Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de cotepeyv- G-

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire. Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

 Rêzenivîs: 9                                                                                            

                       Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV

                           G

Ga û gîsn

                Ga:1. Çêlên nêr. Boxeyê xesandî. Gaboxe.

                Gîsn:1. Gîsin, gasin, alet.

  1. Amûrekê li dû heywanan (ga, hesp..hwd.) yan traktorê tê rakêşandin daku zevîyê bikole, bajo. 

Mane: Hemû amûrên kar û barên cotkirinê.

Mînak: Cîran bi hev ketin, ga û gîsn ji hev ketin(1). 

Ga û golik   

Ga:1. Çêlên nêr. Boxeyê xesandî. Gaboxe.

Golik:1. Çêlikên mangeyan. Nogin (mê), conega (nêr).

Mane: Hemû dewar.

Mînak: Gava diz ji malê be, ga û golik di derî da derdikevin(2).

Galegal û gotin

                       Galegal:1. Gotinên ne rast. Axivên hîç û pûç.

                       Gotin:1. Bêje, peyv, sitrîn, axaftin.

                      Mane: Gotinên eletewş.

                      Gotinên beredayî.

Mînak:Di alîyê galegal û gotinan de kes nikare pêşî lê bigir e.

Gaz û Kur

               Gaz.1. Newal, gelî, pişta çîyê, milê çîyê.

  1. Xaz, benzîn, sotemenî, qazaxî
  2. Bayê zik (fis)

                       4.Pîvanekek .(Arşin, dirêjîya navbera sîng û serê pêçîyan.)

                      Kur:1. Gir, tepik, tûm, til, zag

  1. tûmê bêdar, bêşivtan, tazî.
  2. Ser, qaf.
  3. Law, lawik, kurik.
  4. Por û rî birîn.
  5. Kurt, kin, qut.
  6. Gilî û gazîn.

Mane: Qontar û pişt çîyê,

             Lûtkaya çîya û pişta çîya.

Mînak: Gaz û kurên çîyayê Gebarê zêdetir asê ne.

Gaz û bêlan

Gaz.1. Newal, gelî, pişta çîyê, milê çîyê.

  1. Xaz, benzîn, sotemenî.
  2. Bayê zik (fis)

                       4.Pîvanekek .(Arşin, dirêjîya navbera sîng û serê pêçîyan.)

                       Bêlan:1. Gir, tûm, tilm. Cîhê hişk û germ, berî. Rast.

  1. Merhale.
  2. Bê hêlîn.

Mane: Gir, til, tûm, gelî.

Cîhê bilind.

Mînak:Şivan, pez berdaye gaz û bêlanên Şerefedînan.

Gazîn û hewar

                        Gazîn:1. Qîrîn, bang kirin, gazî kirin, hewar.

                        Hewar:1. Gazî, bang, tîka, hêvî, daxwaz.

                       Mane: Alîkarî xwestin.

                       Qîrînî.

Banga kesên ku di tengasîyê  de ye.

Mînak:Gundîyan guh neda gazîn û hewara şivanê xaponek/xapînok.

Gazîn û qîrîn

                     Gazîn:1. Qîrîn, bang kirin, gazî kirin, hewar.

                     Qîrîn:1. Bi dengekî bilind gazîkirin. Hewarkirin.

Mane: Bang.

Hewarî.

Mînak: Çav bi  diz ket, gazîn û qîrîn pêket.

Gef û gur

                       Gef:1.Tehdît.

                       2.Bi gotinan tirsandin.

                      Gur:1. Kesa/kesê dixwaze zîyanê bide kesek din. Tehdît.

  1. Peyv, bêje.
  2. Kurs, gurlax (pirbûn).
  3. Soz. Yek sozî. Peyv, bêje.
  4. Ajalê ku dişibe kûçik. Seyê kovî, kûçikê kovî. (canîs lûpûs)
  5. Guman, şek, dilwasî.
  6. Rap.(mîn: Gurînî bi ewir ket; rap û barê xwe rijand.)
  7. Bendê tevnê  yê berwarkî.

Mane: Tehdîd û çavtirsîn.

Mînak:Dê,  gef û gurê dinê li qîza xwe  kir.

Gef û keft

Gef:1.Tehdît.

2.Bi gotinan tirsandin.

 Keft:1. Tehdît. 

  1. Gef. Gefûgur.

Mane: Tehdîd.

Mînak: Hukmê gef û keftê wan li cem min nake pênc quriş.

Gelî û newal

                      Gelî:1. Nihal, nal, dol, newal.

