijangên çavan  dikin.

  1. Şilqîna meşkê, şilqandina meşkê.
  2. Gazind, gilî.
  3. Ne teman, kêmasî.
  4. Sinetker.

                 Kêmasî:1. Ne temam, kêm, hindik.

Mane: Kêmayet, kêmanî, kêmayî.

             Ne temam.

Mînak: Ji bo seyranê kil û kêmasîyên xwe temam kirin.

Kinc û kol

                Kinc:1. Cil, lîbas, kiras, cilûberg. Tiştên mirov li xwe dikin. Şal, fîstan, sako, çakêt, derpî, îşlîk…hwd.

             Kol:1. Kim, kum, kuleh, kulî, kefî, serpoş, kulav.

  1. Girmik, kulm, gumsik.
  2. Axa ku mişk û gêle/gêrikan kom û tûm kirîye.
  3. Mil, serpî.
  4. ,Cîhê ku bi daran hatîye çêkirin. Holik, çardax, sêpik.

Mane: Cil û berg.

             Hemû tiştên ku mirov li xwe dikin.   

Mînak:Jinên gundê me li ser kanîyê rûndiniştin û  kinç û kolên xwe dişûştin.

Kirin û kiryar

                      Kirin:1. Pêk anîn. Bi cih anîn, encam dan.

  1. Çalakî, kiryar, kir.

                      Kirin:1. Pêkhêner, kirdar, xebetkir.

  1. Kesa/kesê ku tiştekî dike, yan tiştek kirîye.

Mane: Fiêl, çalakî, fîîl, kar, xebat, çêkirin.

Mînak: Her kes berpirsyarê kirin û kiryarên xwe ye.

 

Kirin û xwarin

                      Kirin:1. Pêkanîn. Bicihanîn, encamdan.

  1. Çalakî, kiryar, kir.

                      Xwarin:1. Tiştê ku dikin devê xwe û bi diranan tê cûtin û qurtandin ê.

  1. Serifandin.( Mal yan jî pere.)
  2. Pê ketin.(Derb lêdan.)

Mane: Tevkirin û tevxwarin.

Mînak: Kirin û xwarina wan yek e.

Kiş û berkiş

                  Kiş:1. Derkirin, qewitandin, dûr xistin, dûr kirin.

  1. Fîtandin, fîtkirin, provakasyon.
  2. Şah kişandin  ( di lîstika kişik- şetrencê da).

          Berkiş:1. Dijberî kiş, hember kiş. Bersiva hemleyê kiş dayîn (di lîstika kişik – şetrencê da).

Mane: Pêngav û dijpêngav, êrîş û dijberî.

Mînak: Sîyaseta dinê weke lîstika (kişik) şetrencêye, kiş û berkiş dikişînin ji hev ra.

Kit û cot

              Kit:1. Yek ji cotê. Fer

              Cot:1. Du tiştên bi hev re. Zo.

Mane: Fer û zo, tenê yêk û ji van yêkan bi hev re du tene.

Mînak: Bi  gulîyê  dara gûza ve, kêm zêde  çend kit û cot gûz hebûn?

Kîn û kel

              Kîn:1. Kerb, neyarî, nifir, rik, nefret, dijminatî.

  1. Xezeb, dijberî, înat.

              Kel:1. Gelek germ, zêde germ. Kelîyayî, kelî, kelandî, bilbilandî

  1. Agir, şewat (taybetî agirê dil).
  2. Birç, sûr, kele, kelhe. (Avahîya dîrokî.)
  3. Tişt, hûrûmûr.
  4. Navran, nav pî, kun, qul.
  5. Serê rût, serê rûh, serê keçel.

Mane: Kîndarî, nehezî, çavsorî.

Mînak: Kîn û kel ji  dilê wî/wê  qet kêm nebû.

Koletî û evdîtî

                        Koletî:1. Xulamî, evdalî, evdî, dîlî, nokerî, êsîrî. Rewş û karê koleyan.

                        Evdîtî:1. Evdî.

  1. Koletî, xulamî, kolebûn, dîlî, êsîrî, evdalî, benîtî.

Mane: Bendetî, benitî, bendeganî, evdbûn.

 Mînak:Di vê sedsala dawî  de şermeke mezine ku netewek koletî û evdîtî qebûl bike (bipejirine).