  1. Neqeb.
  2. Derbend. Darboxaz.
  3. Derbend, avteng.
  4. Derbas, derbasgeh, bihurandok, borandok.
  5. Ji bo balkişandinê gazînek ( -o, -ê, -no, -ino, -îno)

 Newal:1. Robarê piçûk, gelî.

Mane: Navbera du çîyan.

Neqeb.  

Mînak: Li gelî û newalên Koê Spî hetanî havînê berf kêm nabe.

Gend û gelş

Gend:1. Şax, fîdan, ajik, aj.

  1. Bêhn (Bêhna gemar, pîs, genî û mirar.)
  2. Sûd, îstîfade, menfeet. ( Gend kirin.)                                                                                  

Gelş:1. Pirsgirêk, mesele, problem.

  1. Aj, ajik, şax, fîdan.

Mane: Ajik û şaxên darê. 

Mînak: Min  gend û gelşê darê dapîtand ku dar xwe  nû  bike.

Gend û gû

Gend:1. Şax, fîdan, ajik, aj.

  1. Bêhn (Bêhna gemar, pîs, genî û mirar.)
  2. Sûd, îstîfade, menfeet. ( Gend kirin.)                                                                                 
  3. Gû:1. Pîsîtîya ku ji qûna mirov derdikeve. Terxê mirov.
  1. Peyva ji bo tiştên pîs tê gotin. (mecazî)

Mane: Bi hev re hemû tiştên qirêj, pîs û gemarî.

Mînak: Çiqas karê gend û gû heye ew  têdaye.

Gep û zep

 Gep:1. Herdu rexên rûyê. Alek, hinarik.

  1. Parçe,pişk, parî, kerî. (mîn:gepik nan.)  

Zep:1. Zeft.

  1. Girtî, şidandî, ne berdayî.

Mane: Ji ziman û gotinên xwe hayîdarbûn.

Mînak: Beden gep û zep e, aqil rast û çep e(3). 

Ger û geşt

Ger:1. Gerîn, livîn, meşîn, vizbûn, hatin û çûn.

  1. Heke, heger, eke. 
  2. Avger, girdav, gergerînek.
  3. Li pêy bûn, bi pey ketin, li pey dayîn.
  4. Tovên riwekan yên ku ba digerîne.
  5. Çala avê.
  6. Dor.                Geşt:1.Ger, seyahat, seyran, seredan, gerîn.

                           2.Sedeqayên ku parsek kom dikin.

Mane: Ger, seyahat, rêwîtî.

Geşt û guzar

Mînak: Min di vê ger û geşta xwe da welatên xweş û çandên balkêş naskir. 

Ger û fen

Ger:1. Gerîn, livîn, meşîn, vizbûn, hatin û çûn.

  1. Heke, heger, eke. 
  2. Avger, girdav, gergerînek.
  3. Li pêy bûn, bi pey ketin, li pey dayîn.
  4. Tovên riwekan yên ku ba digerîne.
  5. Çala avê.
  6. Dor.

Fen:1. Fêl, dekûdolab, hîle, cambazî.

Mane: Vir û viç, vir û viz.

Derewên bi hîle.

Mînak: Sîyaseta wan li ser ger û fengerandinê çêbûye.

Geşt û seyran

                 Geşt:1.Ger, seyahat, seyran, seredan, gerîn.

                 2.Sedeqayên ku parsek kom dikin.

                 Seyran:1. Giraro. çixarî. Derketina nav siriştê ya ji bo borandina çend saetan û xwarin û vexwarin. Bindarok, pîknîk.

Mane: Ger, seyahat

Pîknîk, bindarok, çixarî.

Mînak: Dawîya vê hefteyê em ê biçin  geşt û seyranê.

Geşt û ger = Ger û geşt.

Geşt û guzar

 Geşt:1.Ger, seyahat, seyran, seredan, gerîn.

 2.Sedeqayên ku parsek kom dikin.

 Guzar:1. Rawirîn, raborîn, ravirtin,rawirtin, derbasbûn, bihûrîn, boran.

  1. Derbasî, raboran, rawiran, derbase, derbasok.

Mane: Ger, seyahat, rêwîtî.

Ger û geşt.

Mînak: Geşt û guzar di warê aborîyê û çandnasîyê da cihekî girîng digire.

Gewz û şadî

Gewz:1. Neşedar, bikeyf, keyfxweş, dilxweş.

  1. Şad.

Şadî:1. Dilşayî, dilxweşî.

  1. Bextewarî, şadanî, dilşadî, şadîmanî.

Mane: Zewq û sefa.

Kêf û zewq.

Mînak: Netewên bêdewlet, rû yê gewz û şadîyê nabînîn.

Gift û go

Gift:1.Peyv, bêje, gotin.

 2.Ji bo karekî teqez soz dayîn.

  Go:1. Gotin  (tewandî).

  1. Girêdek (ku) .
  2. Gog.

Mane: Gotûbêj.

Hevdîtin, lihevrûniştin, mûzakere, li ser tiştekî fikrên xwe ji hev re beyan kirin.     

Mînak: Li ser çand û zimanê Kurd gift û go hatin kirin.

Gift û gur = Gift û go.

Gil û gîya

Gil: 1. Axa ku av  tê da pir e. Çamûr.

  1. Kun. qûn, quz, dev.
  2. Gilî.

Gîya:1. Riwekên pelzirav. Gelenperî hêşinê kurt.

  1. Hêşînayî, hêşinatî.

Mane:Hemû  riwek, şênkatî,  rehek û zebze.

Mînak:Piştî baranê di nav gil û gîya da meş gelek zehmet e. 

Gilî û gazîn

Gilî.1. Rehne, gazind, gazinde, şîkayet, îxbar.

  1. Gotibêj, behs, peyvîn, axivîn, mislet.

Gazîn:1. Qîjîn, bang kirin, gazî kirin, hewar kirin, qîrîn.

Mane: Lome, gazind, dalehî, rexne.

Mînak:Nivîskar, bi zimanekî zelal gilî û gazînê xwe di vê nivîsê da gotîye.

Gilî û gaz =  Gaz û gilî = Gilî û gazîn

Gilî û gotin

Gilî: Gilî.1. Rehne, gazind, gazinde, şîkayet, îxbar.

  1. Gotibêj, behs, peyvîn, axivîn, mislet.

Gotin:1. Bi dengek normal peyvîn.

  1. Anîn ziman.
  2. Dîyar kirin, eşkere kirin, xuya kirin.
  3. Peyv, bêje, çeko.
  4. Axaftin.
  5. Peyam, mesaj.
  6. Şîret, pend,nesîhat.

Mane: Laf.

Laf û gef.

Mînak: Ji ber gilî û gotinê te êdî ez aciz bûm.

Gir û xezm

Gir:1. Tûm, çîyayê piçûk, zag, kaş, til.

  1. Tiştên ku li ser bêjingê dimîne. Teneyên mezin.
  2. Kayên ku heywan hez nake û naxwe ji ber dimîne.
  3. Nexweşîyek (gir girtin).
  4. Mezin, girs.
  5. Dijmatî, heyf, tol.
  6. Tam tahlikî, tam tûjî.

                  Xezm:1. Xezim.

  1. Gir, girs, mezin, bilind,qelew, xurt.
  2. Qewî, bitaqet, bişîyan.

Mînak:  Hêzdar, qeyîm, biqiwet.

Mînak: Gewdeya pelewanan gir û xezm e.

Gir û mezin

                   Gir:1. Tûm, çîyayê piçûk, zag, kaş, til.

  1. Tiştên ku li ser bêjingê dimîne. Teneyên mezin.
  2. Kayên ku heywan hez nake û naxwe ji ber dimîne.
  3. Nexweşîyek (gir girtin).
  4. Mezin, girs.
  5. Dijmatî, heyf, tol.
  6. Tam tahlikî, tam tûjî.

                    Mezin:1. Gir, girse, qirase, xişin.

  1. Ne zarok, danemêr.
  2. Giregir.
  3. Giring, bibandor, watedar.

Mane: Gir, girs.

Mînak: Ajalên herî  gir û mezin, fîl û gagirdan in.

Gir û kepez

Gir:1. Tûm, çîyayê piçûk, zag, kaş, til.

  1. Tiştên ku li ser bêjingê dimîne. Teneyên mezin.
  2. Kayên ku heywan hez nake û naxwe ji ber dimîne.
  3. Nexweşîyek (gir girtin).
  4. Mezin, girs.
  5. Dijmatî, heyf, tol.
  6. Tam tahlikî, tam tûjî.

                  Kepez:1. Berwar, terazîn, bergaz, berpal, kendal, hevraz.

  1. Tûm, Çîyayê bîçûk yan jî nizm.

Mane: Tûm, tûmik û  kendal, berpal.

Mînak:  ………………………………

               û pêlên ava şevê ên reş

               ketine deşt û newalan

               heta rûyê gir û kepezan(4).

               …………………………………….

Girîng û giramî

Girîng :1. Muhîm, binirx.

  1. Hêja, nirxdan
  2. Giramî: 1. Rêz, rêzdar, hurmet.
  1. Rêzdarî, rêzberî.

Mane: Mûhîm, girambar, muteber.

Mînak: Girîng û giramî li çarşîyên nayê firotinê!