Kom û kulfet

                      Kom:1. Gûrp, ref, celeb, kerî, koz, hoz.

  1. Qelew, zexm.
  2. Awahîya sewalan, dewaran.

                      Kulfet:1. Zorî, asteng, dijwarî.

  1. Malbat. Hevser (ji bo jin û mêr ).

Mane: Giştî bi hev ra. Mêr û jin û zar zêç giştî.

Mînak: Ne yek, ne du, ne sê, kom û kulfet hatibûn.

Kuçe û kolan

                      Kuçe:1. Rêyên teng û fireh, dirêj û kin ên li nav gund û bajaran.

                      Kolan:1. Rêyên fireh û dirêj ên li nav avahî û taxan.

Mane: Rêyên nav gund, navçe û bajaran.

Mînak: Li kuçe û kolanan digerîya û çerçîtî dikirin.

Kul û derd

                 Kul:1. Keser, xem, nîgeranî, dilgiranî, êş.

                 Derd:1.Êş, jan, nesaxî, nexwaşî, jandar, azar.

Mane: Derd, bela, xem ,êş.

Mînak: Bi  kul û derdan çû ser heqîyê .

Kul û keder = Kul  û derd.

Kul û birîn

                 Kul:1. Keser, xem, nîgeranî, dilgiranî, êş.

                 Birîn:1. Zîyana  laşî. Di laş de şikestina derekî, yan xwînherîna derekê.

  1. Ket nema, hîç nema.
  2. Kerî kirin, parçe kirin.

Mane: Kûl û rîşî.

             Zîyana ku laşî da çê bûye. Zîyana ku ji derve da danr laşî.

Mînak: Ji ber nexweşîyê li ser laşê wî kul û birîn peyda bûn.

Kul û qotik

              Kul:1. Keser, xem, nîgeranî, dilgiranî, êş.

              Qotik:1.Xenoq, xeneqoq,xeneqûtk, xeneqîtik.

  1. Çor, qeleço, qelînok. Nexweşîya ku qir dike, koka wan tîne.
  2. Tûm, tûmik, til. Ser, serî,qaf.
  3. Derd, kul û keder.
  4. Gotinên giran, çekûyê giran, peyvên gira. 
  5. Poçikê cixarê. Cîhê ku êdî nayê kişandin.
  6. Morî, zêr, zîv..hwd. xeml û xişrê kofîyê jinan ên ku bi ser cenikê wan da tên şingilandin.

Mane: Jehr û ziqûm.

             Lê heram kirin.

Mînak: Bila bibe kul û qotik di dev û pozê da bê(9).

 

Kun û kundêl

                      Kun:1. Qûn, qul.

  1. Meşka avê.
  2. Cirn, curm, delav.
  3. Stargeha ajalên kovî.
  4. Qul, qulik, kul, kulik (kuna derzî, tecir, devşî…hwd).

                       Kundêl:1. Ji “kun” kundêl.

  1. Peyvekî muhmel, biserê xwe bê wate ye. 

Mane: Qulkulî, qul û mil.

             Wake binê seradê qulqulî. 

Mînak: Hinek xwe nezan; tabeleyên ku nav û nifusên yan jî alîyê bajar, navçe û gundan nîşan didin bi guleyan kul û kundêl dikin! 

Kur û kem

              Kur:1. Gir, tûm.

  1. Ser.
  2. Law, lawik.
  3. Por û rî birîn, kur kirin.
  4. Kurt, kin, qut.

                Kem:1. Bê mû, bê pirç.

  1. Organê ku ji normal piçûktir e.
  2. Poz kin, poz pan.
  3. Heywanên bê kerik, bê guh.
  4. Dara strî ya biçûk.

Mane:Por û gijik, piçirandin, porê serî rûçikandin.

            Perîşan bûyîn, perîşan kirin.    

Mînak:Por û bisk lê rûçikandin  kur û kem berdan.

Kur û lûs

              Kur:1. Gir, tûm.

  1. Ser.
  2. Law, lawik.
  3. Por û rî birîn, kur kirin.
  4. Kurt, kin, qut.

              Lûs:1. Birqoq, rewnaq, bê mû, bê pirç.

  1. Pûnd, lîs. Hêlîna firindeyan. Cîhê ku mirîşk lê kurk/qup dikeve.
  2. Loda êkinê bê pirnag,bê gurz. Dêza gîya

Mane: Ji ber şînê porê serê xwe birîn, kurkirin.

Mînak: Kur û lûs, di şîn û şîwana giran da dilorîyan.

Kur û tazî

              Kur:1. Gir, tûm.

  1. Ser.
  2. Law, lawik.
  3. Por û rî birîn, kur kirin.
  4. Kurt, kin, qut.

              Tazî:1. Bê cil, be kinc, rût, çîptazî, çîpuryan, uryan.

Mane: Bêcil, rût, çilptazî, bêlibas.

Mînak: Bêlome, kur û tazî digerîyan!

Kur û zarî

                Kur:1. Lawik, gede. Zarokên nêr.

  1. Ser, serî.
  2. Kin, kurt.
  3. Por û rî birîn.

                Zarî:1. Zarok. 

Mane: Zar û zêç, zarok û nevî. 

Mînak: Li dû nanê kur û zarî xwe ye.

Kurd û Kudistan

                           Kurd:1. Kurdistanî, kesên ji neteweyê  Kurdistanê.

  1. Kesên kurdîziman. Kesên zimanê wan ê yekem kurdî ye.
  2. Neteweyê  Kurdistanê.

                           Kurdistan:1. Welatê ku Kurd lê rûdinin. Welatê Kurdan.

  1. Welatekî rojhilata navîn. Erdnîgarîya Kurdistan ê. 

Mane: Netewa Kurd û welatê Kurdan 

Mînak: Divê dîroka kurd û kurdistanê bi awayekî zanistî bê kolandin.

Kurm û kês

                Kurm:1.Kirm.

  1. Hin cûreyên ajalên xwişok (yên wekî  maran  lê pir piçûk in ).
  2. Xûy, xislet.

                Kês:1. Keys, derfet, firset, mecal. Hal, rewş.

  1. Kayê gir, kayê girs.

Mane: Genî bûna kul û birînan û  madeyên organîk.

Mînak: Kurm û kês ketine goşt.

Kus û fis

             Kus:1. Tir (bideng), fis (bêdeng), piv. Ji qûnê va hewa berdan. Bêhn berdan. 

             Fis:1. Kus. Ji qûnê va hewa berdana bêdeng û piranî bibêhn.

Mane: Tir, fis, bideng yan jî bêdeng bêhn berdan.

Mînak: Nizanim ev çi dixwe kus û fis ji qûnê kêm nabe.

Kûr û dûr

               Kûr:1.Tiştê ku binê wî ji rûyê wî re dûr e.

  1. Pêşketî (ji alîyê zanatîyê ve).
  2. Dorfireh. (mecazî)
  3. Jidil (ji alîyê rûmetîyê ve).

                       5.Bin, binî. (mecazî)

               Dûr:1.Ne nêz, ne nêzik. Rêya dirêj.

Mane: Bi dorfireh, bi dûvdirêj, bikitekit, bitevsîlat.

Mînak: Li ser jîyana Qazî Mihemed lêkolînekî kûr û dûr kirîye.

Kût û mat

           Kût: 1.Kut, kûd.

                     2.Kotrom, qotromî, qulumik. Ji ber kokimîyê yan jî ji ber nexweşbûne li ser xwe negerîn.

  1. Seqet, şelûşeht. Kesê ku ji ber seqetîyê nikare li ser lingên xwe bigere.
  2. Kesê ku kar pê nabe.

           Mat:1. Ecêb, heyirî, şaşwazman.

  1. Di lîstika şetrençê da têk çûn, bin ketin.
  2. Nebirqonek.

Mane: Ji dest û pîyan ketin.

Mînak: Di vê emrê xwe yê ciwan da kût û mat bû.

***

1-  Sîyabend û Xecê.

2-  Piranî di dawîya çîrokan da tê gotin.

3- Gotina pêşîyan.

4- Ferhenga Kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Amadekar: Zana FERQÎNÎ

5- Nifir.

6-  Biwêj.

7- Ji çîroka “Dapîr û rovî”.

8- Biwêj

9- Nifir.

    

İlginizi çekebilir