Goşt û neynok

                        Goşt:1. Di laşê meriv û heywanan da zevlek û don ê nav estî/hestî û çerm.

                        Neynok:1. Nênok, nênik, nînik, neynûk, nîkûk. Hestîyên nerm û tenik yên ku bi serê tilîyên mirov û candarên din ve ye.

Mane: Nezikîn , ji hev veneqetîn.

Mînak: Dibêjin ” em weke  goşt û neynok in” gelo kî goşt e, kî neynok e? Kî dimîne, kî tê birîn û avêtin?

Got û def

               Got:1. Gotin. Gotina dema borî.

               Def:1. Defhandin, def kirin, qeşitîn.

  1. Li cem kesekî, li mala kesekî yan nêz kesekî.Li nik, li bal.
  2. Amûrekî muzîkê. Dahol.
  3. Tayek por.

Mane: Bi azirandinê  defkirin.

            Biçûkxistin û defkirin.

 Mînak: Ew, kesekî bê rûye, hezar got û def xwar jî dîsa ar nake..

Gotin û qelişîn

 Gotin:1. Bi dengek normal peyvîn.

  1. Anîn ziman.
  2. Dîyar kirin, eşkere kirin, xuya kirin.
  3. Peyv, bêje, çeko.
  4. Axaftin.
  5. Peyam, mesaj.
  6. Şîret, pend,nesîhat.

                                     Qelişîn:1.Şeqîn, qeyîşîn, telişîn.

                                      2.Derizîn.

Mane: Bi dilreşî, bi çavtengî, bi hesûdî .

Mînak: Ji ber hesûdîyê hinek kesan bi xwe  gotin û qelişîn.

Got û bêj

Got: 1. Gotin, şor, qise, laf.

  1. Peyv, bêje, gotin, çekû.
  2. Ji gotinên dema borî, dema borî ya gotinê

Bêj: 1. Cûre, tewir, celeb.

  1. Beş, par, pay.
  2. Ji “bêje” yê bêj.

Mane: Niqaş, mislet, danûsandin, Li ser mijarekî  peyvîn .  

            Gengeşe, mûzakere, pêwendî, giftûgo.

Mînak: Mijara me ya îro, got û bêja li ser hînkerîya zarokan e.  

Gul û sosin 

Gul:1. Dara gulê (Rosa).

  1. Kulîlka dara gulê.

Sosin:1. Zembak, pelezêsk (Irîs germanîce), gulsosin

Mane: Gulîlkên xweşik û bêhndar

Mînak: Odeya xwe bi gul û sosinan xemiland(5). 

Gul û kulîlk

Gul:1. Dara gulê (Rosa).

  1. Kulîlka dara gul.

                   Kulîlk:1. Çîçek. Organek a rîwekan.Pişka rengîn ya ku bi serê gulan ve şên dibe, toximê wan dihewîne û zêdetir bêhn dide.

Mane: Hemû kulîlk.

Kulîlkên bêhnxweş

Mînak: Gul û kulîlk di agirdankê de nayên çandin(6).    

Gulî û şax

               Gulî:1. Çeq, ta, çiqil, çikûl. Parçeyê dar û rîwekan.

               Şax:1. Qoç, stû, qiloç.

  1. Çeq, gulî, ta.
  2. Parçe, beş.
  3. Çîya, gir.

Mane: Çiqil, ta, çaq.

             Balûpal, çiqil û gulî.

Mînak: Me gulî û şaxê xwe berdaye vê axê.

Gur û guman

Gur:1. Kesa/kesê dixwaze zîyanê bide kesek din. Tehdît.

  1. Peyv, bêje.
  2. Kurs, gurlax (pirbûn).
  3. Soz. Yek sozî. Peyv, bêje.
  4. Ajalê ku dişibe kûçik. Seyê kovî, kûçikê kovî. (canîs lûpûs)
  5. Guman, şek, dilwasî.
  6. Rap.
  7. Bendê tevnê  yê berwarkî.

               Guman:1.Şik, gûş, hulhulî, dudilî, dilwasî, bêbiryarî. Li ser bawerkirinê dudilî.

Mane: Şikbar, bedguman, şupe, dudilî.

Mînak: Her yek bi qeydekî dibêje û gur û guman dixin dilê me!


1- Gotinên pêşîyan.
2- Gotinên pêşîyan.

3- Gotinên pêşîyan.

4- Ji helbesta “Bilûra min”  Celadet Bedirxan

 5-Gul û beybun, gul û lîlek, gul û nêrgiz, gul û simbil…hwd.

6- Gotinên pêşîyan.

 

 

İlginizi çekebilir